Bawerê Omerî :Şoreşa Sûriyê li Dera û Entalyayê :hate binxakirin

Share Button

تنزيلBerî sala 2011 a ji nav rêxistin û partiyan tenê biraderên misilmanan daxwaza wan ew bû, ku ta bi xebateke çekdarî be jî divêt desthilatdarî ji destê malbata Elesed û Elewiyan li Sûriyeyê derkeve, ji bilî vê rêxistinê ti dezgeh û rêxistin û partiyên din bi vê nerînê re ne hevbîr bûn, û pirên pêkhatiyên li Sûriyeyê jî ne li dijbûn, ku desthilatdarî di destê Elewiya de be, tenê wan dixwest, ku di bin siya vê desthilata Elba,is de hinek ji mafên xwe yên çandî, civakî û rêzanî bi dest bixin, û ew jî di rêvebiriya vê dewletê de beşdar bin.

Van pekhatiyan ne bi kêfa xwe qîma xwe bi sîstema van rejîmên ku desthilatdarî li Sûriyeyê kirine, tanîn.

Partiya kar ya Komunîst jî bi dijwarî li dijî desthilata rejîma Elba,is radiwestiya, lê ne bi susreta Biraderên Misilmanan bû.

Ji aliyê Ereban ve, çend partî hebûn xwe mîna nûnerê netewa Ereb di Sûriyeyê de didan pêşkêşkirin, tevî ku hejmara endamên wan pir pir kêm bûn û bandora wan jî di nav civaka Sûriyeyê de pir kêm bû, lê wan ta astekê dikarîbûn karê xwe yê rêzanî bi serbestî bikin.

Û tevî ku ti carî zindanên Sûriyeyê ji girtiyên Kurd vala nebûne, û di sala 13.11.1960 de ferman û şewata sînema Amûdê, 05.10.1962 serjimara ewarte û kişandina nasnameyan ji Kurda, 1966 -1974 zagona kembera Erebî li herêmên Kurda, 24.03.1993 ferman û şewata zindana Hisiça, û di Nûroza 2004 û 2008 a de jî bê sûc û sedemên eşkere nêzîka sîh û pênc xortên Kurd li ser destê ewlehiya rejîmê pakrewan bûn, û nêzîka sêsed birîndar û pirtir ji du hezara jî hatin zindankirin, ta revandin û kuştina kirêt û ne mirovane ya şêx Ma,işûqê Xeznewî bi destê ewlehiya rejîmê…..

Tevî wan Fermanan tevgera Kurdî jî dikarîbûn bi mêranî ta astekê di bin tirs û astengiyên pir dijwar de kar û xebata xwe ya rêxistinî û rêzanî bikin, û rijdbûn ji bo bidestxistina mafên xwe.

Rêxistinên van herdû pêkhatiyên sereke û çend kesayetiyên rewşenbîr û naskirî, piştî xebateke dûr û dirêj û dijwar di 16.10. 2005 a de dikarîbûn hevbendiyekê ji rikbera Sûriyeyê re bi navê Bangawaziya Dîmeşqê li Şama paytext damezirînin, daxwaza herî girîng di belgeya ragihandina wan de ew bû, ku dixwastin bê destêwerdanên ji der ve guhertineke niştimanî û dîmoqratî di Sûriyeyê de dest pêbike, ango dixwestin destûr û sîstema rejîmê û desthilatdariyê biguherin, û di wê sîstema nû de hemû pêkhatiyên Sûriyeyê di rêvebiriyê de hevbeş bin, û kêşeyên li Sûryeyê bi tavayî û pirsa kurdî bi taybetî di wê sîstema nû de bêtin çareserkirin.

Mexabin rejîmê tenê salekê delîv da wan, ku kar û xebatên xwe bikin, pêşî endamên wê tewanbar dikir, ku dezgeha CIE ya Emerîkî piştgiriya wan bi diravan dike, paşê dest bi girtina endamên wê kir, û bi hemû hêza xwe ve xwest karê wan rawestîne, û her roj hinek ji endam û rêxistinên wê dev jê berdidan, ew jî nîşanekbû, ku ew bê bawerî tevlî wê bangawaziyê bibûn, ta dawiya sala 2011 a ew bangawazî di hindurê Sûriyeyê de bê bandor ma, beşek man li hindur û yên din jî li derve tevî rikberiya Sûriyeyê ya çekdar bûn, ya ku biraderên Misilmanan û hinek ji endamên partiya Elba,is bi alîkariya rejîma Tirkiyê û Qeterê û Si,ûdiyê rêvebiriya wê dikin.

Gerek e bê gotin, ku armanc û mebest ji kar û xebata di hindurê Sûriyeyê de dibû ew bû, ku di rêka ŞOREŞEKE NÎŞTIMANÎ Û AŞTIYANE de wan rêxistin û partî û rewşenbîran li seranserî Sûriyeyê û bi taybet li Şama paytext kar û xebata xwe dikirin, ew şoreş cihê dilxweşiya hemû hevwelatiyan bû, nexasim dema hinek dewletan li derve girîngî didan wê bangawazîyê.

Lê xala herî lawaz û hestiyar di daxwazên wê bangawaziyê de ew bû, ku beşek ji endamên rikbera erebî, piştgiriya rêxistina Elqa,îdêya tundrew bi serûkatiya Zerqawî li Iraqê dikirin, bi wê hişmendiyê û helwesta şaş, hêdî hêdî ev şoreşa niştimanî û aştiyane wekû beşekî ji rejîmê jî ev dixwest li Sûriyeyê ber bi herifandinê ve dibirin.

Di destpêka sala 2011 a de ji bilî çend kesên pispor û şehreza û rêzanvan û xwedî azmûn, kesî nizanîbû bê berê Sûriyeyê û çarenûsa pêkhatiyên wê bi kûde de diçe, di şev û rojekê de beşek ji ewlehiya rejîmê bi tanq û top û leşker êrîş birin ser bajarê Derayê, û bi pilan dest bi kuştina zarok û rûniştvanên bajêr kirin, ew bajar di çend rojan de kirin kavil.

Piştî ew ferman bi serê derawiyan de kirin, di demeke kurt de hevwelatiyan li piraniya bajarên Sûriyeyê dest bi xwepêşandanan kirin, û di pêşiya wan de Kurdên li Şamê û li hemû bajarên Kurdistana başûrê rojava (Kurdistana Sûriyê), û navê wan xwepêşadanan kirin, Şoreşa Azadî û Rûmetê, û her heftiyekê navek li wan xwepêşandanan dikirin, yek ji wan heftiyan, heftiya Azadî bû.

wê çaxê rejîm kete rewşeke pir aloz de, nema dikarîbû berxwedana xwenîşanderan rawestîne, ji lewra di ragihandina xwe de bang dikir û digot, ku girûpên tundrew û gefdar ketine bajarê Derayê de, û hêza me ya leşkerî şerê wan dike, bi wê mahnê nîvê wî bajarî wêran kir, paşê meydana şer firehtir bû, û di wan çend heftiyên pêşî de ji şerê li Derayê xebat û berxwedan û şoreşa aştiyane a pêncî şêst salî ya pêkhatiyên Sûriyeyê hate binaxkirin, û rewşa Sûriyê bi tevayî roj bi dû rojê de aloztir dibû.

Di wê demê de dewletên herêmê jî berî dewletên sereke û mezin li cîhanê li berjewendiyên xwe digeriyan, û li benda delîvekê bûn, ku rola xwe di vî şerê qirêj de bi hevalbendên xwe re li Sûriyeyê bileyîzin, tevî ku di dîroka nêzîk û dûr de rojekê jî van dewletan piştgiriya mafên rewa yê pêkhatiyên Sûriyeyê nekirine, lê ew timî li kêleka rejîma Elba,is di çewisandina mafên rewa yên pêkhatiyên Suriyeyê de hevbîrbûn, ji wan dewletan, dewleta Tirkyê, Qeter, Si,ûdiyê, Eyran, Iraq, Misir, Urdin, Libnanê, Ermînya, Yewnan û Isra, îlê.

Her dewletekê ji van, pilanên xwe datanîn û xwe ji guhertinên nû re amade dikir, bi taybet dewleta Tirkiyê û Eyran û Si,ûdiyê, û bi alîkariya Rejîma Sûriyeyê, dikarîbûn daxwaz û doz û mafên pêhatiyên Sûriyeyê di nav pilan û bazar û derewên xwe de bin pêbikin.

Dewleta Tirk bi alîkariya Biraderên Misilmanan beşê li Sûriyeyê di 28.04.2011a ji rikberiya Sûriyeyê re ya ku li derve bûn, civatek li bajarê Istanbolê lidar xist, paşê di 31.05.2011a li bajarê Entalyayê civîneke firehtir lidar xist, û navê wê civînê û hevdîtnê kirin: Kongera Entalyayê, yên rêvebiriya wê civînê dikirin serast saloxgerên Tirk û Biraderên Misilmanan bûn, ji hemû cîhanê nêzîka 300 kesî civandin, yên amadebibûn pirên wan ne ji dûr û ne ji nêzîk rojekê jî wan xwe bi pirsa mafên pêkhatiyên Sûriyeyê neêşandibûn, û pirên wan li dijî tevgera erebî û kurdî di Sûriyeyê de bûn, û rojekê jî du diravên xwe ji bo pirs û piroseya dîmoqratiyê û wekheviyê li Sûriyeyê nedabûn kesî, hejmareke pir mezin ji wan berî rojekê ji wê civînê hevalbend û peyayên Rifet Elesed û Ebdilhelîm Xedam û di partiya Elba,is de endambûn.

Ew civata Tirka û Biraderên Misilmanan (Kongera Entalyayê) li Entalyayê ŞOREŞA NÎŞTIMANÎ Û AŞTIYANE li Sûriyeyê binaxkirin, ji ber ku civat bû bingehek ji damezirandina girûp û alayên çekdar re li Sûriyeyê, paşê pirtir ji 1200 komekên çekdar ji wê civatê avakirine, û di nav wan de jî, yên ku rejîmê ew damezirandine, hene.

Encama van karên wêran ji şeş salan ve ev in: Nêzîka 11,000000 revyayî û penaber in, nêzîka 1,000000 kuştî û windayî ne, 100,000 birîndar in, nîvê Sûriyeyê wêran bûye, şer di nav siniya û şî,iyan de gurtir bûye, ji alîkî ve Biraderên Misilmanan û hevalbendên wan dixwazin heyfa fermana bajarê Hema û Helebê ji Elewiya bistînin, û li aliyê din Elewî dixwazin desthilat ji dest wan neçe û heyfa îmam Elî û Hesen û Hisên ji siniyan bistînin, Erebên Xwedê giravî ne oldar in, ji nişka ve bûn oldar û doza dewleteke Islamî li Sûriyeyê dikin, paşê ew çûn bi berpirsên dewleta Isra,îlê re civiyan, weku van hêzên çekdar û hevalbendên wan şerê xwe bi xwe û şerê miletê Kurd di Sûriyeyê de kirine, wan evqasî şerê rejîmê nekirine, û Tirkên Toranî jî hîn ji şevpestên pirsa miletê Kurd rizgar nebûne.

Belê, sala 2011 a destpêka fermana pekhatiyên Sûriyeyê bû, û bi alîkariya civaka navdewletî û hemû dewletên bi çûk û mezin li cîhanê ŞOREŞA NÎŞTIMANÎ Û AŞTIYANE ya pêkhatiyên Sûriyeyê hate binaxkirin.

Bawere-Omeri@hotmail.com

23.01.2017

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

دي ميستورا يلتزم أمام المعارضة ببحث الانتقال السياسي

أفادت مصادر قناتي “العربية” و”الحدث” في جنيف أن المبعوث الأممي إلى سوريا ستيفان دي ميستورا ...