Bi xatirê te..EHMED QASIM

احمد قاسمBi xatirê te welatê min
Xweda hefîz ey welat.

Ez darim tu dimînî
Lê dilê min di nava derzên xemgîniya teda vedpirtikê
Hêsrên min di nava qelşên birînên te de helqan çêdikin.

Bi xatirê te welatê min.
Bi hesreta te
Ez berî xwe didime wundayîyê
Belkî bi hestên xwe re
Di hindirê buxçikekê de
Hilm û wêneya te bi xwe re bikme heval
Li navnîşanin biyanî
Li qorziyên tarî
Di nav ferheng û elfebêyên çep û rast de
Li kolanin sar
Li çateriyên bê durişim
Wêne û hilma te
Dibne qulbenameya min “ welato “.

Bi xatirê te…
Ezê herim tu dimînî ey welat.

Hestên min
Xwe ji min dadweşînin
Bedena min bê hest û helwêst ji hembêza te vedqetê
Di nava janên te de xwe dinimînin
Di êşên te de hêlûna xwe çêdkin
Ji tayê tûrê xwe xemlan çêdkin
Birînên te digvêşin bi ser dilê min de
Bi hêsrên mine bûne gol di qelşên birînên te de
Devê birînên te dişon ey “ welat “.

Nameyên gul gulî ji min re
Bi rê dikin…
Li kolanên wundayî
Li şûnên sar
Di hembêzên “ teresan “ de
Li ber sifra qerimî
Nameya hest û helwêstên min bi rûyê min de diçerpê
Min dixînê warê vekşandinê
Li naverokeke bê nasname
Li rewşeke bê heda
Li jiyaneke bê pergal
Li beramberî nameya hestên xwe
Wekî “ Bodelan “ xwe radikşînim
Dikevime kêferata hebûn û nebûnê
Berxwedana bê armanc
Di navbera himbêza teyî birîndar û şûnên sar û wunda de
Vedgevizim.. dişaqim.. diqarim
Kes li bangewazî min nayê “ welato “.

Laşekî bê hest û helwêst
Jiyanekî derewîn
Pêkenînên bê sînor
Xapandinên bê sênç
Li şûn û warin wunda de
Xwe li min dipêçin.
Min davêjne nav kavlên bi sam
Dîwarin bi seqem
Hilma şopên kevnar
Bêvilin min diçkînin
Tu dikevî xewna min “ welato “.

Birekê “ Tirbêlangê “
Çortê di nava sancîyan de dinalê
Kavlên Kobanîya birîndar
Xelkê minî di kolanan de li ser rîya rêwîyê
Qey ewjî dixwazin bê dil, û bê hest û helwêst berî xwe bidne wundabûnê?

Welato…
Loman ji zarwên xwe neke
Berxwedana bi navê te bûye derew
Tenê yek rastî maye
Ti li şûnekî bê nav mayî di destê Dêwan de
Korûcax mayî ji zarwên xwe û..
Zarwên te sêwî mene bê dil û bê hest û helwêst
Loman meke “ welato “.

Hmebêza te sar kirin
Zarok ji te veqetandin
Berê wan didne wundabûnê
Didne şopa min
Lê pirs ew:
Kî poşmane li ser vê rê?
Yên bi xewnên bi te re dijîn
Yanjî, yên ku xewnan beravêtî dikin?

Kêferateke bê hûde di navbera herduyan daye
Nizanim berê min li kuye
Dibê dimrim li cîyekî sar
Lê zanibe…
Tawana filêketê ne penaberîya zarokên tene
Tawana mezin ewe, Ku tu di şûna xwe de penaberî ey “welat“.

Nema kes dizanê..
Kî ji kê qetyayî
Deh salin destê min û te ji hev qetî
Lê hêvîya min ez geş dikirim
A niha, kî te vegerînê warê teyî wunda bûyî ey “ welat “.

Ez wundayîme, yan tu ?

Lê birayên min, xwişkên min..
Ap û pismamên min, tevayî gelê min
Ew çûne ber wundabûnê..
Yan tu wunda kirin li ber çavên wan?

Derewin ew wêne
Ez dişopînim sancî û êş û janên te
Tawanên rojane bi serê te de tên
Di bin dirişma bi navê te
Te dixapînin, raste
Gelê min dixapînin, raste.
Lê rastîya ku ez zanim
Ew nikanin min bixapînin
Eze bimrim, tu dimînî ey “ welat “
Rastîya minjî bi te re dimînê
Ji xwe re bike deyax.
——————————
EHMED QASIM
Li wundabûnê: 26/1/2017

Share Button

Warning: Division by zero in /mounted-storage/home145/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1379