أخبار عاجلة

Partîyên Bakur: Ev destûr pirsa kurdî çareser nake

83f15e3a7b65de858d5feb441239c9be_LPartîyên siyasî li Tirkiyê dest bi bangeşeya rapirsîya destûrê kirine. Dihêt çaverêkirin ku di meha nîsanê de rapirsî bihêt kirin. Partîya Dad û Geşedanê(AKP)  û Partîya TevgeraNasyonalîst (MHP) liser 18 xalên destûrê lihevkirin û bi dengên parlementerên herdu partîyan pêşnumali parlementoyê hat qebûl kirin.Dihête çaverêkirin ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan jî biryarê liser wê pêşnumayê bide û wê îmze bike. Piştî serokkomar ew pêşnuma îmze kir û di rojnameya fermî de ew belaw bû dê din ava 60 rojî de referandum pêk were.

Partîya Komarî ya Gel (CHP) û Partîya Demokratîka a Gelan (HDP) ku di parlamentoyê de dijî pêşnûmeya AKPê û MHPê bûn eşkere dikin ku ew dê di rapirsîyê jî de dijî wê guhertinan bin. CHP û AKP di bangeşeyên xwe de eşkere dikin ku AKPe dixwaze rejîma Tirkiye biguherînê. Lewre ew dijî wê sîstemê ne û ew dê di rapirsîyê de bêjin; “na” û dê bang li rayagiştî ya Tirkiyê jî bikin ku dijî wê pêşnumayê bin.

Heta niha li Tirkiyê 7 caran referandum bo destûrê çêbûne. Di dema desthilatdarîya AKPê ev cara sêyeme ku referandum dihêt encam dan lê di ti referanduman de navê kurdannehatîye hildan. Çavdêrên siyasî balê dikişînîn ser dengê kurdan û eşkere dikin ku rola kurdan dê tesîrê liser encamên rapirsîyê bike. Nûnerên partîyên Bakur bîrên xwe derbarê guherîna destûrê de anîn ziman û eşkere kirin ku di vê destûrê jî de kurd “tune” hatine hesibandin. Nûnerên gelek partîyan eşkere dikin ku ew dê di rapirsîyê de nebêjin “ere” û dê dengê “na” bi kar bihînin.

Cîgirê PSKê Bayram Bozyel: Em dê nebêjîn; “erê”

Daxwaza me diyare, êdî bi pîneyan, bi guhertinên wisa meseleyên Tirkiye,meseleya kurd û ya demokrasîyê safî nabe,bingeha pirsgirêkên heyî zîhnîyeta avakirina komara Tirkiyê ye ku rengê xwe daye destûra salên 1924-1961 û 1982 niha di pratîkê deye.Divê ev hişmendîya ku bi ser înkara gelê kurd û kêmnetewan de hatîye avakirin bi tevahî biguhere, wekî dihête zanîn di vê destûra heyî de heta niha 18 caran guhertin çêbûne,car caran guhertinên baş jî çêbûne.Bo nimûne, di dema pêvajoya Yekîtîya Ewropa salê 2000-2010 de.Lê tevî guhertinan,felsefe û hişmendîya nîjadperest û tekparêz ya vê destûrê negûherîye. Ev pakêta dawî jî berhema AKPê û MHPê ye û mohra MHPê zêdetir liser heye ev tenê bi xwe jî nişan dide ku ev pakêt ji pirsgirêkan Tirkiyê re nabe bersiv. Em wekî Partîya Sosyalîsta Kurdistanê dibêjin ev pakêt ji derdê me re nabe derman em ji vê re nabêjin erê,em destûreka nû dixwazin da ku ji pirsa kurd û meseleyên din jî rêya çareserîyê veke û li Tirkiye sîstemeka federalî ava bibe. Tiştê heta niha me zelal kirîye yek jê ev e em ji vê destûrê re nabêjin ‘’erê’’ ya dudan em daxwaz dikin ku destûreka demokratîk û federal were rojevê ya sêyem jî raya me çi be di nava pêvajoyê da bi hevdîtinên derdorê din re bi yekdengî û perspektîvek neteweyî  emê derkevin hemberî raya giştî.

Serokê PAKê Mustafa Özçelik: Kurd di destûra nû de jî tune ne

Demek e bi navê rewşa awarte mafên heyî bi giştî hatine qedexekirin û hema hema em dikarin bêjin destûra heyî jî hatîye binpêkirin. Dema ku em li destûrên komara Tirkiyeyê ji damezrandina wê û heta îro dinêrin hemû destûr liser hişmendîya tunehesibandina milletê kurd û rêlibergirtina mafê wan ê neteweyî  û demokratîk hatîye amadekirin. Di ti destûran de xeynî tirk û zimanê tirkî ti mafek ji kesî re tune,zimanê kurdî qedexeye,hebûna milletê kurd tuneye,mafê wan tuneye. Di nava kurdan de munaqeşeyên xelet hene dibêjin gelo sîstema parlementerîyê jime re baş e an sîstema serokatîyê? Em wekî kurd dibêjin ev gengeşîya ku îro liser destûr û sîstema serokatîyê dihêt kirin di eslê xwe de ji milletê kurd re ti tiştek nîne. 25 milyon kurdên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mixabin yek mafê wan ne di ya heyî heye ne jî di guhertî de heye; pêwîstî bi destûreka nû heye. Ev destûra nû jî divêt hebûna milletê kurd hebûna du millet û du welat şirîkatîya Tirkiye û Kurdistanê li ser sîstemeka federal tarîf bike û maf û azadîya hemû etnîsîteyan beşên civakî,olî û mezhebên li Tirkiye û Kurdistanê jî mafê wan bixe bin garantîyê. Me wekî PAKê biryarek daye di nava endamên xwe û dor û bera xwe de em vê meseleyê munaqaşe dikin. Digel partîyên Kurdistanî jî em di pêwendîyê de ne digel wan jî helwêstek hevbeş nîşan bidin. Sê alternatîv di nava kurdan de dihêt munaqaşe kirin yek na ye, ya din boykote, ya din jî dibêjin em ê biçin ser sindoqê protesto bikin ev alternatîv di nav me de jî dê bihêt munaqaşekirin,di nava partîya me de kesekê ku dibêje erê tune. Divêt em xwe wekî  AKPê,CHPê,MHPê nebînin û xwe wekî hemwelatîyekê Tirkiye nebînin divêt wekî hemwelatîyekê kurdistanî,ji pencereya Kurdistanê li meseleyê binêrin.

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak: Kurd dihênê înkar kirin

Ev qanûna esasî pirsa kurd û pirsa demokrasîyê li Tirkiyeyê bi giştî çareser nake û di nav çêkirina qanûna esasî de partîyeka wekî MHPe jî cîhê xwe girtîye.Şertên MHPê jî ev e ku maddeyên yek-du-sê-çar nehên guhertin. Li vê derê hebûna milletê kurd dihête înkarkirin, maneya wê jî ev e ku mafê wä yê demokratîk û yê rewa dihêt redkirin. Em û hemî kurd dîtina MHPê li Bakur baş dizanin bo vê yekê jî ew li Bakurpartîyeka marjinal e. Ez bawer dikim ku jibo hewldanên referandumê kurd ewqasî neeleqadar in jiber ku pirsgirêkên wan nahên rojevê û me wekî partî biryara xwe liser referandûmê nedaye. Piştî civîna meclîsa partîyê em ê biryarên xwe diyar bikin.

Berdevkê Tevgera Azadî Sedat Doğan: “Erê” jî “na” jî ne di berjewendîya kurdan de ye

Ev destûra ku hatîye çêkirin, bi tifaqa gelên Tirkiyê nehatîye çêkirin. Ev destûr bi tifaqa 2 partîyan tenê hatîye amadekirin û ji xwe nêrîna van partîyan jî diyar e. Heger ku destûra berê çiqasî nebaş be jî mirov dikare bibêje ku sîstema nû dê ji ya berê nebaştir be. Mesela navê wê sîstema serokatîyê ye. Li dinyayê mînakên wê heye lê wekî mînak li Îngîltere modela kralîyê heye lê îro kes nikare bibêje hiqûqa kralîyê dihêt birêvebirin,Îngîltere wekî dergûşa demokrasîyê ye lê dewletên Rojhilata Navîn meyla wan hertim liser dîktatorîyê ye jiber wê mirov ji dahatîyê ditirse. Diktatorîya ku li Tirkiye çêbibe, mafê mirovan,mafê civakî bi giştî ji holê rake. Di naveroka destûrê de behsa kurdan nahêt kirin,li Rojhilata Navîn 50 milyon kurd hene lê ti kes behsa mafê kurdan yê bingehîn nake. Jiber wê jî “erê” û “na” dê ji kurdan re tiştek nîne. Ez ji vê destûrê nehîvîdar im divêt kurd xwe nexin bin bandora ti kes û partîyan,bi şexsiyet û navê xwe îro kurd xwe bikin hêz.

Serokê PDK-T Mehmet Emin Kardaş: Em dê herin ser sindoqê

Ev referanduma ku çê dibe jibo neteweya kurdan ti zagonên ku maf û derdên kurdan çareser bike naêxe rojevê. Ev jî ligor parlemena dewleta dagirker ya Tirkiyê tiştekê xwezayî ye,di destûrê de xala herî girîng serokatîye. Serokwezîrtî dê bihête rakirin û li şûna wî jî dê serokkomar derkeve rojevê. Jibo kurdan tiştekê ku em bibêjin baş e tuneye jiber ku daxwazên neteweya kurd gelekê cûda ne,em wekî hin kesan jî nabêjin ‘’em te nakin serok’’ û em nabêjin em naçin ser sindoqan lê jibo kurdan wekî Partîya Demokratî Kurdistana-Tirkiye emê vê meseleyê şîrove bikin.

Serokê Partîya Maf û Azadîyan (Hak-Par)ê Refîk Karakoç: Em guherînan gring nabînin

Destûra heyî jixwe destûra sala 1980 ya darbeya leşkerî ye. Di naverokê de çareserkirina pirsgirêkên komara Tirkiyê ye û yê kurdan tune. Jibo çi ev dihêne guhertin? Jibo ku sazîyên dewletê zêde bixebitin û zûtir biryaran bistînin siyaseta xwe ya îroyîn ya xelet bajon,jibo vê yekê ev guhertin çêdibe. Ev guhertin jibo kurdan tiştekê nû nîne bo gelê me jî ti xal di nava wê de tune, em li hemberî van tiştan inû vê yekê rast nabînin. Emê di meha sibatê de bi meclîsa partîyê re civînekê lidar bixin û li hember referandûmê em dê helwêsta xwe bi wî awayî diyarbikin. Di vê destûrê de kurd tune ne û pirsgirêkên wan jî li ber çav negirtine, di maddeyên ji meclîsa Tirkiyê derbasbûne de jixwe bo kurdan tiştek tune, û em jî wê guherînê gring nabînîn.

Serokê ÖSP Sinan Çiftyurek: Em dibêjin “na”

Partiya Azadî û Sosyalîzmê dibêje ku di vê referandumê de divê em bêjin ‘na’. Nabûna me jî ji partiyên wekî CHPê û Partîya Nîştimanî ya Doğu Perînçek cûdatir e. Em tenê ji 18 xalên destûrê nabêjin ‘na’ divê em ji destûra bingehîn ya 1982a jî re bibêjin ‘na’. Destûra 1982an generalan çêkiribûn, çi pirsgirêka kurd çi pirsgirêka gelê Tirkiyeyê qet çareser nake pirsgirêk di vir de derdikeve holê. Em wekî ÖSPê bangî partiyên kurdan dikin û li Amedê partîya me yek bi yek digere û danûstendinên me hene. Em dibêjin lihember guhertina 18 xalan û destûra bingehîn ya 1982an di referandumê de em wekî partîyên kurdan helwêsta xwe diyar bikin û bibêjin ‘na’. Em dibêjin na lê em çi dixwazin divê em daxwazên xwe jî bêjin.

Share Button

Warning: Division by zero in /mounted-storage/home145/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1379