أخبار عاجلة

EHMED QASIM : Yekbûn Serxwebûne

Share Button

احمد قاسمBo çi ev gazinc naqedin
Rexne û lome li rû didin
Gazicin me bê hedane
Ji hev re wek dijminane
Tevlokcîne li dijî hev
Gelawçîne li serê hev
Ji xelkê re ser li jêrin
Li hev gur û şêr biwêrin
Li rewşa xwe venagerin
Tev koçber û penaberin
Bê xewn û daxwza û hêvî
Dijmin ji we dixwê nêvî
Lê ji bo hev çi neyarin
Li her gavê bi zirarin
Li nav davên dijmin bi bend
Ji hev nagrin lavan û pend
Çima korî ji bona xwe
Rê nabînî li pêşya xwe
Didî ser rêya neyaran
Dibî wek dîl û hejaran
Nanê te tisîye bê rûn
Li jêr her dimînî bê şûn
Xwedî malî xwedî milet
Ger azabî dibî dewlet
Welatê te dewlemende
Bi şar û şaroçk û gunde
Bi av û kanî û Petrol
Çima mayî dîl û bê rol
Bişo ew mêjîyê gemar
Bibe xwedî bîr û biryar
Milet li hêvya yekbûnê
Yekbûn rêya serxwebûnê
Dijmin ditirsê ji wê rê
Li piş we digrê wê pirê
We digrê yek li dû yekî
Ji dest we digrê wî çekî
Bi çekên we, bi malên we
Wêran dikê hebûnên we
Idî bese roj tête der
Çerxa dîrokê tim li ger
Carek li jêre, yek li jor
Ji bo te tê ew ger û dor
Rabe bigre rê û sirê
Bibe xwedîyê wê pirê
Derbas bibe her wî alî
Bighê bigre wî pergalî
Pergalê ya serxwebûnê
Jiyana pêkanibûnê
Bi raman û bi zanistan
Tu wê azadkî Kurdistan.
——————————–

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

وزير الخارجية التركي يزور اقليم كوردستان

من المقرر ان يقوم وزير الخارجية التركي مولود جاويش أوغلو، اليوم الأربعاء، بزيارة اقليم كوردستان ...