أخبار عاجلة

PDPKS peşdarî salvegera damezrandina partî ya HAK-PARê bû

17103483_770061409822944_2870870705954608623_n

Duh, li 4/3/2017 bîranîna 15mîn salvegera damezrandina partî ya HAK-PARê bû, em ( Rêxistina PDPK.S li Istenbolê hatne vexwendin; li gel vexwendina bi dehan sîyasetmedar û nûnerên partîyan û rewşenbîrên serbixwe.
Her weha, derfetê gotinekê ji bo partîya me hîştibûn, ku heval Ehmed Qasim hatibû vexwendin ji bo wê gotinê:
Gotina heval Ehmed Qasim gotinek pîrozbahîbû di pêşî de, û tekez li ser wê yekê kir ku, ev partî weke HAK-PAR bi rawêjmendî û li ser erêkirina mamuste HEMÎD DERWÊŞ sekretêrê partî ya me ( Partîya PÊŞVERÛ ) hatîye damezrandin, ku di wê demê de çendîn pêwêst bû partîyeke wusa bête damezrandin, ji bilî, ku pêwendî yên biratî û îstîratêcî di navbera partîye me û partîya sosyelista kurdistanê de ji roja rojda bi kûranî berdewam kir û hînjî didome bi rêbertîya mamuste HEMÎD DERWÊŞ û mamuste KEMAL BURQAY, ku li ser nêrînên hevbeş ev pêwendî xweragir û çespandîye…
Li dû vê pêşgotinê, heval Ehmed Qasim derbasî ser helwêstên ( PÊŞVERÛ ) bû, sebaret li ser bûyer û serpêhatîyên rû didin li Sûrî û kurdistana sûrî, anî ziman, nemaze rewşa siyasî û kongira Cinêvê û nûnertîya kurd ku bi şêwakî reng sêwîtî amade dibin bi şêwakî lawaz û bê hêz û bê bandor.. Her wehajî, tekez li ser yekrêzîya tevgerê kir, û pêwistî û giringîya avagirina lêvegerîneke sîyasî û şandeke yekgirtî kanibê nûnertîya kurd bikê bi hêz û bandor, da ku kenêbê wek şandeke serbixwe li ser mêza guftogoyan doseya kurdî radestî encûmena navdewletî bikê, û tekez bikê li her cîkî ku bê çareserkirina pirsa kurdî kirîza li Sûrî nayê çareserkirin..
Li dawî, nerazîbûna partî li ser bûyera li şengalê rû dayî di navbera pêşmergeyê roj û hêzên bi ser PKK ve anî ziman, û her wehajî, çareserîya pirsgirêkan pêwîste bi diyalogê bê. şerê çekdarî di navbera du hêzên kurdî de xizmetî dijminên kurd dikê, ji bilî ku doza gelê kurd binpê dikê.. lomajî, û ji ber vê tirsê, partîya me her û her tekezê li ser yekrêzî dikê. bo bi serxistina vê nêrînê em we jî dixine ber erk berpirsyarîyê, da ku hûnjî bi me re alîkarbin ji bo biserxistina pirojeya yekrêzîya kurd.
Bi çepikin germ û dirêj gotina heval Ehmed Qasim bi dawî hat, û tevayî amadebuyan piştgêrîya xwe ji nêrîna partîya me re nîşan dan.
*Nûsîngeha raghandina rêxistina ( PÊŞVERÛ ) li Istenbolê.
5/3/2017

———————

16996375_770061559822929_4570801521332377337_n

17021547_770061426489609_1404146562966755515_n

Share Button

Warning: Division by zero in /mounted-storage/home145/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1379