أخبار عاجلة

Bawerê Omerî: Susretên miletekî

Share Button

Ji hezar û çarsed û sîh salî ve dema beşekî ji Kurda dev ji ola xwe berdan û bi xap û rîpên Ereban di bin navê Xwedê û zora şûrên wan de bûn Misilman, ji wê çaxê ta roja îro ew dibêjin:“wê rojek bê û wê Xwedayê mezin mafên me ji dijminê me bistîne“.

Lê hevsiyên me yên oldar qaşo bi wekhevî û maf û biratiyê re ne, bi salane me ji bin destê wan qîr û haware, wan em kirine pêrçe werçe, bi navê netew û ola xwe ta vê sedsala bîst û yekê me talan dikin, gund û bajarên me wêran dikin, zevî û xak, jin û keç, zarok û zêç û xwîna me kirine mîna pertal û neftê ji xwe re difroşin, û hîn jî bê hişên me dibêjin:“Wê rojek bê û wê Xwedayê mezin mafên me ji dijminê me bistîne“. Û xweska van dîn û nezanan tenê zanîbana bê dijminê wan kî ye?.

Susreta yekem: Iro jî beşek ji miletê me bûne hevalbandên Tirkên Osmanî û biraderên misilmanan û bi hev re bi navê rikbera Sûriyê û sûpahê azad yên Sûriyê (Misilmanên Suna) şerê miletê Kurd li Kurdistana başûrê rojava û Elewiyên Sûriyeyê dikin, leşkerên Tirk û çeteyên wan daran ji bînî ve dibirin, gundan wêran dikin, malbatên Kurda ji sînor dûr dixin, ev wêrankirin tevde bi mehna ku Tirk û hevalbendên wan şerê endamên dewleta islamî (DAIŞ) û PKK û PYD dikin, ya rast jî ne ev e, tenê tirsa  neteweperest û ewleyiya Tirk û hevalbendên wan li ser astê herêmê û li cîhanê tevî pêşveçûna pirsa Kurd e, lê miletê Tirk û rejîm û leşkerên wan ji bîr kirine, ku dewleta wan bixwe jî dewleteke olî û islamî ye, û Tirkiyê bûye keleha biraderên misilmanan li cîhanê, û cîhan tevde bi çavên serên xwe dibînin bê çawa leşker û ewleyiya Tirk endamên DAIŞ ê derbasî nav sînorê Sûriyeyê û Kurdistana başûrê rojava dikin, tekez, ku sibe ji wan re lihev hat û rejîma li Şamê (Dîmeşqê) rûxandin, ji sedî sed ji devêla ku sîstemeke dîmoqrat û dadmend li Sûriyeyê û Kurdistana başûrê rojava ava bikin, wê şûna wan li herêmên me tenê mizgeft û kerxanan ava bikin, ango wê dewleteke nû ya islamî li herêmê ava bikin.

Di sala çûyî de (2016) ji berhem û qehremaniyên leşker û ewleyiya Tirkên Osmanî, û li ser destê şahinşah û padîşah û serûk û bavê biraderên misilmanan li cîhanê rêzdarê mezin Receb Teyib Erdoxan, di sê mehan de li Kurdistana bakur bi tank û top û balafirên cengî bi dehên bajar û gundên Kurda wêran kirin, û bi fermanên wî nêzîka panzde hezar Kurd pakrewan bûn, tevî ku gelek ji wan cangoriyan bi raman û karên xwe hevalbendên partiya AKP ê bi xwe bûn, û ta îro jî ev şerê wî li dijî miletê Kurd berdewam e.

Lê susreta herî mezin ew bû, ku pirên berpirs û rêxistin û partî û dezgehên ragihandina kurdî û yên herêmî û ta yên navdewletî jî, li sedemên vê êrîşa hovane û gefdar (Terorîstî) nepirsîn, û ti kesî lêkolînek li ser vê fermanê nekir û negotin çima rejîma Tirkiyê fermana dide û leşker û ewlehiya wî miletê Kurd talan dike û wî bi vî rengî dikuje, û susreta ji hemî susretan mezintir jî ew e, ku hinek Kurd tevî vê fermana bi serê wan de têt, hewil didin mizgeftan li hinek bajarên Ewropayê ava bikin, ew kesana li cem Kurda dibêjin:“Em PKK lî ne“. Û li cem Tirkan jî xweş AKP lî ne.

Susreta duwem:Ji sala 1979 a ve ta roja îro rejîma mele û sofiyan li Eyranê di her delîvekê de ku jêre têt, êrîşî gund û bajarên Kurda li Kurdistana rojhilat dike, û li Ewropayê serkirdên Kurda dikuje, û li Eyranê her roj bi dehan xortên Kurda bi darê kindirê dikuje, lê susreta pir balkêş ew e, ku kesek ji Kurdên me newêrin li dijî van kiryaran rawestin û şermezar bikin, û pirên dewletên mezin bi çavên serê xwe vê fermanê dibînin, lê ew jî naxwazin vê gefdana rejîma meleyan ji bo berjewendiyên xwe şermezar bikin.    

Susreta sêyem: Di sala 1923 ta1929 a bi alîkariya partiya qomunîst ya Ûrus komara Kurdistana sor hate damezirandin û ragihandin, rêxistin û partî û rewşenbîrên Kurd ta salên heyştêyî ji sedsala bîsta di nivîsandinên xwe de çêr Kurdistana sor dikirin, lê vê paşiyê kesek nema zane bê ew beşê Kurdistanê çi pê hat, gelo çima kes nema wêre doza vî beşî bike, gelo desthejandinek li ser firotina vî beşî çêbûye? Yan jî bê xwedî maye? Ev jî ji susretên pir mezinin di nav miletê Kurd e.

Susreta çarem: Di destpêka şerê li Sûriyeyê û Kurdistana başûrê rojava de (Kurdistana Sûriyê) hinek lêkolînvan û nivîskar û rêzanvanan û bi taybet yên Kurd û Ereb jî bawer dikirin, ku rejîmên herêma rojhilata navîn û Emerîka yekbûyî û hinek ji dewletên Ewropayê, wê di mehekê de rejîma Elba,is û serûkê wê Beşar Elesed birûxînin, û li ser vê nerîna şaş, pêkhatiyên Sûriyeyê û rikberên wan ketin nav sîber û xewnan de (Ez bi xwe ne bi vê nerînê re bûn), û bi van nerînên bê xwendin û karvedanên bê pîvan, xwe xistin bobelateke pir mezin de, û bê hember xwe dan destê dewletên li herêmê û hinek dewletên mezin, û wan nizanîbûn ku yê bixwaze rejîma Sûriyeyê bide rûxandin, gerek e xwe ji şerekî dijwatir re amade bike, çi li ser asta rêzanî û diplomasî be, û çi jî li ser asta hêzên leşkerî be, û heger hevalbendên vê rejîmê dîtin ku hestiyarî li ser hevalbendê wan li Şama şerîf heye, wê çaxê ew amadene çekên kîmawî û atomê jî li dijî rikberê bi kar bînin.

Susreta pêncem:

Partî û rêxistinên rikbera erebî û kurdî ta sala 2011a li Sûriyeyê, hinek bi roj û hinek jî bi şev û bi dizî, lave dikirin ku bi serûk Beşar Elesd û berpirsên desthilatdariya wî re rûnên û hevdîtinan bi wan re bikin, û ev di xebat û karê rêzaniyê de tiştekî rewa ye, lê piştî 2011 a nema kesî qîma xwe bi rûniştina bi rejîmê re anî, û li ser wêneguhêzan digotin, rejîm nemaye, û em ê nêzîk serûk Beşar mîna serûkên din yên diktator di zindanê de yan jî kuştî bibînin, û paşê desthilatdariya Sûriyeyê dikeve destê me de.

Ev xwendina rikbera Kurdî û erebî jî dawî şaş û ne rast derket, ji lewra bandora wan di danûstandinan de ji bo çareseriyeke aştiyane ji kêşeyên Sûriyeyê re bibînin pir lawaz bû, û dema rikbera erebî û kurdî di hevdîtinên li Cinêvê de bi nûnerên serûk Beşar û desthilatdariya wî re diketin goftûgoyan de, wê çaxê nema baweriya kesî bi vê rikberiyê hat, û vace jî weha dibêje, heger ku ev kesana bi rastî xwediyê pirsekê bin, pêwîst e û pediviye ew li Şama paytext van danûstandinan bi rejîmê re bikin, ji lewra niha serkêşên vê rikberîyê bûne Ba,isiyên berê, û bi zanebûneke pir jîr û bi alîkariya nûnerê neteweyên yekbûyî desthilatdariya Elba,is ya li hindur bi ya li derve re goftûgoyan pevre dikin.

Lê susreta herî herî mezin, dema serdarên Kurd li Kurdistana bakur û başûr û rojhilat, bi serûkê Tirkiyê û Iraqê û Eyranê re û ta yê Sûriyeyê re jî danûstandinan dikin, ji wan re maf û karekî rewa ye, lê dema berpirs û serdarên Kurdistana başûrê rojava (Kurdistana Sûriyê) bi berpirs û serûkê Sûriyeyê re rûnên û li ser pirsa Kurd û kêşeyên Sûriyeyê danûstandinan bikin, li nav kolana kurdî û li cem hinek bêhiş û nezan û dexsokan karekî ne rewa ye.        

Susreta şeşem: Hinek ji Kurdên me, ta 1982a çi rast, çi derew xwe di ber navê Barzanî û PDK başûr de didan kuştin, û êrîşî rêzdar mam Celalê Talabanî û partiya YNK û hevalbendên wan dikirin, ew berevanî jî bê hember û bê sûde bû, ango buhayê wê jî tune bû, û welatparêziyeke belaş bû, lê ji ber berjewendiya wan wilo dixwest, wan bêbextan derew li xwe û miletê xwe jî dikirin, û ji van susretên ku dilê mirov jê dixele ew bû, ku ew kesana piştî heyştê û dudowan, ji nişkave bûn alîgirên PKK ê, vêca berûvajî salên berê, berevanî li rêzdar Ebdelayê Ocelan û PKK ê dikirin, û êrîşî ser rêzdar Mesûdê Barzanî û PDK başûr û hevalbendên wan dikirin, û di wê şanoyê de êrîşên xwe li ser rêzdar Mam Celalê Talabanî û YNK ji bîr dikirin.

Susretên pir û bê dawî:

1 – Hejmareke pir ji partiyên kurdî û Kurdistanî hebûna wan ne bi hêza endam û nerîn û piroje û xebata wan ve girêdayî ye, lê belê tenê bi mûçeyê hezar ta sê hezar dolar ve yên ji wan re têtin, girdayî ye.

2 – Hejmarek ji kesên bi salan li malên xwe rûniştî bûn, ew dûri êş û azar û belengaziya miletê xwe bûn, û bi kar û mal û xweşiya jiyanê ve mijûl dibûn, welat û milet û malbat û heval û dost hemû ji bîr kiribûn, çawa hate bîra wan ku ew û malbat û pereyên xwe di nav civata kurdî de mane bê nirx in, ji nişkave xwe gihandin nav refên hinek partiyan, û susret û bobelata pir mezin ew bû, ku ew kesana di şev û rojekê de bi hesanî di nav wan partiyan de bûn serdar û berpirs, û kar û xebata berê ya endamên wê partiyê jî rawestandin, û ziyanek pir mezin gihandin partî û netewa Kurd, ji ber ew ne ji bo xebatê û netewa xwe derbasî nav wan partiyan dibûn, tenê nav û deng ji wan re gerek bûn.

3 –Di berxwedana gelê Kurd de sala 2004 a li Kurdistana başûrê rojava ya ku navê bû serhildana Qamişlê, li dijî rejîma Sûriyeyê, me (Rêxistinên tevgera Kurd li Kurdistana Sûriyeyê) li bajarekî Ewropayê alîkariya diravî dida hev, em çûn mala Kurdekî ziman dirêj, me li deriyê wî xist, wî xwe li hindur veşartibû, û derî ji me re venekir, û alîkariya xwe jî neda, piştî demek di ser wê fermanê de çû, me xwest em komelake Kurdî li wî bajarî damezirînin, di civata pêşî de, ew kes jî amade bibû, radibû ser çogê xwe û bi germî digot:“Gerek e em aboneyên xwe yê mehne bidin, û yê nede, bela nebe endamê komela me, û em ê têkiliyên xwe yê civakî jî bi wî re bibirin“.

Em diçûn malên hineka xwe didan alî, û hinka digotin:“ Me di riya xwe ya taybet re alîkarî şandiye welêt“, lê me zanîbûn ku ew ne rast dibêjin, paşê hinek ji wan kesên nemerd bûn berpirs di hinek rêxistinên partiyan de li Ewropayê.

4 – Endamekî partiyekê aboneyên xwe yê mehane yê rêxistina xwe nedida, û wî bi xwe digot:“Li herêma Kurdistana başûr gelek dizî û gendelî heye, û ew dizî û gendelî gihaye Kurdistana başûrê rojava jî, û gerek e em nehêlin li nav partiyên me ev tişt çêbibe“.

5 – Di vejandina şahiyeke Nûrozê de li bajarekî Elmanya, min nedixwest ti deng werin guhê min, û min pir bêriya Nûrozên welat kiribû, wê rojê li ber çavên min tenê wêneyên teqîn, kuştin, talan, ferman û çekên Kêmawî diçûn û dihatin, û ji ber van dîmenan wê rojê rewşa min ne pir baş bû, li wir min dostekî xwe yê kevn dît, em pev re derketin derveyî holê, min li rewşa wî û ya welêt dipirsî, wî bersiva min baş nedida, ta ku em nêzîkî tirimbêla wî bûn, û bê ku ez jê bipirsim, wî du sê cara li ser hev ji min re digot: Bawer, biner! ev tirimbêla min e, û ev a din jî ya birayê min Ebdil….. ha“.

6 – Dema Encûmena niştimanî ya Kurd li Kurdistana başûrê rojava (ENKS) hate damezirandin, rêjeya endamên serbixwe têde pir bûn, ji nav wan endaman yên welatparêz û pir bi rûmet hebûn, û yên ne welatparêz û pir bê rûmet jî hebûn, heçî ji beşê dudowan bûn, timî doza mafê xwe dikirin û digotin:“Em xebatkarên resen in, û van partiyan ji pêncî salî ve ti kar nekirine, me di mehekê de karîbû pirsa kurdî bi cîhanê tevî bidin nasîn“. Piştî demekê me dît ev beşê dudowan dûrî ENKS ketin, û çawa hinekan qorziya dolarên malik şewitî bi dizî pêşkêşî wan kirin, di şev û rojekê de bûn heval û endamên wan partiyan, û bûn rêveber di dezgehên ragihandinê de, û hemahengiyên xwe û ENKS bi du qurûşan firotin, û karên xwe bê rê pirsa Kurd di Sûriyeyê de zû zû çareserkirin û li malên xwe rûniştin, û niha jî doz dikin ku miletê Kurd ji bo vê xebata wan ya nandoziyê li bajarên Kurda pûtan ji wan re ava bikin.

8 – Ji sala 2013 a ve partiya yekîtiya dîmoqrat bi alîkariya hevalbendên xwe xweseriyek ji desthilatdariyê li Kurdistana başûrê rojava damezirandiye, û ev karekî pir baş û serkeftî ye, bi erênî û neyêniyên xwe ta roja îro ew kêferatê dikin, ta ku wê destkeftinê biparêzin, lê di eynî demê de bi sedan endamên dezgehên vê desthilatdariyê li welat dev ji şûn û postên xwe berdidin û direvin û diçin derveyî welat, û ew endamên vê rêvebiriyê li civatan jî ji xelkên re dibêjin:“Me Kurdistan rizgar kiriye, hûn bawer nakin, herin ji bi çavên serên xwe bibînin“.

7 – Ta roja îro pêşkarên Xwedê li ser zemînê, ango cendirme û ewleyiya Tirk bi hemû hêza xwe şerê miletê Kurd li Kurdistana bakur dikin, û li Eyranê pêşkarên Xwedê li ser zemînê, ango hacûc û macûcên sofî û meleyan li Kurdistana rojhilat miletê me qir dikin, û li Iraqê pêşkarên Xwedê li ser zemînê, ango dîn û efyonkêş û serseriyên dewleta Islamî ji hemû aliyan ve êrîşî Kurdistana başûr dikin, û li Sûriyeyê pêşkarên Xwedê li ser zemînê, ango çeteyên dewletê û biraderên misilmanan bi alîkariya leşkerên rejîma Tirk êrîşî gund û bajarên me li Kurdistana başûrê rojava dikin, ji lewra îroj hebûna milet û welatê me Kurdistan di vê sedsala bîst û yekê de li ber mabûn û nebûnê ye, û kula li ser kula wê rojê di şînekê de em rûniştîne, dudo ji Kurdên bakur pevre diaxivîn, yek ji wan ji yê din weha dipirse:“Ma, meha rojiyê kengî ye, lo?“.

De werin bi van nezanan re vê bobelatê û pirsa Kurdî safî bikin!, û ji ber wilo jî susretên miletê me pir in û bê dawî ne.

Bawerê-Omerî@hotmail.com

13.03.2017

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

غضب الفرات تتقدم ومقتل 35 داعشيا في الرقة

اعلنت المتحدثة باسم حملة غضب الفرات جيهان شيخ احمد اليوم الثلاثاء، عن تحرير حي الرشيد ...