أخبار عاجلة

partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û vejandina cejina netewî ya kurdî Newroza we pîroz be

Share Button

302-لوغو-ازرق

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û vejandina cejina netewî ya kurdî

Newroza we pîroz be

Hevalên xebatkar
Dostên rûmetdar

Di çardehê cehzerana sala 1957an de hejmarek ji têkoşerên kurd yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê damezrandin bi navê
Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî ji bo rêbertiya cemawerê gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê bike, û xewin û hêviyên gelê kurd di welatekî Azad de pêk bîne, Lê piştî demeke kurt ji damezrandina partiya me yekîtî di navber herdu welatan Sûriyê û Misirê de çêbû wê demê dest bi girtina xebatkarên siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî hemî heval û dost û kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji dest wan celadan ji motel ,kehreba û işkenceyên hovane dîtî , Lê vîna miletê kurd û Hişmendiya rêbaza partiya me ji hêz û çavsoriya wan celadan bi hêztir bû, Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiya me biryarek stand bi vêxistina agirê Newrozê li sêsid û şêst gundî kurdaxê da ku neyarên gelê kurd zanibin ku kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye lê belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî, û ji wê rojê de hişyarbûna netewî di nav gelê me de li Kurdistana Sûriyê dest pêkir.

Bi helkefta vê roja pîroz Em germtirîn silav û pîrozbahiyên xwe li demezrenêrê tevgera netewî ya kurd mîrê diplomasiya kurdî sekreterê Partiya me heval Hemîd Derwîş û hevalên Desteya kargêrî û Nivîsgeha rêzanî û Komîta Navendî û li hemî heval û xebatkarên partiya me û li tevahî miletê xwe dikin û dibêjin Newroza we pîroz be bi hêviya jîneke şad ji bo we û heyamek Azad û Demoqrat li vî welatî.
Li dawiyê bi qasî hejmarên zêtûnên Efrînê em Newroza we pîroz dikin û em bang li we dikin û dibêjin ber bi xebateke zêdetir ji bo pêkanîna xewin û hêviyên miletê me di welatekî Azad û Demoqrat de.

Bijî Newroz nîşana Azadiyê
Bijî xebata gelê kurd
Silav li giyanên pakrewanên Partiya Pêşverû û li hemî pakrewanên Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê
Serkeftin ji doza kurdî re

Efrîn / 20 / 3 / 2017

Rêxistina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

الفيلم الكردي “زاغروس”.. إلى العالمية

اختار المخرج الكردي “سهيم عمر خليفة” سلسة الجبال بين العراق وإيران”زاغروس” اسمًا لفيلمه وبطله الرئيس ...