Di 71 saliya Avabûna Komara Kurdistanê de

17626222_1355830804505912_5150953913381599011_nDi 71 saliya Avabûna Komara Kurdistanê de

Avabûna Komara Kurdistanê

Di sala 1945´an de gelê krud li Kurdistana Rojhilat û li bajarê Mehabadê rêxistineke bi navê “Komeley Jiyanewey Kurd” ava kir. Vê rêxistinê di sala 1945’an de navê xwe kir “Partiya Demokrat a Kurdistanê”. Qazî Mihemed bû serokê vê partiyê. Wî di 22’yê Rêbendana sala 1946´an de li Qada Çarçirayê avabûna Komara Kurdistanê ragihand. Di 11’ê Reşemiya sala 1946´an de parlementerên komarê sond xwar û dest bi karê xwe kir. Wan Mehabad wek paytexta Komara Kurdistanê diyarkir. Komara Kurdistanê salekê dom kir, lê di wê demê de pêşengên komarê di warê aborî, civakî û çandî de gelek karên hêja kirin. Rojname û kovarên mîna
“Kurdistan”, “Nîştîman”, “Hawarî Nîştîman”, “Helale” di vê demê de derketin.
Ji bo zarokan jî kovareke bi navê “Girûgalî Mindalan” derket. .

Piştî xebat û berxwedanek dûr û dirêj miletê Kurd li hemberî desthilatdariya Şahê Îranê kir, û ji ber ku mafê serxwebûnê. mafekî rewaye ji Gelê kurd re ku ew jî wek hemû gelên cîhanê ala xwe li ser xaka xwe hilde û jînek bi rûmet bijî di welatekî serbixwe û Azad de û di vê riyê de bi deh hezaran qurbanî pêşkêş kirine ji bo Azadî û serfiraziya Kurdistanê
Di roja 22/1/1946 an de li bajarê Mehabadê, Pêşewa Qazî Mihemed Komara Kurdistanê ragihand û li pêş kombûneke mezin ji xelkê kurd li meydana çarçira li Mehabadê ala kurdistanê hilda û got: ( Emro baştrîn roje le mijuyî jiyanî kurde roja ku alayî serbixwebûna kurdistanê li ezman şarê mehabad bilind dibe.. û rêbaza pakrewanan di riya azadiya kurdistanê de wê bibe simbola xebat û berevaniyê. îro em serbixwen e û baweriya me xort e, alaya Kurdistan ya ku bi fidakarî hatiye hildan emê biparêzin ji ber ku ew erkekî giringe li ser milê me teva û nabe bikeve ..) .
Avakirna Komara Kurdistanê bûyerên dîrokî bi xwe re anîn, ji wan bûyeran: guhertineke pir mezin di dîroka kurd de pêkanî, û kurdan bi destê xwe desthiladariyek ava kirin pê fêrî dewletdariyê bûn, tore û kultûra kurd jî hate vejandin, abûriya welêt hate vejandin, û tevgera kurdayetî li seranserî kurdistanê geş bû, xort û keçên Kurdistan ketin nav xebatê,û komela kurd bi hestên kurdayetî şiyar kirin ..
Herwiha yek ji çalakiya vê komarê ew bû ku jina kurd derbasî meydana xebatê kir.
Li gorî daxuyanên serokatiya komarê, wê demê, mebesta Kurdan ne cudahiya ji Îranê bû, lê da
Kurdan ji zilim û sîtema hikûmeta Şahê Îranê rizgar bikin.
Piştî ku yazde heyv li ser damezirandina komara kurdistanê derbas bûn, hêzên Şah, bi rêbertiya General Haşimî, êrîşî bajarê Zincan kirin, û ji wir peyamek ji Qazî Mihemed re şanidin da rê ji wan re veke bo derbasî Mahabadê bibin, lê serokê komarê ev yek nepejirand, û wê demê ew li derveyê Mahabadê bû, û bi lez vegeriya, lê hêzên Îranî bi tundî êrîşî wî kirin, û ji ber ku Qazî rewşa wê demê baş nas dikir, û ji ber gelek merc û sedeman, Qazî biryar da ku xwe radestî hêzên Îranî bike, bitaybetî piştî ku Sovyêt piştgiriya xwe ji Kurdan re rawestand,.
Di vê çarçewê de gelek hewildan hatine kirin da ku Qazî û birayên wî di wê dadgehê de bêguneh bi derkevin , lê biryara Şahê Îranî bo bidarvekirina wan derket, û di 30 Adara 1947an de ew li meydana Çarçirayê hatine bidarvekirin.
Tevî ku komar ji bilî 11 mehan dom nekir, lê wê gelek destkeftî ji Kurdan re pêk anî, ku radyoyeke Kurdî hate sazkirin, û bingeha sînemayê hate danîn, herweha dibistanên bi zimanê Kurdî hatine vekirin, û sirûda neteweyî bo Kurdan hate afirandin,
Komara Mahabad simboleke dîrokî ye di hebûna miletê Kurd de, jiber ku ew yekemîn car bû, di dîroka nûjen de, ku Kurd komareke taybet bi xwe damezirandibûn.
Sed silav li giyanê pêşeng û rêberê gelê kurd Qazî Mihemed
Efrîn 30 / 3 / 2017

Hişmend Şêxo
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Jêder : Pirtûka Komara Mihabad

Têbînî : Ev gotar di hejmara ( 50 ) ji Rojnameya Pêşverû de hatiye weşabdin

Share Button

Warning: Division by zero in /mounted-storage/home145/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1379