Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bîranîna 42 saliya damezrandina Y N K pîroz dike

Share Button

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bîranîna 42 saliya damezrandina Y N K pîroz dike

Bi helkefta bîranîna 42 saliya damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan nivîsgeha rêzanî ya partiya me pîroz nameyek ji serkirde û xebatkarên YNK ê re şand Ev deqa wê ye:

Serok Mam Celal sekreterê giştî yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan

Birayên hêja Endamên Nivîsgeha Rêzanî û Encûmena serkirdayetî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan
Silaveke rastgo

Bi helkefta bîranîna 42 saliya damezrandin û rêketina Yekîtî Niştimanî Kurdistan bi navê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û bi navê sekreterê wê heval Hemîd Derwîş Em germtirîn silav û pîrozbahiyên xwe li we dikin , û di rêya we re em vê şahiyê li hemî endam , kadir û dostên Partiya we ya bira pîroz dikin.
Yekîtî Niştimanî Kurdistan di rewş û heyamek zor dijwar de ji bin kulxan û aloziyên bedbîniyê bi rêbertiya heval Mam Celal bi rêket , piştî salekê ji damezrandina xwe şoreşa kurdî ya nûjen li seranserî Kurdistana Iraqê ragihand û agirê Rizgariyê li dijî celad Sedam Husên û rêjîma wî ya faşî barand.
Di wê xebata şoreşgerî de destanên qehremane hatin xêz kirin û ji nû ve hêviyên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bilind kirin.
Encam û berhema vê şoreşê Rizgariya Kurdistana Başûr û avakirina sîstemeke federal bû..

Ey birayên xebatkar

Em bawerin ku hûn baş dizanin vê derfeta dîrokî ya beramberî pêşeroja gelê kurd û metirsiyên li ser destkeftiyên netewî yên bi ked û xebata pêşmergeyên leheng û bi xwîna pakrewanên dilêr hatine bi destxistin , ji ber vê yekê em bawerin ku hûn tu carî xwe nadin paş ji ked û xebata netewî , Herwiha em bawerin ku hûnê bi hemî şiyana xwe bixebitin ji bo xurtkirin û bihêzkirina bereya hundirî , ji ber ku armanc û cîwaziya Partiya Mam Celal , Partiya pakrewanan ewe ji bo perjewendiyên gelê kurd e û nehêştina nakokiyên navxweyî û çareserkirina hemî pirsgirêk û qeyranên Kurdistanê ye.

Careke din bi helkefta rêketina Partiya we ya bira Em pîrozbahiya we dikin , û Em tekez dikin li ser girîngiya peywendiyên du alî yên di navbera herdu partiyên me de , Ew peywendiyên ku bi dirêjahiya salan serok Mam Celal û heval Hemîd Derwîş avakirne.

Silav li bîranîna 42 saliya damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan
Silav li giyanê pakrewanên qehreman

Qamişlo / 1 / 6 / 2017

Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

مدير مطار السليمانية: ليس هناك أي أمل بفتح مطاراتنا في القريب العاجل

اكد مدير مطار السليمانية طاهر عبد الله، أن “السلطات المختصة بالإقليم فقدت الأمل بحل الأزمة، ...