Ehmed Qasim: Hîsal Pêşverû 60 salî ya xwe bi bîr tînê.

Share Button

Hîsal Pêşverû 60 salî ya xwe bi bîr tînê.

Pêşverû yek ji wan partî yên xwedî binyad û bîr û bawerî yên kurdperwer û mafnas û demuqrate. Li dirêjîya 60 salî xebateke resen û xweragir û hişbîryane berdewam dikê. Li gor qonaxên cûr bi cûr, xebat û polîtîka xwe dipîvand û bi şêwakî terazî beramber û rû li rûyê astengiyan radwestiya, û berevanîya gelê xwe dikir li dijî siyasetên çewt û şovenîst û înkarkirina hebûna gelê kurd ji alîya rijêma Beisa şovenîst û pîlanên necadperest. Her wehajî, bi hişmendî û zanyarî rû bi rûyê kevneperestî û şopa olperestî derdiket, ji bingeheke zanistî û bawermendî ku siyaseta şovenîst û ya olperestî û paşverûyî ji yek makê ne, pêwîste ji bo bercewendî Sûriya bi tevayî û bi şêwakî taybet ji bo mef û bercewendiya gelê kurd, her weha ji bo mirovetîyê jî ev rengê siyaset û kiryarên hersê cûre hêzana bêne tazîkirin û aşkere kirin ku armanca wan ne li gor bercewendî xelkên Sûrî ne û di nav de gelê meyî Kurde. Lomajî, binyada damezrandina pêşverû ku di 14/6/1957an li ser bingeheke zanist û zanyar û hişmend û bîrawerî hate avakirin, ku bingeha wê damezrandinê li ser sê istûnan bû ( avakirina dewlatekî Demuqrat û zanist û desthilatdariyeke hevpar ).lewra binyada damezrandina Pêşverû binyadekî demuqrat û mafnas bû wek min anî ziman, lomajî, mafên gelê kurd li Sûrî bi peydakirina sazumaneke demuqrat û mafnas de girêda bû.. tekez li ser wê yekê dikir ku, bi ti şêweyî ji şêweyan mafên gelê kurd nayê çespandin di bin sîya sazumanekî diktator û şovenîst de.. eger lê werê û rojekê ji rojan rêjîm neçar bibê û di bin hinek fişar de ji bo razîkirina gelê kurd hin mafan ragihînê jî, lê di hewşê ku ew fişar ji ser rabê wê dîsa vegerê ser sîyaseta xweyî înkarê û çewsandina necadperestî li ser gelê kurd.( ezmûna şoreşa kurdî bi rêjîma îraqê re li sala 1970-1975an hînjî di bîra kurdan deye. Mamuste Ebdilhemîd Derwêş yek ji damezranêrê vê partîyê bû li gel çend rewşenbîr û sîyasetmedarên navdar, ku ewan rêbaz û destûra vê partîyê danîn li gor şert û mercên Sûrî û şêweya hebûna gelê kurd di Sûrî de li gor peymana ( Saykis Pîko ).. ku mafên gelê kurd di Sûrî de tenê di hindirê dewleteke demuqrat û hevpar û yekgirtî de çareser dibê, lomajî xebata netewî ya kurd bi xebata niştîmanî ve hatibû girêdan. Yanî pêwîste tevgera azadîxwaza kurd lihevkirineke niştîmanî bi tevgera azadîxwaza niştîmanî ya Sûrî re peyda bikê, û bi hev re têkoşîna niştîmanî berû pêş ve bibin bo êxistina sazumanê şovenîst û dîktator û damezrandina sazumaneke demuqrat û hevpar û yekgirtî, û pêkanîna mafên kurd yên netewî ya rewa li gor belgenameya navdewletî di mafên netewan de. Ji bo vê nêrînê, di rastîyê de, Pêşverû gelek astengî dît li pêşîya xebata xwe. Li hêlekê, şovenîstên desthilatdar li Sûrî operesyoneke berdewam li dijî xebatê partî berdewam dikir li kêlekê dijminatiya hêz û nifşên paşverû û olperest, ewên ku di bingehê xwe de li dijî xebata siyasî ya kurdin, û nemaze li dijî xebata Pêşverûne ku pêşverû ewjî bi bîr û bawerî û rêbaza xwe ve li dijî wan nifşan û desthilatdarê şovenîste . li hêlekêjî, bê guman ew nifşên civakî di nava civaka kurdan de ji olperest û fewdalan û kevneperestan li rarûyê xebata Pêşverû derketin, lomajî, rêjîmê keysa xwe di wê navê de dît û tevgerek tevlokî di navbera Pêşverû û wan nifşên civakî de şopand, da ku civakê ji xebata Partî bi dûrxîne û hewl da bo perçebûnê bixînê nava Partî. Mixabin ew armanca rijêmê hate cîbicî kirin di perçebûna partî de li sala 1965an.. û heta îro perçebûn berdewame ji ber gelek eger û sedeman, di vê gotarê de nayê şirovekirin, ji ber ew dikevin ber lêkolîneke dîrokî.. lê di rastî de, çendîn nakokî û kelem hatine pêşîya birêvaçûna xabata Pêşverû, hewqasjî Pêşverû ragirtî bû di fikr û raman û siyaseta xweyî hişmendî de. Parastina bingeha vê nêrîn û ramanê jî di rastîyê de bi hebûn û serpereştîya mamuste Ebdilhemîd Derwêş di Partîyê de heta Îro. Ez bi vê rastiyê ji qîmetê bi dehan, belko bi sedan hevalbend û kadiroyên di nava vê partîyê de kêm nakim, çimkî ew li ber destê mamuste Hemîd fêrî siyaseta hişmendî bûne, û çonetiya parastina gelê xwe di nava hişê xwe de ezber kirine. Her wehajî, bi sedan layingirê siyaseta vê partîyê ji rewşenbîr û welatparêzan wekî dîwarê kelan siyaseta vê partîyê parastine û nehîştin ev partî ji ser riya xweya rast bi vî alî yan bi wî alî de herê yanjî tê werbê. Sebaret bo rewşa Îro û helwêsta Pêşverû. Di rastîyê de, vê partîyê bi seroketiya mamuste Hemîd ji pêşîya kirîza Sûrî de hewl da ji yekrêzîya kurd re berî her tiştî, çiko, bê yekrêzîya tevgra kurdî di bîr û bawerîya partî de mehale ku kurd kanibê bergirî ji gelê xwe re bikê. Lomajî, rolekî pêşverû ya sereke hebû di lidarxistina kongira niştîmanîya kurdî li Qamişlo roja 26/10/2011an de û ji encama wê avakirina encûmena niştîmanîya kurdî bû. Ku disa Pêşverû bi şêwakî çalak xwest ew encûmen bibê hêzek û nûnertîya gelê kurd bikê di her warî de, nemaze, di warê bergirî û xebata diblomasî de piştî ku doseya kirîza Sûrî gihîşte sekoya encûmena navdewletî li Cinêvê. Lê wekî ku herkes dizanê rewşa Sûrî û şerên navxwe û bi hêzbûna rêxistinên terorîst û destêwerdanên dewletên bi bandor, wekî Siûdî erebistan û qeter û Îran û Tirkiya û di pêşîya tevan de Rûsya û Emerîka hîştin ku rewşa Sûrî bighê asteke gelekî metirsîdar û bêçare, nemaze ku hate xuyakirin rêjîm ji biryara çareya leşkerî û ewleyî venagerê, di demekê de ku Îran û milîsên wê li gel Hizbulahê Libnanî û Rûsya palpiştin ji rêjîm û biryara wî re li rarûyê hezên çekdar û sîyasî ya rikberî re, ewa ku Emerîka û layîngirê wê palpiştin jê re. Bi vî awayî rewşa Sûrî ji destê xelkê Sûrî derket û biryar bû ya hêzên dewletin bi bandor li ser Sûrî ku bûye sedema perçebûna tevgera kurdî di navbera herdu alîyên li dij hev. ENKS bi giştiya xwe ve xwe avête himbêza PDK îraqê ku ewjî ji hêla xwe de bi hevbende bi Tirkî re û di wî ezmanî de digerê û biryara ENKS jî bi bercewendîya xwe ve girêdayî. Her wehajî TEV-DEM ya bi ser PYD ve bi biryara PKK ve girêdayî ku ewjî bi PDK Îraqê re di kêferateke metirsîdarda ye ji ber ew bi xwejî di ezmana siyaseta Îranê de dikevê tevgerê, lomajî peymana Hewlêr1+2 û peymana Dihokê hatne binpêkirinê û yekrêzîya tevgerê di nav van herdû hevbendîyan de nayê bicîanîn û zirareke mezin dighînê pêşeroja gelê Kurd di Sûrî de. Li beramberî vê tabloyê Partîya Pêşverû hewl da ku tevgerê ji vê rewşê derînê, û rolekî navçîcî di navberî herdu alîyan de bilîzê, belkî herdu alî li ser dozekê lihev werin û bibê bingeha yekrêzîyê. Lomajî Pêşverû biryara vekşandina xwe ji ENKS raghand di kongira xweyî 14mîn de û egera vekşandinê aşkere kir di bin daxwaza avakirina lêvegerîneke sîyasî ji tevgera kurdî re û destnîşankirina şandeke nûnertî bo pêwendî û karên diblomasî li derva û Cinêvê jî bo bergirî ji doseya doza kurdî re. Mixabin, her alîyek ji a xwe daneket. TEV-DEM xwe dibînê ku desthilatdare li ser kurdistana Sûrî û xwedî hêzeke çekdare ku bûye hêzeke pêwîst ji hevpeymana navdewletî re ji bo şerê li dijî terorê, her wehajî bûye xwedî destkeftinên giring, lomajî, ew ti caran hevpar û hevpeşkan ji xwe re nabînê, û li ser parevekirina wan destkeftiyan nakevê ti bazaran. Her weha ENKS jî bê parvekirina wan destkeftan ber bi TEV-DEM de nêzîk nayê û xwe nakê bin baskê desthilatdariya PYD. Bi vî şêweyî ez dibînim yekrêzîya herdu alîyan daxwazeke bê encame di hîro de. Û gelek Pêşverû lome dikin û dibêjin divabû Pêşverû ji nav ENKS venekşiya belko rolekî bîtir bi bandor bilîsta. Ez dibêjim belkî tiştek ji wê hebê, lê li dawî hate xuyakirin ku gelek partî û serbixweyên di nav ENKS de li benda biryara Pêşverû mabûn ku Pêşverû ji nava ENKS vekşê da ku rola bi bandor ji wan re bimînê, belko para Pêşverû ji alîkarîya darayî ya ji Hikumeta herêma Kurdistana başûr û ya ji Hevbendiya niştîmanî ji wan re bimîne. Bê ku ez ji qîmetî kesî kêm bikim, di rastîyê de tevgera me ya kurdî gihîştî ye warekî ku dûre ji meydana xebata ji bo doza gelê kurd, û bercewendîya xwe xweyî û partîtî, ji bilî fermandarîya li serserî partîyên tevgerê li cîyekî din fermana distînin û tevgerê li gor bercewendiyên xwe dixine dewrê. Bi vî şêweyî, tevî ku qonaxeke zêrîne ji bo kurdan hatî ye, lê di rastîyê de, metirsîyeke mezin li ser pêşeroja gelê kurdjî heye. Bi tevayî hewl û çalakî û tevgera Partî ya Pêşverû, û nêrîna hişmendî û zanyarî ya Pêşverû di standina biryara xebatê de, hînjî xwe pêkane dibêne wê tevgera kurdî bighînê yakrêzî ku em bibêjin 60 saliya Pêşverû mûma yekrêzîya tevgerê vêxist bi vemrandina mûma şêstî re. Yan na, gelê kurd û layîngirên Pêşverû bi omîdin ku Pêşverû biryarin dîrokî bigre li beramberî van nakokî û kêşeyên metirsîdar. Bijî 60 salîya Partîya Demuqrata Pêşverû ya kurd li Sûrî. EHMED QASIM 4/6/2017

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

دي ميستورا يلتزم أمام المعارضة ببحث الانتقال السياسي

أفادت مصادر قناتي “العربية” و”الحدث” في جنيف أن المبعوث الأممي إلى سوريا ستيفان دي ميستورا ...