أخبار عاجلة

Ahmed Qasim : Kobanî .û şeva bêbextîyê

Share Button

Kobanî.û şeva bêbextîyê
———————————
Wêjeyek li ser diwaran
Li nava kolanan
Di nava pêsîrên bi şîr de
Di nava lêvên şîrmij de
Li ser dîwarên dilên evîndar
Di çavên zuha bibûn ji hêsran
Di qûncikên xeman de
Di nava gulokên mêjîyên westîyayî de
Bi tîpên di xwînê de guvaştî
Hate xemlandin.
Kobanî awazeke bê ( do rê ) bû
Bi dengê xemxwar û xemgîn û diljikestîyan
Stirana mirîyan dilêlandin
Xerîbîyê konê xwe bi ser Kobanîyê de vegirtibû
Hilma Daişê hina ji dîwaran neçûbû der
Merzelê şehîdan keskesor vedidan
Bi baskên giyanên pak û rewa
Dixwestin kenokan vegerînin ser lêvên daykên xwe
Dixwastin rengê şîn vegerînin ser dîwarin bîranînin çeleng
Dixwestin jiyanê geş bikin
Kobanî xwazîyeke avis bû
Hêvîyeke berbang bû di rûyê qederê de
Evsaneya lêhengên tolvedan bû
Li cîhanê deng veda
Lê dorpêçkirî ma li dervayî cîhanê
Bi navê Kobanî..
Bi wêjeya Kobanî..
Bi awazê Kobanî..
Kobanî li xwe pêçandin
Bi xwe re gerandin
Bêbextîya reş
Filêketa bê tol û bê tar
Li serê Kobanî
Di kûranîya şevê de
Di golên xwînê de gerandin û vegevizandin
Hîn jî kobanî awaze
Her dîwarek wêjeyeke
Li ser kevrê her şehîdekî
Çîrokeke bê dawî
Di gora her şehîdekî de nalîneke bê dawî
Kuştî kîye?
Mirî kîye?
Tawan bi destê kêye?
Şeva bêbextîyê tawan bare
Xwedî tawanê li dera han bêtawane

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

فرنسا تحدد 200 جهة خفية في تركيا ولبنان تمول (داعش)

أعلن الجهاز المكلف مكافحة تبييض الأموال وتمويل الإرهاب في وزارة الداخلية الفرنسية تحديد 150 إلى ...