أخبار عاجلة

Bawerê Omerî : Helwest

Share Button

Helwest

Ji wate û bêjeya helwestê xuyaye ku rawestandinek têde heye, dema mirov toşî bûyerekê dibin, û ji wan tête xwestin ku nerîn û têgeh û biryara xwe li ser wê bûyerê bidin, wê demê mirovên jîr û zana di wê rawestandinê de, hişê xwe tevî dicivînin û hezar carî nerîna xwe dixwînin, û hezar carên din jî başî û nebaşiyê, rastî û çewtiyê, ziyan û sûdeyê, û dawî berjewendiya kar û pirsa xwe didin ber hevdû, û bi sîngeke fireh û hosteyiyeke pir bilind, wê helwestê di giyan û hişê xwe de tirazû dikin, û deh hezar carê din jî dipîvin taku helwesteke rast bidin, û paşê hêzeke mezin di gewdê wan de çêdibe, ew hêz ji tevger û dirûvên li ser rûkêd wan xuya dibe, di encamê de ew helwesta xwe di rêka axaftin, nivîsandin, yan jî bi tevgera gewdêd xwe ya jî bi bêdengiya xwe wê pêşkêş dikin, ew rawestandin û dayîna helwestê, rewşa wan mirovan ji qûnaxekê derbasî qûnaxeke din dike.

Di van çend salên bûrî de ji sedsala bîsta û bîst û yekê, çend helwestên, ku li ser hemû asteyan nayêne daqurtandin Ii Kurdistanê û cîhanê hatin sitandin, ji wan: Helwesta mirîdên Şêx Izedînê Xiznewî, ya encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê, ya neteweyên yekbûyî û helwesta qumonîstên Sûriyeyê.

Helwesta mirîdên şêx Izedînê Xiznewî: Ji roja ku Xwedê jê xweş Ehmedê Xiznewî û malbata wî tekiya xwe li gundê Xizna û Til Marûf avakirine, bi hezaran mirîd û şagirtêd wan hebûn, ew tekî û dibistanên wan yên olî mîna dewletekê di hundirê dewleteke din de bû, wan şêxan hemû pêdiviyên jiyanê ji wan mirîd û şagirtên xwe re pêşkêş dikirin, ji welatê Pakistan û Efxanistanê ta bighêje Erebistanê û Kurdistanê mirîd û şagirtên wan dihatin wê tekiyê, lê ji wan mirîdên, ku bi hatina xwe pir balkêş bûn, mirîdên Kurd yên ji Kurdistana bakur bûn.

Polîs û nivîsgehên ewleyiyê li dergehê sînor, herdû aliyên sînorê Serxetê û Binxetê ji wan re vedikirin, bê ku ti kes ji ewlehî û karbidestên dergehê sînor astengiyan ji wan re çêbikin, bi sedan bi dû hev de mîna leşkeran radiwestiyan û bi serbestî didane pey hev, her yekî ji wan barek li ser milên xwe dikir û bêrîkên xwe jî tije pere dikir, û wek diyarî tanîn tekiya Şêxên xwe.

Piştî wan dît, ku li herdû aliyên sînor lêmiqatebûneke bê hempa li wan tête kirin, baweriya wan ya mîna kevir hişk, bi hêztir û hişktir dibû.

Ew mirîdên nezan bê sedem agir ji devê wan diçû, kesî nema wêra bû bi wan re biaxive, wan didît ku payeya Şêxên wan di ser ya Xwedê re ye, û her demî bi wê nezaniya di warê xwendin û zanebûnê de xwe di nav civaka kurdî de didan pêşkêşkirin, ango wan xwe didît wek leşkerên Şêxên xwe, û gelekan ji me bawer dikirin, ku ev mirîd ligor van gotinên xwe ji Şêxên xwe re bûne pişteke pir xort, ev jî nîşana hêza wan û Şêx bû.

Di destpêka 2014 a de hêzên çeteyên Enya Elnûsra û yên dewleta Islamî bi hin Erebên li herêmê re, êrişên hovane anîn ser gundê Til Marûf, bi wê fermanê re di yek rojê de tekî, dibistan, goristan û hemû avahiyên xwedêgiravî li cem wan mirîdan pîroz bû, li wî gundî wêran kirin.

Nûçeya wê êrîş û fermanê li herêmên Kurdistanê û hemû cîhanê belav bû, gelek kesa bawer dikirin, ku dibe mirîdên Şêxê li Til Marûf bersiva van tundrewan bidin, û herin bi hawara Şêxên xwe ve, lê pir mexabin, ku heya roja îro ti deng ji wan mirîdan nehatiye, û yekî jî ji wan helwestek bi mêranî nestendiye, ji ber ku xwestek û armanca wan di jiyanê de, tenê danheva pera û anîna jina ye, û razîbûna ewlehiya dewletê ji wan e.

Di dema ku gerekbû, xwe bidana hev û piştgiriya Şêxên xwe bikin, bi rejîma Tirkiyeyê re li bajarê Amedê pirtir ji heftê hezarî xwe dan hev, ji bo piştgiriya Erebên Misilman li Misrê û  Xeza û Israîlê bikin, berî wê jî bi sed hezaran li dijî riswakirina wêneyê pêximberê Ereba û ola islamê li Dewleta Denîmarkê di bajarên Tirkyeyê û Kurdistanê de li hev kom bibûn, herweha piştgiriya Misilmanên Yoxizlafiyaya kevn dikirin.

Bi wî karên xwe wan mirîdan tekez dikirin, ku baweriya wan ne bi Şêxên wan dihat û ne jî bi Xwedayê wan dihat, û dema ew dihatin û xwe davêtin bextê Şêxên xwe li Til Marûf, wê çaxê jî bi ferman û destûrdayîna rejîma Tirkiyê û Sûriyeyê dihatin, ango hatina wan mîna şanoyekê bû, ya rejîma Tirk û Sûriyayê ji wan re metinê wê nivîsî bûn.

Helwesta encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê: Berî 2011 a gelek partiyên ku niha di nava ENKS de ne, bi siloganan karê xwe dikirin, ji wan siloganan: Xebat ji bo rizgarkirin û yekîtiya Kurdistanê, doza mafê çarenûsî yê miletê Kurd li Sûriyeyê û kar ji bo serxwebûna Kurdistana Sûriyeyê .

Tevî ku ev silogan û daxwaz ji bo doza hemû miletan li cîhanê maf û daxwazên rewa ne, lê ligor rewşa miletê Kurd karekî pir zor û zehmet û xebateke dûr û dirêj jê re gerek e, ji ber ku ev daxwaz ne tenê bi siloganan bidest dikevin, bi wan siloganên xwe ve serê miletê Kurd gêj kiribûn, û tiştê mirov jê matmayî dimîne, dema nûnerên van partiyan li ser masê bi desthilatê û rikberiya Sûriyeyê û welatên din re rûdiniştin, newêrabûn doza otonomiyê ji miletê Kurd re bikin.

Di wê demê de çi partî û kesên, ku bi nerîna xwe ne bi wan siloganan re bûna, ew ta bi xiniziyê jî tewanbar dikirin.

Li ser zemînê xwediyê wan siloganan karekî din berevajî daxwazên xwe dikirin, bi dehê salan miletê Kurd bi wan siloganan dixapandin, û di vî warî de nikarîbûn dostekî ji bo pirsa Kurd li Sûriyeyê û cîhanê peyda bikin.

Her partiyekê ji wan sed dused endamên xwe hebûn, û hinek jî tev malbatên wan tenê panzdeh bîst endamên xwe hene, û di nav kolanan de jî hebûn, yên ku ji wan re li daholê didan, ew kar dikirin, tenê ji bo navên xwe û doza pirsa Kurd ya rewa bê wate bikin.

Helbet ev şêweyê karê wan, ziyaneke pir mezin gihand doz û pirsa Kurd li Sûriyeyê.

Dema ENKS hate damezirandin, wan partiyên xwedî siloganên mezin û giran, daxwaza xwe ya berê ya bê xwendina rast û bê ser û şûn, ango daxwaza mafê çarenûsî yê miletê Kurd li Sûriyeyê, careke din bi zorê kirin biryarek sereke di nav biryarên civîna damezirandinê de, û du sê mehan wan partiyan bixwe di şev û rojekê de, dev ji wan silogana berdan û doza Federaliyê kirin şûna siloganên berê de, tenê ji bo hinekan ji rikbera Sûriyê û rejîma Tirkiyeyê razî bikin, û dawî hevalbendên wan daxwaza federaliyê jî nepejirandin.

Pir mexabin, ku bi vê helwesta xwe wan careke din nikarîbûn dostekî û piştgirekî ji pirsa Kurd re bibînin.

Wekû em tev dizanin, hinek partî ji nav ENKS berî sala 2011 a rexne li helwesta tevgera kurdî li Sûriyeyê dikirin, û di nivîsandin û gotarên xwe de digotin:”Tevgera kurdî di sala 1982 a de helwesta wê û rejîma Sûriyeyê di şerê li dijî Biraderên Misilmanan de yek bûn, û şaştiyek mezin kiriye, û gerekbû tevgera kurdî piştgiriya Biraderên Misilmana bikirba, û wê çaxê rejîm diket”.

Di vir de gerek e, mirov bi çavên dûrbîn li vê helwesta wan ya pûç binêre, û ji xwendevanan re bide zanîn, ku tevgera Kurd li Sûriyeyê ticarî ne bi xebata çekdarî re bû, çi ji aliyê rikberiyê ve ba, û çi jî ji aliyê rejîmê ve ba.

Tevî ku Biraderên Misilmanan ticarî piştgiriya doza mafên miletê Kurd li seranserî Sûriyê û Kurdistanê jî nekirine, em dibînin tevgera kurdî her gav doza mafên hemû pêkhatiyên li Sûriyeyê dikir, ti cûdabûn jî nedixist nav van pêkhatiyan de.

Li hember vê helwestê, helwesta Biraderên Misilmanan û Ba,isiyên berê ji berxwedana miletê Kurd li Sûriyeyê di sala 2004 – 2008 a de û ta îro jî tekez dikin, ku ew di Sûriyê û Iraqê û Tirkiyeyê de ne tenê li dijî pirsa Kurd in, lê belê, ew bi rejîma Sûriyê û Tirkiyeyê re jî hevbîr û hevkar in.

Her dem û gav partiyên ENKS di ragihandinê de, dozê li partiya PYD dikin, ji bo têkiliyên xwe bi rejîma Sûriyeyê re bibire, û dibêjin, ku PYD hevbeşî û hevkariyê bi me re napejirîne, lê ew ticarî ji xwe re nabêjin, bê çima ew têkiliyên xwe bi rejîma Tirkiyeyê û Biraderên Misilmanên Sûriyeyê re nabirin, tevî ku têkilî û danûstandin di nav partî û hêzên rêzanî de çi li ser astê herêmê be, çi jî li ser astê cîhanê be, maf û karekî rewa ye.

Ev nelihevkirin di nav herdû aliyan de li Kurdistana başûrê rojava, nelihevkirina hoza Hevêrkiya û Dekşûriyan tîne bîra mirov, dema piştî şerê Tinatê Xwedê jê xweş Izedîn Axa mezinê Dekşûriyan bi padîşahê Hevêrkiyan Xwedê jê xweş Elîkê Betê re dicive, û jê dixwaze, ku dewletekê (Kurdistanê) çêbikin, li ser wê nelihevkirinê seydayê Cegerxwîn di pirtûka xwe de ya sernavê wê- jînenîgariya min- e dibêje, ku wan herduyan li ser rêberitya Kurdistana wê bêt damezirandin li hev nekirine.

Ev daxwaz û helwestên niha yên partiyên ENKS û PYD mîna helwestên serûk û mezinên Kurda yên berî sedsalî ne.

Wa diyar e, ku partiyên ENKS ligor helwestêd xwe yên niha û berê, dixwazin şaştiyên xwe, yên ku wan di sala 1982 a de kirine, rast bikin, û ji ber wê jî niha  hevalbendiya rejîma Tirkiyê û biraderên Misilmanan û hêzên tundrew li djî rejîma Sûriyeyê dikin, û bi vê helwesta xwe pirsa Kurd di Sûriyeyê de ji bîr kirine.

Iroj jî ENKS bi çeteyên Biraderên Misilmanan û Ba,isiyên berê û hêzên leşkerî yên rejîma Tirkiyeyê re li Kurdistana başûrê rojava êrîşî gund û bajarên Kurda dikin, wek nimûne, êrîşa wan ya niha li ser herêma çiyayê kurmênc (Efrîn).

Wekû ew di daxuyaniyên xwe de radighînin, ew bûne hêzeke hevbeş di qirkirina pêkhatiyên sûriyeyê de, tu dibê qey paytexta Sûriyeyê li nav gund û bajarên Kurda ye, ev jî dibe cihê pirsekê, ku hemû xelkên Sûriyeyê wê ji van çekdaran dikin, gelo çima ji şeş sala ve, ev her çar alî neçûne û şerê rejîmê li paytexta Sûriyeyê nekirine?.

Di nerîna min de, ev pirseke pir rewa ye, û bersiva wê jî ev e:Ji ber ku helwesta wan yek e, û derdên wan ne guhertina rejîma Ba,is li Şamê ye, û ne jî xistina serûkê wê Beşar Elesed e, tenê ew ligor pilanên rejîma Tirkiyeyê û Qeter û Erebistana Si,ûdiyê kar dikin, derdê wan yê pêşî û dawî ew e, ku ti desthilatdarî li bakurê Sûriyeyê nekeve destê Kurdan de, û di eynî demê de rejîma Sûriyeyê di herên kurdî de bi hêztir bibe, û di vî şerî de hejmareke pir mezin ji pêkhatiyên Sûriyeyê bêtin kuştin.

Ji sala 2011 a ve ta îroj partiyên ENKS dibêjin:”Em bi rejîmê re li Şamê rûnanên”.

Lê belê, ew bi dizî bi nûnerê rejîmê re li Hewlêrê, Qamişlê, Şamê, Enqerê, Istenbolê û Ewropayê dicivîyan, heya bi wan re serxweş jî dibûn, û partiyên vê encûmenê ta roja îro jî xwedî bargeh û nivîsgeh in û çalakiyên xwe li herêmên kurdî dikin, û li Cinêvê û Kazaxistanê lav lav dikirin, ku bes hima bi nûnerên rejîmê re hevdîtinekê bikin.

Bi van helwestên xwe partiyên ENKS nema dikarin miletê Kurd bixapînin, ew dikarin xwe tenê bixapînin, ji ber ku gelek tişt hatine zelalkirin, û ew nema dikarin tiştekî nû pêşkêşî pirsa Kurd di nav vê bobelata mezin de li rojhilata navîn bikin.

Helwesta neteweyên yekbûyî: Ji çaxê ku ev dezgeha navdewletî hatiye damezirandin û ta roja îro, hemû biryarên ku li ser astê cîhanê têne sitandin, dewletên pîşesazî û yên bi hêza xwe mezin in, û yên di eynî demê de endamên sereke ne di vê dezgehê de, ew xwediyên van biryara ne.

Carinan kêşeyên ne pir giring û mezin li cîhanê hene, ji

bo wan, dewletên sereke di cîhanê de rê didin serûkê neteweyên yekbûyî, ku di rêka xwe re çend biryaran di derbarê wan kêşe û qeyranan de bidin, ev jî tê wê wateyê, ku civata neteweyên yekbûyî ne dezgeheke serbixwe ye, û di cîhanê de bê helwest e, di vê derbarê de gelek nimûne jî hene, ji wan: Kêşeya şerê nevxweyî yê niha li Sûriyeyê heye.

Ji sala 2011 a de ta roja îro neteweyên yekbûyî, bi zirt û fort û xêzên sor, yên ku ji rejîma Sûriyeyê re danîbûn, nikarîbûn biryarekê di rawestandina vî şerî de bistînin, ne jî sizayekê bidin rejîma Ba,is û serûkê wê Beşar Elesed û hevalbendên wî, û naxwazin li dijî kiryarên rikberiya çekdar jî biryarekê bistînin, ev jî tê wê wateyê, ku ev dezgeh bi xwe dibe alîkar di berdewambûna vî şerî de li Sûriyeyê.

Ta niha hemû çekên cûr bi cûr, li Sûriyeyê hatine bikar anîn, ji wan pirtir ji heft caran çekên kîmawî hatiye bikaranîn, lê endamên vê dezgehê tenê mîna temaşevanên sînemayê ji xwe re li qata jor rûniştîne û li laşê kuştî û pakrewanan temaşe dikin, û ji devêla ku hinekî tepeserkirinê li herdû aliyên şerxwaz bikin, berevajî vê her roj şer li Sûriyeyê dijwartir dibe, û ti kes nema rêzê ji biryarên vê dezgehê dike, û ti hêvî jî nema jê tên kirin.

Bi vê helwesta xwe ya fedyok, rola vê dezgehê jî li cem miletan di nav cîhanê de lawaztir û bê nirx bû ye, ji ber ku xwedî û piştgirên rejîma Sûriyeyê li cîhanê pir in, û ew dewletên sereke ne di vê dezgeha navdewletî de, yên ku biryaran distînin.

Helwesta qumonîstên Sûriyeyê: Di heftê salên derbasbûyî de, gelek caran partiya qumonîst ya Sûriyeyê dikarîbûn di gelek rawestgehan de, li kêleka partiyên din li Sûriyeyê, û bi taybeta li kêleka partiya Elba,is kar bikin, û di hemû helwestên xwe de piştgiriya partiyên bi hêz û yên rejîm di dest wan de bûn, dikir, xwe ji Ereban , erebtir dikirin, ji Sûriyaniyan, sûriyanîtir dikir, ji Ermenan, ermenîtir dikir, tenê dema axaftin bihate ser mafên netewe û pirsa kurdî di Sûriyeyê de, digotin:”Na na na, em partiyeke miletî ne, pirensîpên me qumonîstan cûdabûnê di nav miletan de napejirîne”.

Ev partiya, ku bi pilana dewletên sermeydarên cîhanê û bi taybet yên rojava, û bi destê dewleta Ûrus hatibû damezirandin, endamên wê xwe kiribûn, xwedî û bavên dewleta Sûriyeyê, ji partiya Elba,is bêtir dilên xwe li ser xak û yekîtiya Sûriyeyê dêşandin, te digot ev in, yên ku wê rojek bê û bi mal û canên xwe berevaniyê di ber daxwazên rewa yên pêkhatiyên Sûriyeyê de bikin, û wê nehêlin, ku dewletên herêmê û yên mezin derbasî nav xaka Sûriyeyê bibin û wê dagîr bikin.

Ew partiya, ku rejîma Sûriyeyê bi alîkariya dewleta Ûrus ew kiribû, çar partî, alîkariya peran li ser wan birîn, û di şev û rojekê de hiştin bê bandor, endamên wê bi carek ji nav meydana kar û çalakiyan windabûn, û ya herî balkêş di nav endamê wê partiyê de, yên ku berî niha şerê neteweya kurdî dikirin, niha ji xebatkarên Kurd bêtir bûne neteweperest û xwediyê pirsa kurdî di Kurdistana başûrê rojava de.

Ligor helwestên wan yên keysbaziyî, min ji sala 2011 a ve ta roja îro nebihîstiye, ku kesek ji partiya qumonîst di ber milet û xaka Sûriyeyê de birîndar yan jî pakrewan bûye, min nebihîstiye jî, ku çalakiyek di hindur û derveyî Sûriyeyê de li dijî gefdar (Terorîstan) û dagîrkeran kirine, ji bilî, yên ku têde piştgiriya kiryarên rejîma Elba,is tenê dikin.

Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim, ku helwesta rast û bi bandor ya mirovekî, rêxistinekê, partiyekê yan jî ya dezgehekê, dihêle xweşî û avakirin û pêşketin têkevin şûna kêşe û qeyranan de, û ev e razeka berdewabûna hebûn û mabûnê, û helwesta ne rast û bêbandor  berevajî ya rast e, û dibe sedemê nebûn û nemanê.

 Bawere-Omeri@hotmail.com

 13.07.2017

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home145/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

هل قرَّبت موسكو موعد إعلان منطقة خفض التصعيد

في الوقت الذي كانت فيه مصادر إعلامية روسية قد تحدثت عن إمكانية الاتفاق على منطقة ...