أخبار عاجلة

Rêber Hebûn : Gotinek bo bîranîne  Helbestvanê nemir Ferhad Içmo

Share Button

Di dîrokê me de, gelek ronakbîr hizrên xwe kirin çira ,bo zanyariyê û evîna xak û maf , ji wan helbestvanê nemir Ferhad içmo , û wekî her car , em nirxê saxa nagrin, û haj ji wan nabin , lê dema dimrin , em wan tînin ziman , û ev jî pirsekê bi xwe re tîne , gelo çima têkiliyên me tenê bi miryara ye?!, û bi vî rengê em kêlek ji birînê xwe vedikin, ku bidin nasîn heta kîjan astî  em wekî wêjevan û bîrnas ,dikarin têkiliyên xwe bi hest û kultorê xwe re , binyad bikin ,Digel hev , û ev jî omîda ferhad bû û çi kesên yên bi awayî wî barkirin bi bêdengî , ji cîhaneke bi qirecir…

di baweriya min de, ku helbestvan zengilê jiyanê ne , ji pencera peyvên Azad, di her serdemê de, ne daholê partî û desthilatdara ne , an rebenê kesayeta ne , ev tişt di pergal û giyanê ferhad içmo de hat xwya kirin, wekê min di berhemên wî ya helbestî  dişopand , lewre xebatên wî ya wejeyî ,ket di rojeva pirs û lêgerînê , û bi vî awayî  karibû di tora xwe de, nûnertiya perwer û dildarên kurdistanê bike li vir jî dibêje:

Heger jiyan bibe derya

evîna te bi min pêle

heger viyan bibe tembûr

evîna te li ser têle

heger bihar bin ax bibe

evîna te xaç û kêle

lê cudabûnek di Ferhad Içmû de heye ,di derbarê nêzikbûna wî ji mijarên rexnî de, di şêweya helbestê de, wekî min dît di helbestê de yê  bi navê, -bersiv- dema dibêje:

Rexnevanî ka çiye?

Were ji bo min bêje

bihayê gotarekê

ma bi peyvên qirêje

bi dîtina diriste.

Neb zimanê dirêje.

Û bandoreke  wî bi taybetmendê hebû di warê mijarên netewî de, ji ber  bi awayekî niyaz û tenik welat şêwe dikir  dorê reftarên klasîkî û gotarbêjî, wekî hatibû xwyan di helbesta ya bi navê – kurdistan- :

ji nav baxên te

di bin berfê de

ji bo rojeke nû

hêlîn sar hiştin

çend hezar care

tu bûye bûka qîr û Hawar.

Û bi dûmahîkê de em dibêjin , şopê afrênerên zanyar û ronakbîr ti cara em bernadin , ji ber helbestên zanyar Ferhad içmo bi dawî nebûne , û her ji me tê xwastin kerwanê helbestê berdewam bikin bo maf û bedewbûn û azadî.

Rêber Hebûn 13-7-2017

 

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home145/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

هل قرَّبت موسكو موعد إعلان منطقة خفض التصعيد

في الوقت الذي كانت فيه مصادر إعلامية روسية قد تحدثت عن إمكانية الاتفاق على منطقة ...