أخبار عاجلة

Ahmed Qasim: Gotineke biwêre

Share Button

Ji berê de Pêşverû ji xwe re Sûrî wek niştîman didît, lomajî diruşma xebata xwe li gor wê nêrînê diçespand. Zanibû serbixwebûna kurdistana Sûrî xewneke li dûrî ramanane.

Taybetmendî ya dîrokî û cugrafî û civakî û çandî û aborî jî, bi tevayî nahêlê kurdistana Sûrî ji Sûrî bête veqetandin, lomajî mafên gelê kurd di Sûrî de wek mafên gelekî taybetmedar di welatekî hevbeş bê ji pir netewan dibînê, ew maf jî, nayê bi destxistin di bin sîya rêjîmên diktator de, pêwîste Sûrî bibê xwedî sazumaneke demuqrat û hevbeş û bi destûrekî lihevkirî ji pir-alîyên nifşên Sûrî, wek gelek welatên dinyayê yên pir-netew û xwedî mafên taybetîmedar.li gora vê Pêşverû istîratîcîya xebata xwe nexşand û keresteyên xebatê didozand, ku, bê xebateke hevbeş bi hêzên demuqrat re di Sûrî de mehale em kanibin gorankarîyên demuqrat bi destxînin. Lomajî, xebata haştîyane û demuqratîk ji bo gorankarîyê bi xurtî kete nava rêbaza Pêşverû.

Lê, eger yek bipirsê, ka Pêşverû bi çi çavî li azadî û serxwebûna kurdistanê dinêrê?
Di rastî de, Pêşverû ti rojan srxwebûna kurdistanê ji xwe re wek erkekî xebata rojane nedîtîye, lê tim û tim ji bo xwe wek xewneke hestîyar dîtîye, belam şert û mercên li Sûrî ew xewn li paş xistîye. û li hemen demjî, ev nayê wê wateyê ku destekê nedê alîyekî din li parçeyekî din ya kurdistanê hewl û xebatê bikin ji bo serxwebûn û azadî ya Kurdistanê.

Lomajî, bi erênî dinêrê li pirojeya refrandoma kurdistana başûr, û destekê didê ji bo serketina pirojeyê, û rêzê digrê ji daxwaz û hêvî û îradeya gelê kurd li wî perçeyî. wekî ku rêzê digrê li şêweyên xebatê li perçayên din yên kurdistanê bê destêwerdaneke bi vî şêweyî ya wî şêweyî, çimkî xelkê her perçeyekî ew zanê çawa şêweyên xebatê ji bo xwe hilbijêrê, û dirişmên xwejî çawa ji nevhev veqetînê.

Bo vê rastîyê jî, bangê li hêz û partîyên perçeyên din ya kurdistanê dikê, destên xwe ji têwerdana nava tevgera kurdî li Sûrî vekşînin. eger nikanin bibne alîkar ji bo yekrêzî ya me, nebne sedema ji hevxistina tevgerê.
————
Têbinî ji alîyê Ahmed Qasim de.

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

الفيلم الكردي “زاغروس”.. إلى العالمية

اختار المخرج الكردي “سهيم عمر خليفة” سلسة الجبال بين العراق وإيران”زاغروس” اسمًا لفيلمه وبطله الرئيس ...