أخبار عاجلة

Ahmed Qasim : Xemxwer û evîndarê te me

Share Button

Xemxwer û evîndarê te me
————————————
Di hêsrên êşên teda
hatme guvaştin
Bi halan û bangên tere
Min di xwe hilçinî
Li cîhaneke tevluhev
Bi navtêdana te re
Min hest bi xwe kir
Mi nasnama xwe naskir
Mi rûmeta xwe naskir ey Kurdistan.
Ji xêra xwedê re
Ku dayka min nizanibû wa li te hatîye
Ez bi azadî mêjandim
Bi şîrê azadîyê (şîrvekirim)
Avêtme nav sîngê te
Tu wekî dayka minî duwem
Nasnama minî bi rûmet
Hebûn û nebûna minî ey Kurdistan.
Min ji hilma gulîstanên te
Teşîya evînê sazkir
Ji kulapçekên di destên te de
Pênûsa elfebêya xwe çêkir
Ji merbenda li bejna te gerandî
Rehberîya jiyana xwe afrand
Ji çîya û deşt û zozanên te
Cîhaneke guncaw bi xwe re nexşand
Felsefa xweristê kire kolan
Li koşeyên wê bûme pasewanê te ey Kurdistan.
Ne seyre ku di eşqa te de jîndarim
Di ezmanê te de istêrka gelawêjim
Di nava pêsîrên te de vedenga êşên teme
Di bin çena te de hilma buhara li rê me
Xwazîya roja li paş ewran
Barana li pişt şirqîna biruskan
Nêrgiza pêşbera rojhilatê teme ey kurdistan.
Sewdalîyê bejna li hev pêçayî
Rêwîyê li ser rê ya vegerê
Diljikestîyê li ser hejarî ya xwîşk û biran
Xemgînê li ber koşkên merzelan
Hêvîdarê vedengê dengên têkoşeran
Çavdêrê bi rêketina gulîmoran
Ber bi pesarên azadîyê de
Hertim xemxwar û evîndarê teme ey Kurdistan.
————————EHMED QASIM

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

التحالف الدولي : سيتم استهداف اي طرف يهاجم كركوك

اعلن مسؤول اللجنة الامنية بمجلس محافظة كركوك، ان التحالف الدولي ضد داعش ، ابلغهم بأن ...