أخبار عاجلة

Partî û saziyên sivîl li Bonê kombûn

Share Button

 

Di 17 îlonê 2017 li ser daxwaza navenda YASA ya lêkolîn û şêwermendiyên yasayî Komek ji partiyên kurdistana Sûriya û saziyên sivîl li bajarê Bonê kombûn. Civat li ser çend mijaran mijûl bû. Mijara yekemîn ew bû ku rewş û rola kurdan li danûstandênên sûriyan li cinêf û Asîtan. Mijara diwem ew bû derfetên hemahingiyekî li navbera partiyên kurd de. Partiya Dîmoqratî ya pêşverû ya Kurd li Sûriya bi du nûnerên xwe Mecîd Erebo û Dijwar Berekat beşdarî civatê bûn û bîr û baweriyên pêşverû li ser herdu mijaran anîn ziman . Nerîna partiya pêşverû Kurd li Sûriya weha ye : Kurd di danûstandinan de, çi li Cinêfê û Asîtana yanjî li çi cihek din be, tiştekî bi dest xwe wernagirin ger şandek kurd hevbeş navbera hêzên sereke li Kurdistana Sûriya neye pêkanîn û ger nûnertiya tevaya tevgera siyasî kurd li kurdistana Sûriya neke. Her weha dibîne derfetên hemahengiyên di navbera kurdan de hene lê di heman demê de astenk û zehmetiyên li pêşiya wan derfetan pir xurtin. Hêjayê gotiniye ku navenda Yasa salane hewldide ku partiyên kurd li kurdistana Sûriya li hev kom bike daku bikare pêwendî û xalên hevbeş navbera wan de zêde bike.

Komîta ragihandinê ya rêxistina Almaniya ya Partiya Dîmoqratî ya pêşverû ya Kurd li Sûriya

17.09.2017

 

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

سميرة المسالمة : أوراق النظام السوري في يد روسيا والمعارضة تواجه فرصتها الأخيرة

تعددت القراءات السياسية والإعلامية للبيان المقتضب الذي صدر إثر لقاءات عابرة بين الرئيسين الأميركي دونالد ...