Birûskek sersaxiyê ji Rêxistina Pêşverû li Elmanya

Share Button

Nivîsgeha rêzanî ya partiya yekîtî niştimanî kurdistan,

hemû endam û heval û dost û layingerên partiya we ya bira,

malbata Xwedê jê xweş xebatkar mam Celal.

bi dilekî xemgîn me roja sêşembê 03.10.2017 a, koça dawî ya xebatkar, rêzanvan, rewşenbîr, pêşmerge, lehengê rojên zahmet û zor, ew Kurdê li ser hemû astê cihanê navdar bû, serûkê partiya yekîtî niştimanîkurdistan û serûkê komara iraqê Mam Celalê Talabanî li Elmanyayê bihîst.

Mam Celal dîroka Kurdistan û pirsa miletê Kurd bi xebata xwe ya bê hempa dewlemendtir kir.

Temenê xwe hemû di ber pirsa Kurd û aştiyê de terxan kiribû.

Rola wî di hemû bûyer û serpêhatî û kêşeyên rêzanî de li ser astê rojhilata navîn û cîhanê hebû.

Ev koça bê xatirxwestin ya Mam Celal ji pirsa miletê Kurd û rojhilata navîn û hemû cîhanê re ziyaneke pir mezin e, ji ber ku pêdiviya me hemûyan di van rojên dijwar de bi xebat û nerîn û rêzanvaniya mam Celal hebû û heye.

Di pêvajoya xebata xwe de Mam celal li gel hemû partî û rêxistin û dezgehên civakî û navdewletî kar dikir, em jî di partiya dîmoqrata pêşverû ya kurd de li Sûriyeyê peywendiyên me yên taybet û bi salan bi wî û partiya yekîtî niştimanî kurdistanî re hebû û hîn jî berdewam e, û hêvîdar in, ku ev peywendiyên me di paşerojê de xurtir û bi hêztir bibin.

Xwedayê mezin giyanê pak û paqij yên Mam Celal bi dilovaniya xwe şad bike, sersaxî bo hemû heval û malbata wî û gelê Kurd.

Rêxistina Elmanya

Partiya dîmoqrata pêşverû ya kurd li Sûriyeyê

03.10.2017

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

دي ميستورا يلتزم أمام المعارضة ببحث الانتقال السياسي

أفادت مصادر قناتي “العربية” و”الحدث” في جنيف أن المبعوث الأممي إلى سوريا ستيفان دي ميستورا ...