أخبار عاجلة

“Bawerê Omerî: Ev nivîsandin ne roman e, ne helbest e, û ne gotar e, ev tenê „ hawar e”

Share Button

 Ev nivîsandin ne roman e, ne helbest e, û ne gotar e, ev tenê „ hawar e“

Bawerê Omerî

Çavên gura li Kerkûk bû.

Çavên Tirka li Kerkûk bû.

Çavên Farisa li Kerkûk bû.

Çavên Ereba li Kerkûk bû.

Kerkûk! Kerkûka Kurda bû.

Kerkûk! Bajarekî Kurdistanê bû.

Kerkûk! Di destê Kurda de bû.

Kerkûk! Agir e.

Kerkûk! Volqan e.

Kerkûk! Giyan e.

Kerkûk! Her kes te dixwazî.

Kerkûk! Tu mam î, bav î û birazî.

Kerkûk! Tu Gor î, lor î û Zazî.

Kerkûk! Pir dewlemend e.

Kerkûk! Tim serbilind e.

Kerkûk! Bi nav û deng e.

Kerkûk! Dilê Kurdistan bû.

Kerkûk! Qudisa Kurdistan bû.

Kerkûk! Paytexta Kurdistan bû.

Kurd! Germ bibûn.

Kurd! Sor bibûn.

Kurd! Kor bibûn.

Kurd! Har bibûn.

Kurd! Xwar bibûn.

Kurd! Dîn bibûn.

Kurd! Şaş bibûn.

Kurd! Lal bibûn.

Kurd! Zer bibûn.

Kurd! Ker bibûn.

Kurda! Li ser Kerkûkê fermana hev radikirin.

Kurda! Li ser desthilatdariya wê gef û fort li hev dikirin.

Kurda! Tola xwe ji hev hiltanîn.

Kurda! Çekê dijminên xwe li dijî birayên xwe bi kar tanîn.

Kurd! Bi kêf e.

Kurd! Bi kelecan e.

Kurd! Rojek Tirk e, rojek Ereb, rojek Eyran e.

Kurd! Serxweş in.

Kurd! Nexweş in.

Kurd! Bê hiş in.

Kurd! Şervan in.

Kurd! Pehlewan in.

Kurd! Nezan in.

Kurda! Kerkûk kirin bûk.

Kurda! Xwe kirin pepûk.

Kurda! Kerkûk firot bi tûtûk.

Kurd! Şewitîn.

Kurd! Peritîn.

Kurd! Perpitîn.

Kurd! Windan e.

Kurd! Bê şivan e.

Kurd! Bê xwedan e.

Kurda! Kerkûk wêran kir.

Kurda! Kerkûk talan kir.

Kurda! Kerkûk berbat kir.

Kurda! Kerkûk ji Kurd rizgar kir.

Kurda! Kerkûk li dijminên xwe par kir.

Kurda! Kurda! Kurda! Kerkûk winda kir.

15.10.2017

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

سميرة المسالمة : أوراق النظام السوري في يد روسيا والمعارضة تواجه فرصتها الأخيرة

تعددت القراءات السياسية والإعلامية للبيان المقتضب الذي صدر إثر لقاءات عابرة بين الرئيسين الأميركي دونالد ...