أخبار عاجلة

Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bîranîna 33 saliya hevalê Cegerxwîn vedijîne /

Share Button

Di 22 / 10 / 2017an de bi beşdarbûna hejmarek ji dost û hevalan û kesayetiyên rewşenbîr rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bîranîna 33 saliya koça dawî ya helbestvanê û xebatkarê mezin hevalê Cegerxwîn vejand û bi vê babetê semînarek li nivîsgeha Efrînê ya partiya me li darxist. Di destpêkê de heval Xalid Elo xêrhatin li mêvanan kir û ew vexwendin xulekeke bê deng li ser giyanê hevalê Cegerxwîn û li ser giyanê hemî pakrewanên Kurd û Kurdistanê. Piştre heval Azad Ristem peyamek bi vê babetê ji beşdaran pêşkêş kir û balkişand li kurte jiyana Cegerxwîn zaroktiya wî jiyana wî ya wêjeyî , jiyana wî ya rêzanî û rola wî di nav tevgera netewî ya kurdî de. Piştr re mamoste Mihemed Tobal balkişand li ser yekem kovara ku Ji aliyê tevgera rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê ya hevalê Cegerxwîn perpirsiyarê wê bû û di vê çarçewê de çend hejmar Kevin ji kovara Gulistan ên ku hevalê Cegerxwîn li ser radiwestî bi xwere anîbûn û di vê bîranînê de helbesteke wî diyarî beşdaran kir. Li dawiya semînerê gelek helbest ji helbestên seydayê Cegerxwîn hatin xwendin.

Efrîn 22 / 10 / 2017

Nivîsgeha Ragihandina Efrînê ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

سميرة المسالمة : أوراق النظام السوري في يد روسيا والمعارضة تواجه فرصتها الأخيرة

تعددت القراءات السياسية والإعلامية للبيان المقتضب الذي صدر إثر لقاءات عابرة بين الرئيسين الأميركي دونالد ...