أخبار عاجلة

Bawerê Omerî: Tewfîq bavê Ehmed û xebata pêncî û du sala

Share Button

Ji çaxê ku ev jiyan li ser riwê vê zemînê hatiye afirandin, bav û bavpîrên Tewfîqê Heso û malbata wî mala Melek li vê herêmê bi cîh û war bûne, welatê bav û bavpîrên wî Şingal, Dêrika çiyayê Mazî, çiyayê Omeriya, deşta Mêrdînê, bajarê Amûdê, Hisiça û Qamişloka paytext e, ango, welatê wî Kurdistan e.

Di destpêka sedsala bîsta de bavê wî Mihemed li dijî ferman û yasayên dewleta Tirk radiweste û naxwaze di nav leşkerên wan de bibe serbaz, di salên çilî de jî tevî şervanên Kurd beşdariyê di şerê nav Kurd û Ereban de li deşta Mêrdînê û Amûdê dike.

Tewfîq li bajarê Amûdê ji dayik dibe û li wir diçe çar sala dibistana fermî û paşê diçe dibistanên olî, ew di bin bandora civaka Kurdî de û bi taybet bandora rewşenbîr û xebatkar û rêzanvanên Kurd, yên mîna seydayê Cegerxwîn û bijîşk Nûredîn Zaza û gelekên din pisporiyeke baş ji xwe re kom dike, ji lewra ew di destpêka xortaniya xwe de tevî partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê dibe.

Tewfîq di kar û xebata xwe ya rêxistinî û rêzanî de guh nedida, ku rojekê bibe berpirsek di postekê partiyê de, wî tim digot:“Em kar û xebatê ji miletê xwe re dikin, yên bixwaze kar ji bo postekê di partiya xwe bike, ew ê nikarbe, ji pirsa Kurd re xebatê bike“.

Tewfîq timî kesên mîna seydayê Cegerxwîn, seydayê Mistefayê Barzanî, bijîşk Nûredîn Zaz, Qenatê Kurdo, Ebdilrehmanê Qasimlo, Mam Celalê Talebanî û mamoste Hemîdê Derwêş ji xwe re pêşeng didît, wî pir bi rêz li ser wan dipeyivî, herweha bi deha heval û dostên wî hebûn, yên ku bi dehsalan pevre kar kirine, pir rêz û rûmeta wan digirt.

Tewfîq li gel karên civakî di nav civaka Kurd de, bi hemû hêz û bîr û baweriyên xwe bi navê partiya xwe çalakiyên rêzanî û rewşenbîrî dikir, bi hevalên xwe re civat ji xort, keç, xwendevan, şagirt, karker û jinên Kurd re li dar dixist, bi dehê keç û xorta kiriye endamên partiyê, wî timî di civatan de weha ji yên li dora xwe re digot:“Gerek e keç û xortên Kurd têkevin nav rêxistinên kurdî de, ji bo ku rizgarkirin û serxwebûna welatê me nêzîktir bibe, û civata Kurd bêtir di displîn û bajarvanî û zanebûnê de bi pêşve biçe û hêztir bibe, û em nav û dengê miletê Kurd bi wêneyekî baş û pêşketîtir pêşkêşî civatên din bikin“.

Têkiliyên Tewfîq yên civakî û rêzanî û hevaltî û dostanî, bi hemû pêkhatiyên li Sûriyeyê re hebû, pir rêz li miletên din digirt, wan jî pir rêz lê digirtin, sincên wî pir bilind bûn, wî ticarî bi gir û kîn bi kesî re nedida û nedisten, ew mirovekî ji dijminên xwe jî ticarî neditirsiya û ta rêz jî li wan digirt.

Di destpêka salên şêstî ta heftêyî de ji sedsala bîsta ew û hevalên xwe her sal li ser girê Kewgehê Milan agirê Nûrozê dadidan, bi şev di hewşan de bi dizî şahiyên Nûrozê li dar dixistin, di wan salan de Tewfîq û hevalên partiya dîmoqrata peşverûya Kurd li Sûriyeyê di bin mercên pir dijwar de karê rêxistinî û rêzanî û rewşenbîrî dikirin, desthilatdariya ewlehî ya bi navê (Mubahis) pir sitem li wan dikir, lê tev wê zor û sitemê jî bi mêranî karên xwe yên welatperwerî û neteweyî dikirin.

Ji sala 1979 a ta sala koça wî ya dawî (16.11.2012) bi partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê re bê tirs û bi mêranî û eşkere şahiyên cejna Nûrozê li herêmên kurdî li dar dixistin.

Tewfîq xwendevanekî pir jîr bû, bi taybet di jimaryariyê û zimanê kurdî û erebî de, û nivisandina wî ya bidest jî pir xweşik bû, gelek ji kesên carekê li civatekê bi wî re rûniştibana di derbarê wî de weha digotin:“Bavê Ehmed dengê pir xweş e, û rewşenbîrekî di ser xwe re ye, danûstandina wî di axaftin û peyvan de mîna bajarvaniya ye“.

Bi rastî dema kêşe û bûryereke mezin di civatê de yan jî li ser astê rêzanî di nav tevgera kurdî û kurdistanî de çêdibû, gelek kesan ji bo li nerîna wî û ya partiya wî di derbarê wan bûyran de nas bikin û guhdar bikin, dixwestin pirê caran Tewfîq bavê Ehmed bibînin.

Tewfîq xwediyê dengekî pir taybet û xweş bû, dema stran û helbest digotin, ji ber bandora dengê wî yê xweş gelek kes ji dost û heval û hevsiyên wî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dibûn, hunera wî pir bilind bû, wî di salên berî heyştêyî de gelek stran bi hunermend Hisên Tewfo re gotiye û tomar kiriye, di sala 1980 î de cara yekê bi koma Nûroz re ew û hevalên xwe şanoyekê bi navê „Cotkar û zevî“ li Qamişloka paytext pêşkêş dikin.

Dema rewşenbîr û rêzanvan û lêkolînvanên Kurd ji derveyî welat dihatin Kurdistana başûrê rojava, Tewfîq pirên wan didît û bi hevalên xwe re alîkariyên taybet ji wan re dikir.

Tewfîq yek ji damezerê pêşî yê koma Nûroz a gelêrî ya kurdî bû, herweha bi koma Ronak li Amûdê û koma Gulistan li Hisiça re jî bi stranên xwe yên taybet, yên ku pirên wan helbestên seydayê Cegerxwîn û yên gelêrî bûn, kar dikir, wî bi xwe awaz ji wan stranên xwe re datanî.

Ji bo xebat û karê xwe yê rêxistinî û civakî û neteweyî û welatparêzî, Tewfîq her roj li gundekî û bajarekî bû, dev ji mal û zarokên xwe berdida û karê xwe yê rêxistinî dikir, firoşgeha xwe digirt û roj du roj sê roj…deh.. bi dû karê rêxistina xwe debû, carinan mehek derbas dibû zarokên wî ew li mal nedidîtin.

Ji ber wê çalakî û dilsoziya Tewfîq di xebata rêxistinî û neteweyî de, ewlehiya rejîma Sûriyeyê ya Ba,isî gelek pilan li dijî wî û malbata wî datanîn, ji bo ku nema wê xebatê bike û wî û malbata wî dûrî partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê bikin, û têkiliyên nav wî û hevalên wî di partiyê de bibirin û wêran bikin, ji lewra rejîmê sê caran di rêka noker û çeteyên xwe de lêdixitin û ew birîndar dikirin, cara dawî di rêka nokerên xwe de kindirê bidarvekirinê jêre bi deriyê hewşa wî ve daliqandibûn, û li ser kertoneke sipî gotinên gef û fortan jêre nivîsî bûn.

Tevî wan gef û fortên ewlehiyê û nokerên wan li dijî Tewfîq û malbata wî, Tewfîq bi dilekî xurt û baweriyeke bê hempa ma li ser kar û xebata xwe, di hemû xwepêşandanên, ku li Qamişlê dihatin kirin, timî di pêşiya wan de bû, ta roja dawî ji jiyana xwe ma li ser soza xwe bi heval û dilsozê xwe re, dev ji doza pirsa kurdî berneda û ma cihê rêzê li cem hemû heval û dost û ne hezkirê xwe jî.

Bi rastî kesên, ku Tewfîq bavê Ehmed ji nêzîk ve nas dikin, dizanin bê ew çiqasî mirovhez û dilsozê heval û milet û welatê xwe bû, ew di nav civat û rêxistinên kurdî û kurdistanî de û di warê rewşenbiriyê de xwediyê ezmûneke pir dewlemend bû, ji lewra ez dixwazim di vê roja koçkirina wî ya dawî de, ya berî pênc salan bû, çend helwest û serpêhatiyên wî ji we xwendevanan re pêşkêş bikim.

  • -1

Dilsoziya Tewfîq bavê Ehmed

Weku hemû heval û dost û dijminên Tewfîq dizanîbûn, ku ew xwedî raman û bîr û baweriyên vekirî bû, singa wî ji hemû babetan re fireh bû, ticarî xwe ji ber kesî nedaye alî û timî bi wan re bi erkê xwe yê mirovane û welatparêzî radibû.

Dem piştî nîvo ye û ew li malê ye, hink ji hevalên wî yên partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê dişînin dû wî, ji bo ku herin karê xwe yê rêxistinî û kurdayetî bikin.

Radibe xwe amade dike û ji hevjîna xwe Qedriya diya Ehmed re dibêje:“Kanî çayekê ji min re çêbikin! Ez ê niha werim”.

Hevjîna wî çayê amade dike û li benda wî dimîne, kêlîkek, çarîkek, demjimêrek, dido, sisê, çar, pênc û deh û bavê Ehmed venegeriya, çayê sar dibe û ew wê rojê venegeriya malê û nehat .

Piştî sê rojan vedigere malê, ji hevjîna xwe re dibêje “Ma kanî ew çayê li kû ma?”

-2

– Nûroz û Têl

Her sal berî meha avdarê û hatina cejna neteweyî ya miletê Kurd (Nûroj – Newroz), partiya karkerên Kurdistanê (Apoçî) dest bi propagandyên xwe dikirin, ku ew ê vê salê van sînoran hemî vekin û serxwebûna Kurdistanê ragihînin,

Tewfîqê Hebîsî dizanîbû ev propaganda tenê ji bo berdewamkirine hebûna vê partiyê ye, baweriya wî bi wan kiryarên, ku hinekan li ser navên wan dikirin, nedihat.

Carekê ew bi çend hevalên xwe re, di navbera bajarê Qamişlê û Nisêbînê de nêzîkî têlên bi durî, di ber sînorê Serxet û Binxtê re diçin, Tewfîq li têlan dinêre û weha dibêje wan:”Erêêêêê, erê têlê, îsal tu li virî, Xwedê dizane saleke dî tê li kû derê bî”.

Ev gotin gelek caran min jê bihîstiye, timî di meha avdarê de û berî cejna Nûrojê/ Newrozê digot***-

-3

Taybetmendiyên hevaltiya Tewfîq ya paqij

Di jiyana xwe de Tewfîq pir bi hevalên xwe yên xebatkar ve girêdayî bû, bi dîtin û civat û rûniştina wan re pir dilxweş dibû, wî bawer dikir, ku ew xebata wî bi wan hevalan re, erkekî pir giring e ji miletê kurd re, ji bo ku hêviyên wan û yên seydayê Cegerxwîn û Ehmedê Xanî û bav û bavpîrên me di damezirandina dewleta Kurdistanê de bi cih werin.
Rojekê du hevalên Tewfîq yek ji wan Fewazê Dawido ye, û din Şêxmûsê Qero ye û hineke din bi wan re, tirimbêleke taybet kirê dikin û ji bajarê Hisiça diçin bajarê Dêrika Hemko li şahiyeke zemawendê amade dibin.
Ew ta dawiya şevê dimînin, di vegerê de berê wan bi Qamişlê ve ye, yê ajovanê tirimbêlê gazina ji herduyan dike û dibêje wan:“ Heyra, we li şahiyê gelekî dirêj kir, mane em jî xwedî mal û zarok in, gerek e em jî herin nav kofletên xwe, bi vê derengiya şevê ta em herin Hisiça û ez vegerim, wê li min bibe sibeh, bi Xwedê ne xebera we ye“.
Heçî yê ajovan e, tirimbêlê dajo û gazinên xwe ji wan dike, radibe Fewazê Dawido dibêje wî:“Ma çawa çêbû, heyran, bela bêhna te fireh be, de baş e,ezbenî! Em ê mercekî bi te re bikin, tu dibê çi?
Yê ajovan:“Keremke mercê xwe bibêje!“.
Fewaz dest pê dike û weha dibêje wî:“ Em ê niha vê şeva dereng herin dû ciwanmêrekî û wî ji xew şiyar bikin û bi xwe re bibin, heger wî gotinek jî got û ji me pirsî bê, em ê herin kû derê? Wê çaxê mafê te heye, tu gazinan bikî, û em ê te wê çaxê bibin xawringehekê kîliwek kibab jî bidne te, lê heger em çûn û me ew bi xwe re bir û wî ne pirsî bê em ê di vê şeva dereng de herin kû derê, wê çaxê em kirya te nadin te, û tê me bibe xawringehê kîliwek kibab jî bide me, te got çi?“.
Yê ajovan mat dimîne û bawer nake, ku ew kes vê derengê şevê ji wan nepirse û piştre dibêje wan:“Baş e, ez qayil im“.
Her sê derengî şevê bi tirimbêlê rê digrin û têne Qamişlê, demsal havîn e, Tewfîq û malbata xwe hemû li derve ketine xew de, tirimbêlê nêzîkî mala Tewfîq radiwestînin û Fewazê Dawido bi dengekî bang li Tewfîq dike.
Çawa Tewfîq dengê hevalê xwe Fewazê Dawido dike, hima di cîh de ji xew şiyar dibe, bi lez kincên xwe li xwe dike û derdikeve derve, bê ku bipirse hûn kîne û hûn ê herin kû derê, bi wan re li tirimbêlê siwar dibe, û yê ajovan berê wan dide bajarê Hisiça.
Her çar bê deng di ber firokxaneya Qamişlê re derbas dibin, paşê pira hesinê şehmendîferê (Tirênê) jî derbas dikin.
Tewfîq rûniştiye û deng nake û napirse bê hûnê herin kû derê.
Yê ajovan pir poşman dibe, ku wî ew merc bi wan re kiriye, nema xwe digre û berê xwe dide Tewfîq û dibêje wî:“ Ma yabo hey te…., ma qay tu nabêjî vê şevê em herin kû derê?“.
Tewfîq bersivê dide û dibêje wî:“ Ma em ê herin kû derê? Ya em ê herin cem Fewaz ya cem Mihemedê Xelefê ya jî em ê herin cem Qado.
Ev dilsozî û taybetmendiya Tewfîq bavê Ehmed bi hevalên wî re, dihat wê wateyê, ku wî mal û can û malbata xwe hemû dikir bi qurbana azadiya miletê kurd û pirsa wî ya neteweyî.

16.11.2017
Bawere-Omeri@hotmail.com

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1381
x

‎قد يُعجبك أيضاً

فرنسا تحدد 200 جهة خفية في تركيا ولبنان تمول (داعش)

أعلن الجهاز المكلف مكافحة تبييض الأموال وتمويل الإرهاب في وزارة الداخلية الفرنسية تحديد 150 إلى ...