أخبار عاجلة

Bawerê Omerî : Jêre bêj!

Share Button

Di nav salên1974 û1979 a de ji sedsala çûyî, keç û xortên tara xerbî (Tara rojava, tara Elî Fero) dostanî û hevaltî û têkiliyên taybet, yên bê berjewendî û dûrî gir û kînê li bajarê Qamişloka paytext bi hev re danîbûn.
Ew çend malên li wê tarê, di hemû asteyan de piştgiriya hev dikirin, hevsîtiya wan pir xweş bû, mala, ku nan, birinc, şekir, çayê, qahwe, sabûn, tayit, zeyit, rûn, xwê, pîvaz, sîr û îsotên hûr yên tûj li cem wan nebaya, wan ji hevsiyên xwe ew bûjen bi deyin dixwestin, bo nimûne, ji wan sala ve heyanî îroj, şekir û çaya me bi deyin li cem hineka ji wav hesîyên me ye.
Malbatên vê tarê mîna yek malbatê bûn, ji lewra têkiliyên wan mîna yên xuşk û birayan bûn, keç û xortên wan, pevre diçûn dibistanê, pevre dileyîztin, pevre xwarin dixwarin, pevre distran û dîlan û sema jî li her sê kolanê li kêleka aşê bûzê û genim (Aşê Lolê) dikirin.
Di wan salan de gelek caran dilmayî û xeyid di nav keç û xortên vê tarê de li ser tiştin bê wate çêdibû, dema du xort ji wan ji hev dixeyidîn, herdiwan tiliya xwe ya qerqûçkê mîna serê du cengelan li hev siwar dikirin, û her yekî tiliya xwe bi aliyê xwe ve dikşand, pêre jî navek li wê xeyda xwe dikirin, dema tiliyên xwe bi hevre diçengelandin, yekî digote yê din:”Min ji te qaçê”.
Piştî wê xeydê, hemû hevlên wan bi xeyda wan agahdar dibûn, ta dê û bavên wan jî dizanîbûn, bê kî û kî di vê tarê de ji hev xeyidî ne.
Ew roj di ser xeyidandina wan re derbas dibû, vêca adinî rojê wê çawa derbas bibe? Mane ev herdû alî wê careke din hevdû bibînin û bi hevre rûnên û xwarinê bixwin, û herin dibistanê û paşê bi hevre bigerin û bilîzin.
Di vê xeyid û rewşa herdiwan ya ne xweş de, divabû herdû alî bi hev re bipeyivin, lê wê ne serast herdû bi hevre biaxivin.
Rabû van xort û keçên tara xerbî (Tara rojava, tara Elî Fero) şêweyek ji danûstandinê di nav du kesên, ku ji hev xeyidîne, afirandin, bi rast î, ev şêwe ne li ser bala tu kesî bû.
Ew şêwe bi vî rengî bû:”Herdû xort (Aliyê) ji hev xeyidîne di nav hevalên xwe de ne, dema ew li ser babetêkê biaxivin û serast gotinekê ji hev re bibêjin, yan pirsekê ji hev bikin, di rêka hevalên xwe, yê di wê kêlîkê de bi wan re ye weha ji hev dipirsîn:”Jêr bêj! Bela were em bi hevre herin dahlê tûreşkan bixwin. Jêr bêj! Bela were em bi hevre herin bazarê. Jêr bêj! Wê sibe bi me re were dibistanê? Jêr bêj! Bela qewsikê xwe bide min. Jêr bêj! Bela were em bi hevre herin kaniya sipî. Jêr bêj! Bavê wî lê digere. Jêr bêj! Bela zerka avê bide min. Jêr bêj! Bela were em bi hevre herin firokxaneyê. Jêr bêj! Bela were em herin ser bîra Firensa avjeniyê bikin. Jêr bêj! Bela sibe were em bihevre herin ser çemê Çeqçeq: Jêr bêj! Bela were em herin gola Emîna. Jêr bêj! Bela were em herin mêrga Hilko.Jêr bêj! Ka em herin bexçê Heso. Jêr bêj! Bela were em herin Erasê û bazara Terektora. Jêr bêj! Wê sibe bi me re were Hîmo? Jêr bêj! Wê roja înê bi me re were Elîfero? Jêr bêj! Ka em herin bi gogê bilîzin”.
Bi vî rengî û şêweyî ew herdiwên ji hev xeyidî bûn, danûstandin bi hevre dikirin.
Lê dema, ku herdû bi tena xwe bana, çawa bi hev re dipeyivîn?
Di vir de herdiwan careke din ew şêweyê axaftinê bi kar tanîn, te digot eyin hevalekî wan yê din bi wan re ye û careke din di rêka wî re ne serast bi hevre diaxivîn, û weha pevre dipeyivîn:”Jêr bêj! Ka em ê herin pişt mizgefta Qasimo. Jêr bêj! Ka em herin ser Bedenê li polikan bigerin. Jêr bêj! Ka em niha herin newla Çirkînê. Jêr bêj! Tu dixwazî sibe were em herin Meqle,ê (Konçalên, ku kevir û qûmê jê derdixin)? Jêr bêj! Tê sibe were em ji dibistanê birevin? Jêr bêj! Ka em herin dehla Simê. Jêr bêj! Tê xesê bixwî? Jêr bêj! Rast e, Ekremo cardî ji mal xeyidiye? Jêr bêj! Ka tembûrê bide min, ez ê jî hinekî lêxin. Jêr bêj! Ka em ê herin nav bexçê Xelo. Jêr bêj! Ka em ê herin Meqle,a Qasimo. Jêr bêj! Tê nok û şoqila bixwî. Jêr bêj! Bû êvar ez dixwazim herim malê.
Belê bi vê razekê û vî rengî xortên tara xerbî (Tara rojava, tara Elî Fero) ji bo danûstandinê bi hevre nebirin, çareyek pir hesan ji xeyda xwe re afirandibûn.
Carekê ne serast û careke din serast pevre bipeyivîn, bi wî şêweyê, ku ne li ser bala tu kesî bû, baş ji hevdû têdighan û têkiliyên xwe ji hev nedibirîn, û ew herdiwên ji hev xeyidî bû, ya di rêka hevalên xwe de li hev dihatin, carinan jî piştî mehekê dudo sisê ji ber xwe ve li hev dihatin.
Vêca ji çil û pênc sala ve, dijberî û rejîma Sûriyeyê, li ber hev didin, ji bo ku her yek ji wan ya xwe bibe serî, hinek ji wan doza mafên xwe dikin, hinek doza desthilatdariyê dikin, hinek ji wan jî doza serê serûk Beşar Elesed û kursiya wî dikin, ta ku herdû aliya bi vê nakokî û gir û kînê em gihandin vî şerê navxweyî yê bê dawî.
Bi dirêjbûna van sala re, di dema ku pêkahtiyên Sûriyeyê pêdiviya wan bi danûstandinên serast hebû û hîn jî hene, ji bo çareserkirina kêşeyên wan, rojekê jî herdû alî bi rengekî fermî li hev neciviya ne, timî her aliyekî ji wan di cîhaneke xwe ya taybet de karên xwe dikirin.
Xuya ye, ev herdû alî ji zû ve ji hev xeyidî ne, ya herî balkêş jî ew e, ku beriya niha gelek ji vê dijberiyê endamê partiya Elba,is bûn, di Sûriyeyê de jî xwediyê desthilatê bûn, ango xeyidandina wan ji hev ne ji zû ve ye.
Dema tîştek dibe du parçe, çî bûjen be, çî nerî û mirov bin, wê çaxê vace weha dibêje:”Ji bo ku herdû careke din bibin yek parçe, dirûtinek ji herdû parçeyan re divêt, yan jî bi pelçîmê û şîrêzê dibin yek, yan jî herdû alî di rêka hinek qencîxwazan de careke din dibin yek parçe.
Bi gumana min, komkar û dezgeh û ewlehiya navdewletî û dijber û rejîma Sûriyeyê di van pênc şeş salê danûstandinan de, şêwe û teknîka keç û xortên tara xerbî (Tara rojava, tara Elî Fero) di kêşeya Sûriyeyê de bi kar tînin, ji wan fêrî vî şêweyî bûne, lê tenê mirovatî û dostanî û hevaltiya, ku li cem wan kêç û xortên vê tarê hebûn, li cem van ê din tuneye.
Ev herdû alî dixwazin bi gir û kîn û berberî danûstandinê û nakokiyan bi hev re bikin, ji lewra ta niha nikarin bighêne dawiya vê xeyda xwe ya sermedî, herweha diyar e, ku ew naxwazin pêkhatiyên Sûriyeyê ji van nakokiyan azad û rizgar bibin.
Ez bawer im, heger dijber û rejîma Sûriyeyê bi rastî bixwazin van kêşeyên xwe çareserbikin, gerek e ew serast bi hev re bipeyivin, van danûstandinên xwe li Şama şerîf bi hevre bikin, û şêweyê dudiwa yê keç û xortên tara xerbî bi kar bînin, wê demê serkeftin dibe para herdû aliya.
Êdî tembiya min ji van herdû aliya re ev e, heger, ku bixwazin bighêne çareseriyekê ji van kêşe û şerê navxweyî re li Sûriyeyê, bela xwe bighênin keç û xortên tara xerbî (Tara rojava, tara Elî Fero) li Qamişloka paytext, wê rêkeke pir baş û guncaw ji wan re bibînin, mehek, dudo, sisê wê hemû kêşeyên wan çareser bikin. wê çaxê ti karê wan ne li Cinêv, ne li Niyû York, ne li Estana, ne li Qahîra, ne li Riyad, ne li Dewha, ne li Enqra û Istanbol, ne li Mosko, ne li Bekîn, ne li Parîs û Sûtçî tineye.

Bawere-Omeri@hotmail.com
13.12.2017

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home134b/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

التقدمي يطالب بالإفراج عن المعتقلين السياسيين

تصريح اقدمت الأسايش في الفترة الاخيرة في قامشلو على اعتقال كل من السيدين فيصل يوسف ...