أخبار عاجلة

Şandik hevbeş ji Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê Desteya Zimanê Kurdî Têbînîkê radestî UN dike

Share Button

Îro 21ê Sibata 2018ê, şandeke hevbeş ji Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê û Desteya Zimanê Kurdî seredana navenda Neteweyên Yekgirtî li bajarê Qamişlo kir û di bin navnîşana roja cîhanî ya zimanê dê, nameyeke protostokirinê derbarê dagirkeriya  Tirkiyê ji Efrînê re û armanckirina gel û çand û şûnwaran radestî berpirsên wê navendê kir, da ku bo Neteweyên Yekgirtî û rêxistina (UNESCO) were şandin.

Naveroka Têbîniyê

“Parastina zimanên curecur û çespandina pirzimaniyê ji bo piştgiriya armancên geşepêdana domdar “

Rêxistinên Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdaewletî yên guhdanê bi çand û zimanan dikin..

Destnîşankirina roja 21ê Sibatê wek roja cîhanî ya zimanê dê gaveke giring ber bi parastina çanda mirovahiyê bû, herwiha  di rûyê nijadperestî û dijîtiyê de bersiveke balkêş bû ku hê jî di sedsala 22ê de, hin kom û desthilat li cîhanê çanda gelên din armanc dikin, tenê ji ber ew bi zimanekî cuda daxivin û xwedî çandeke taybet in.

Rêzdarên bi rûmet

Kurd ku yek ji gelên kevnar ên Rojhilata Navîn e, di dîrokê de gelek caran rastî êrîşên qirkirinê hatiye, ji ber ziman û çanda wan ji ya desthilatdarên derdorê cuda ye.

Em wek du saziyên ku li gorî karînên xwe guh didin zimanê dê yê gelê xwe “Kurdî”, di wê baweriyê de ne ku parastina ziman û çanda gelan berjewendiyeke mirovahiyê bi giştî ye, lê îro li welatê me û bi taybetî li herêma Efrînê, qirkirina axêverên zimanê Kurdî di bin navnîşanên sexte de berdewam dike ku armanckirina hemû xelk, çand û şûnwarên wê herêma bi ewle di bin şerekî nijadperestî ye ku armanc jê qirkirina hebûna Kurdan e bi rêya kuştin, w;rankirin, talankirin û guhertinên demugrafî.

Di roja cîhanî ya zimanê dê de, em bang li hemû rêxistin û aliyên ku baweriyê bi hevjiyanê tînin dikin û di serî de rêxistinên Netewên Yekgirtî, hêviya me ew e, win dengê xwe ji bo parastina gelê Efrînê bilind bikin, herwiha ziman, çand û şûnwarên wê deverê.

Herwiha di baweriya me de ku daxwaza piştgiriya zimanê Kurdî li Sûriyê û danpêdan pê, mafekî rewa ye ku dikeve xizmeta eşkerekirina nasnameya gelê Kurd li vî welatî bi rêyên yasayî, ji aliyekî din ve dê roleke wê danpêdanê di sivikirina êrîşên komên nijadperest, olperest û tundrew  de hebe, dema ew bibînin ku Kurd jî weke hemû gelên herêmê û cîhanê xwedî nasname ne.

Li dawiyê, roja cîhanî ya zimanê dê li hemû gelên cîhanê pîroz be.

Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê

Desteya Zimanê Kurdî

Qamişlo 21ê Sibata 2018 Z

 

 

 

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

عفرين.. الفصائل الموالية لتركيا تفرض “الأتاوات” على مزارعي الزيتون وتهددهم بالاستيلاء على المحاصيل

يستمر مسلحو الفصائل السورية التابعة لتركيا بارتكاب الانتهاكات بحق أهالي عفرين المحتلة شمالي سوريا. ومع ...