أخبار عاجلة

Bawerê Omerî : Tirkiye û Îran û Iraq jî dewletên islamî ne

Share Button

العلم التركي و العلم الايراني

Di destpêka sedsala bîsta de miletên xwedî sermeyadar û hêzên lêşkerî, bi zanebûn û dagirkirinê çarenûsa gelek miletan xistin bin destên xwe de, paşê bi zora xwe dest bi danîna sînoran kirin, sedemên wê serkeftina wan jî ew bû, ku ew miletên sînor li dora wan dihate dorpêçkirin, ne pir heşyar bûn û hayê wan ji bayê felekê nebû, wan dagirkeran jî her çend gund û bajar navek lêdikirin û li ser kêfa xwe hêdî hêdî dewlet û rejîm û desthilatdarî li wir avadikirin, paşê serûkek ji wan re binav dikirin.

Her çend dewlet ji wan bi sîstemeke taybet dihatin avakirin, ji wan: Dewletên di bin sîstema malbatekê de dihatin birêvebirin.

Dewletên di bin sîstema êlekê de dihatin birêvebirin. Dewletên di bin sîstema sosyalîzimê de dihatin birêvebirin.

Dewletên di bin sîstema dîmoqratiyê de dihatin birêvebirin.

Dewletên di bin sîstema qomunîzmê de dihatin birêvebirin.

Dewletên di bin sîstema şahitiyê de dihatin birêvebirin.

Dewletên di bin sîstema padîşahiyê de dihatin birêvebirin.

Dewletên di bin sîstema komariyê de dihatin birêvebirin. û dawî dewletên di bin sîstema olî û oldariyê de dihatin birêvebirin.

Ji zû ve piraniya miletên paşdemayî di bin bandora olên, ku pir derew û bêbextî û xewinên pûç bi xwe re anî bûn,  jiyana xwe birêve dibirin.

Mirov dikare bêje, ku di wan deman de jiyan, pêşvebirin, pêşketin, zanist û xwendin li nav wan miletan pir kêm bibûn, ya jî bi carek rawesitiya bûn.

Di wê rewşa wêran de û di şev û rojekê de dagirkerên Birîtanî û Firensiyan û hevalbendên wan cîhan li xwe par ve kirin.

Bi wê parvekirin û perçebûnê re gelek dewlet hatin damezirandin, ji wan dewletên ku pirê hevwelatiyên wan Misilman bûn:Tirkiya, Îran û Iranq bûn.

Tevî ku gelek caran serûkên van dewletan ne pir bi ola islamê ve girêdayî bûn jî, mîna Kemal Atatirk, Mihemed Rida Bahlewî û Sedam Hisên…lê berpisên wan timî weha digotin: “Dewleta me sêkulêr re, em dijî partî û komele û komikên xwedî bîr û baweriyên olî ne“.

Lê di eynî demê de carinan jî digotin:“ Çanda miletê me, çandeke olî ye, ango Misilmantî ye       û gelek olên din jî di nav me de hene û mafên wan jî li cem me parastî ne“.

Van her sê dewletan bi hêza xwe ya leşkerî, ewlehî û saloxgerî bi dehê caran, li hindur, hevwelatiyên xwe di gund û bajar û bajarokan de dane ber guleyên tang û topan, bi balafirên cengî zarok û jin û pîr û kal bombebaran dikirin, bi singuyan serên wan jê dikirin û leşkerên wan radihijtin wan seriyan û wêneyên xwe bi wan re dikişandin, ew wêne di kovar û rojnameyên xwe de belav dikirin û mêraniya xwe şanî cîhanê didan, bi bombeyên naplimê malbat, xanî, jîngeh, zevî û lawir dişewitandin, bi çekên Kîmawî ne carek û dudo û sisê û çar êrîşî hevwelatiyên xwe kirine, bi hezaran girtî û dîl di zindanên wan de hene.

Li derve hemû hevwelatiyên wan di bin çavên ewlehiya wan de ne, û gelek caran dijberên xwe kuştine.

Bi hezaran şûnwar û kelepûr û çanda miletan wêran û winda kirine, pûtên ji zîv û zêr dizîne û li bazarên cîhanê firotine.

Li deşt û çiyayan ava çem û kaniyan ji hevwelatiyên xwe re jahr dikin û diçkînin.

Rejîmên li van her sê dewletan desthilatdar in, kêlîkek, demjimêrek, rojek, heftiyek, mehek û salek tenê jî bê girtin û qirkirin û kuştina hevwelatiyên xwe derbas nekirine.

Xwepêşandan li van dewletan qedexe ye, rexne li berpirsên wan nabe, ji ber ku ew cihnişînê Xwedê ne li ser zemînê, nivîsandina gotarekê di warê dîmoqratî û çaksaziyê de qedexe ye, serbestî û azadiyên giştî li van dewletan tuneye.

Ji ber bawermendiya wan ya bihêz, ev her sê dewletên faşist û dagirker li alîkî mizgeftên jinan avadikin û bi zorê çefî û hîzarên reş li wan dikin, lê li aliyê din kerxaneyan ava dikin, helbet van herdû karên çê jî ji bo Xwedê û pêxemberê wî dikin.

Li van her sê komarên Islamî mirov dikare ji xwe re ji destê leşker û polîs û bazirganan hemû cûreyên çekan bikire.

Her demê mirov dikare ji xwe re heşîşê, efyonê, dermanê bencê, derziyên jahrê û yên kîmawî li hemû dezgehên van dewletan bikire.

Dema berpirsek yan jî mirovekî dewlemend li van her sê dewletan bi nexweşiyên giran dikevin, û pêdiviya wan bi guhertina kezeb, gurçik û dilan hebe, wê çaxê diz û bazirgan û mafyaya van dewletan zarok û keç û xortên ciwan ji malên wan didizin û direvînin, û di nexweşxaneyên taybet de wan zarok û ciwanan dikujin û endamên laşên wan derdixin û didin wan berpirs û dewlemendan.

Ev her sê dewletên Islamî ticarî rêzê li sînorên navdewletî nagrin, bi kêfa xwe ne, ew dikarin her demê derbasî sînorên dewletên din bibin, li wir mirovên çalak, rêzan û xebatkaran dikujin û gund û bajar û bajarokan dager dikin, lê ti dewletên li cîhanê ji wan napirse, bê çima vî karê wêran û ne rewa dikin.

Dema zor li van dewletan tête kirin, û ji wan tête pirsîn „bê çima vê sitemkariyê li hevwelatiyên xwe û miletên din dikin“, wê  çaxê berpirsên van rejîmên faşist û dagirker, dikin hawar û berevaniyê li xwe dikin, û bi piştgiriya hevalbendên xwe (Ango dewletên xwedêgiravî bavê dîmoqratiyê û mafên mirovan ne li cîhanê) xwe ji wê astengiyê rizgar dikin.

Van her sê dewletan rojekê jî negotine, ku li cem me kêşe û qeyranên mirovatî û rêzanî hene, lê di eynî demê de xwe kirine bavê pirsa Filestîniya û Misilmanên li beja Awropa û Asiya û Efrîqyayê, û her roj di piropaganda xwe ya derewîn de bang dikin, ku ew ê Filestînê ji destê gawiran rizgar bikin, û gerek e dewleta Isra,îl  ya sahyûnî û dagirker zor û sitemê li Misilmanên Filestîniyan neke, lê heger bike, em ê Cihuyan bavêjin deryaya sipî û cîhanê ji wan rizgar bikin.

Bi van derew û bêbextiyan hevwelatiyên xwe û Misilmanên li cîhanê dixapînin, û ew nizanin, ku kes nema ji wan û xapên wan bawer dikin.

Bi roj bi navê ola islamê ya derew şerê Isra,îlî û Awropî û Emerîkiyan dikin, lê bi şev bi berpirsên wan re bi kaban dilîzin, û li meyxaneyan bi wan re meyê vedixwin û serxweş dibin.

Van her sê rejîmên gefdar û tawankar xwe kirine bavê tîrên sunî û şî,iyan li hemû cîhanê, Iran bû Xwedayê şî,iyan, û Tirkiyê bûye Xwedayê suniyan û biraderên Mislmanan (Elixwan Elmuslimîn) li cîhanê, di dema, ku ti kesî wek wan ji sunî û şî,iyan nekuştine, bi miliyonan Fileh û Misilman Cihû û Kurd kuştine, û hîn jî wan tawankariyan dikin.

Vêca dewleta islamî ya nûjen bi serûkatiya Ebû Bekir Elbexdadî, hîn negihaye toza van her sê dewletên islamî û dagirker, di talan, kuştin, qirkirin û wêrankirina jîngeh û mirovatiyê de.

Ev her sê dewlet ne şûştina bi axa sor û ne jî bi dermanê kîmawî yê, ku sindîlokan dikuje, ji tawankariyên xwe yên gefdar paqij nabin.

Ji lewra ev erkê her mirovekî û dewleteke xwedî sinc û bi rûmet e, ku li dijî van her sê dewletan hevbendiyên navdewletî avabikin, ji bo ku rejîm û serûkên wan (Receb Teyip Erdoxan, Hassan Rûhanî, Heyder Alabadî) tev hêz û çeteyên wan bi zorê ji kok ve rakin, û rojhilata navîn û hemû cîhanê ji wan paqij û rizgar bikin, wê çaxê em dikarin bêjin, ku hîn qencî û hevkarî û mirovên dadmend û dadmendî li cîhanê hene.

Bawere-Omeri@hotmail.com

23.03.2018 z- 2630 k

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

دلاور زنكي : صفحات من سيرة الكاتب الكردي الراحل جمال نبز

جمال نبز “الكردي جمال نبز” المعروف الذي ذاعت شهرته عالماً لغوياً ولد عام 1933م في ...