أخبار عاجلة

Ji çapemeniyê û raya giştî ra

Share Button

Hefteya borî li Tirkiyê û li Kurdistana Bakur, di çarçeweya Rewşa Awarte da bi Qerarnameya di hukmê qanûna bi jimara 696a da di bin navê ”Sererastkirina karê Taşeronîyê” da bi hezaran karkir ji kar hatin derxistin.

Di vê biryarê da ji dêlî ji bo her kesî sebebên yeko yeko werin nîşandan, bi Qerarnameya di Hukmê Qanûnê da, bi îdîa ”lêkolîna Arşîvê û Ewlekariyê” sûcekî tevayî û ne diyar, hatiye nîşandan. Bi taybetî jî li Kurdistanê, piraniya van karkerên ji kar hatine derxistin ne ji ber ku sûcekî wan yê şexsî heye, ji ber ku ew û hin kes merivên hev in ji kar hatine derxistin. Têkliya wan bi sicîla siyasî ya merivên wan va hatiye danîn û ev yek wek sûc hatiye qebûlkirin û di netîceyê da gelek kes ji kar hatine derxistin.

Di vê çarçeweyê li Diyarbekrê ji belediya Bajarê Mezin, ji belediya Baglara, Kayapinarê, Yenîşehîrê, Bismil û Erxeniyê, li ser hev 722 karkir ji karên wan hatine derxistin. Ev mîqtar gelekî di ser wesatîya tevayîya Tirkiyê ra ye. Ev yek jî nîşan dide, wek di îcraatên Rewşa Awarte da jî meriv dibîne, li Diyarbekrê ku wek merkezeke siyasî ya Kurdistanê ye gelkî zêde ye. Çawa ku li Kurdistana Bakur îradeya gel hat binpêkirin û sîstema Qeyûman zêde hat bikaranîn, li vir jî eynî tişt hatiye kirin.

Ev tiştê hatiye kirin nîşan dide hukûmeta AKPê û şirîkê wê MHP kesê ne ji xwe wek sûcdarekî muhtemel û dijmin dibîne. Ev koalîsyon bêyî ku rîayetî huqûqa heyî bike, mafê însanan û keda wan binpê dike û bi vê kirina xwe jî bizrê kîn û nefretê direşîne, pêşerojê reş dike û difetisîne.

Em nûnerên partî û rêxistinên şûbeyên Diyarbekrê yên îmzeyên me li jêr e li dijî vê bêqanûnîyî û bêhuqûqiyê dertên û viya wek wacibekî tekoşîna xwe ya azadîyê û demokrasiyê dibînin. Em hemû kirinên bi vî rengî yên neheq û neqanûnî protesto dikin. Dibê hemû karkir û mamûrên neheqî li wan bûye vegerin ser karên xwe. Ji bo ku hemû mamûr û karkirên ji kar hatine derxistin vegerin serê karên xwe, em piştgiriyê didin tekoşîna hemû karkir û karmendan û sendîkayên wan.

09 NîSAN 2018

PSK, PAK, OSP, KDP-Bakûr, HEREKETA AZADÎ

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

آزاد عنز: كتاب التاريخ بين الماضي والحاضر

تاريخٌ لُفّق على عجل بعد نفض التراب عنه، ليَبدو أكثر جاذبية ثم تم إكساؤه بين ...