أخبار عاجلة

Ahmad Qasim: li dûwayî Doma

Share Button

Bê guman û ti egeran hêzên rijêma li Şamê çekê kîmawî li Doma bi kar anî wekî ku li gelek herêman bi kar anî bû li dijî sivîlan de encamê de bi sedan qurbanî ji jin û zarokan canê xwe ji dest dan…
Li her carekê Encûmena asayîşa navdewletî dikete raperînê da ku yê tewanbar seza bike, û li her carekê rarûyê VÎTO ya rûsî tê bi bihaneya ku ev doz bi tevayî `çêkirîye ji layênê din ve` loma jî rijêma Şamê xwe li dervayî çembera sezayê dibînê eger mertala Rûsî rarûyî kulmist û tamponan tê di hindir hila Encûmena Navdewletî de ku derfet ji nûnerê rijêmê ( Beşar El-Ceiferî ) re vedbê bo gotinin xweyî bi nefret û ne hedar û dagirtî ji riswakirina hêlin din re û dike derewçîn bi şêwakî gemirî û tewanbar dike ku ew bergirîya terorê dikin li şûnî bergirîya gelê Sûrî û mafê wî ya di jiyanê de ji asayîşî û hêmenî.
Rûsya yanzde caran mafê ( Vîto ) bi kar anîye li rarûyê pirojeyên bi armanca rawestandina şer û dirustmenî ya bi karanîna çekin kêmawî ji hêla rêjîmê de li herêmin li jêr desthilatdarîya rikberî ya çekdar, ku bûye sedema seqetkirina Encûmena asayîşê ku nikare ti biryaran bigrê li rarûyê hêzin rijêmê û karvedanên wê yên hovane li dijî sivîla bi rêyên dorpêşkirinê û birçî kirinê û roxandina xanîyan bi ser serê niştecîyan de bi armanca koçber kirinê û riva ji ber mirina bi şêweyin veciniqîn nemaze topbaranin bi bermîlin dagirtî ji gaza bi jehir ku dora xwe wêraneke bêtarî dike.
Bê lêvegerîna ser pêvejoyên şêweyin şer û girêkin wê li dirêjî ya heft salan ku çend dewletan bi mofirk û encamdanên wê girtine ku vê carê bi topbaran kirina Doma bi çekin kîmawî dibe ku yarîya dewletan bi çarenûsa Sûrî û gelê wê ber bi rewşeke ji kêferata germtirîn de bide di navbera herdu yarîgirin mezin ( Rûsya û Emrîka )de.. wekî germayî ya lomekirina di navbera nûnerê Emerîka û Rûsya de li civîna Encûmena asayîşê de ya bi daxwaza Emrîka hatibû civandin bo gengeşekirina biryara taybet li ser (bajarê Doma) û bardûmankirina wê bi çekin kîmawî li roja şemîyê 7/4/2018 de… û bi dû hev de riswakirin rijêma Şamê bi şêwakî tûj ji hêla çendîn nûnerin dewletan hatin axaftin her wehajî ew riswakirin parekî mezin gihîşte rola Rûsya ya ku rijêmê dihêvêjê û piştgêrîya wê dikê ser van kiryaran li dijî gelê Sûrî ku ev civîn di rojin 9-10/4/2018 de hatibû girêdan… lê xwe vekşandina ji civînê ji hêla çend nûnerin dewletan ve û di pêşîya wan de nûnerê Emerîka bi destpêka xwendina nûnerê Sûrî re destnîşaneke aşkerebû ku Emerîka û layengerin wê Firensa û Birêtaniya ti hêvîyan ji Encûmenê nakin ku wê ti biryaran bi rijêmê bigrê eger Vîtoya Rûsî bibe dîwarekî li pêşberê wan, û wisajî bû di dengdana ser pirpjeya biryarê de.. tenê bes bû gîhandina nameyê bi aşkereyî ` Emerîka wê hewl bide bo seza kirina hova ku ew tawanî yên pîs kirine bê ku biryara Encûmena asayîşa navdewletî çi dibe bila bibe`.
Lê encamp çi bibe jî, û çiqwas qoş bi hêz bibe di nav bera Rûsya û Emerîka de li ser Sûrî, lê ew naghêne sînorê pevçûneke leşkerî li ser qada Sûrî, loma jî, pokêtek li pêş rûsya dimîne ku karibe pêlewanî ya xwe ya dublomasî di lîstikê de bi kar bîne li ser çend rêzan bo parastina rijêmê û parastina bercewendîyên xweyên bi dest xistine di encama têvedana kirîza Sûrî ber bi asoyên girtî de ji çareserkirina ku xelkê Sûrî pê razî be.
Ew gurintî yên Emerîka û layingirên wê ji Ewropîyan belkî sînorê barêgehên leşkerî yên rijêmê û yên layingirên wê ji hêzên Îranê derbas nekin di lêdanê de bê ku bighêne hebûna leşkerî ya Rûsî. Ev yek mitmanîyê dide Rûsya û hêzên wê bi dûrî awiran dide li yacîkî, û li yacî yê din, wê Rûsya ji rêjîm Şamê û Îranê re jî tekezî bide ser giringîya hebûna wê ya leşkerî li ser qada Sûrî wek hêzekî bergir jib o mayîna rijêmê, û her wihajî bibe astengekê li pêş timayên Emerîka li navçeyê, û carekê jî wê bibe kepsûna parêzgir ji Îranê re bo redkirina her êrişekî were ser Îranê ji hêla Emerîka de di pêşerojê de. Eve kaxeza di destê Rûsya de bi hêz dike ji hêla rijêma Şamê û Îranê de, bo wêjî Rûsya bi tevayî hêzên xwe yên leşkerî û diblomasî bergirî dike ji ber pirojeya xwe ve li Sûrî wek dergeha ku qolayî dike rê bi rûya destdirîjîya ser ser herêmê û Îran jî vê re alîkar be.
Di encamê de, guhertina binyada pevçûnê, û berzkirina qoşa navdewletî li ser Sûrî piştî karpêdanin Gotayê rojhilat û lêdana kîmawî li Doma ji alî hêzên rijêmê de li hêlekê, û bi dest xwe xistina Rûsya mofirkin kirîza Sûrî û hewldana bo çareserkirineke leşkerî li ser riya ku hate nexşekirin li Astana di bin xala avakirina herêmin kêmkirina şer de, ew bi tevayî têrî Emerîka û layingirin wê dikin ku lêvegerînekê di nêrînin xwe de bikin bo diwaroja herêmê ji pêngava Sûrî de.
Çi guhertin wê rû bide dibe ku ji me re ji nişkav de be di roj û hefteyên bêde be.

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

إعمار سورية يحتاج نصف قرن

قال المستشار الخاص للأمين العام للأمم المتحدة المعني بمنع الإبادة الجماعية أداما ديينغ: «إن إعادة ...