أخبار عاجلة

Bawerê Omerî: Sed û yek sal û pirsa kurdî

Share Button

Bijarte, xebatkar, rêzanvan û şervanên miletê Kurd ji sed û yek salî ve, ji bo ku mafên xwe yên netewî bi dest bixin û dawî dewleta xwe “Kurdistan” ji destê dagirkeran rizgar bikin, bi hemû şêweyên rewa li ber xwe dane.

Vêca îroj pirsên herî giring yên xwe davêjin holê ev in:

Çima Kurda nikarîbûn wek hemû miletên li cîhanê dewleta xwe “Kurdistanê” damezirînin?

Çawa Kurda ta roja îro di sed û yek sala rabûrî de ji bo pirsa xwe kar kirine?

Di van sed û yek salan de “Kurdistan” di nav pênc perçeyan de hatibû perçekirin, bi wê perçebûnê re, rizgarkirin û serxwebûna Kurdistanê bibû aloztirîn pirs li cîhanê, herweha xebat û karê rêzanvan û bijarte û xebatkarên Kurd dijwartir bû û kete qûnaxeke pir aloztir de.

Gelek guhertin li cîhanê û rojhilata navîn û Kurdistanê çêbûn, lê Kurd bi lawazî tevî wan guhertinan dibûn, bandora wan ne erênî bû, bi lewaziya xwe ziyaneke mezin gihand pirsa kurdî.

Dewletên mezin li cîhanê, ticarî bi rastî piştgiriya miletê Kurd nedikirin, bi destêt wan û nezanên Kurda gelek caran Kurdên azadîxawz hatine xapandin.

Di nav van sed û yek sala de, dewletên xwedî sermayedar û hevalbendên wan Kurdistana sor ya di bin destê Sofiyata berê de bû, bi pîlanên veşartî ji nexşeya Kurdistanê birîn û nebedî kirin.

Gelek milet û dewletên bi hejmar û xaknîgariya xwe, ne wek bajarekî Kurdistanê dihatin hejmartin, bi alîkariya dewletên mezin û dagirker di wan sed û yek sala derbasbûyî de serxwebûna xwe ragihandin.

Dagirkerên Kurdistanê:

Xwendin û nivîsandin bi zimanê kurdî li seranserî Kurdistanê qedexekirin.

Tirk,kirin, erebkirin, fariskirin, ermenkirin, ezerkirin û ûruskirin li seranserî herêmên kurdî hatin cîbicîkirin, bi wan pirojeyan çanda kurdî di nav van her pênc dewletan de li ber lingan çû.

Navên gund, bajar, çiya, deşt, newal û zarokên Kurda li Kurdistanê diguhertin.

Nasnameyên Kurda ji wan distandin û neteweya wan diguhertin.

Van dagirkeran pirtir ji 15,000 gund wêrankirin, nîvê bajaran li seranserî Kurdistanê kavil kirin.

Her pênc dewletên dagirker û bi wan re dewleta Firensa û Birîtaniya û Yewnan û Ermîniya timî li dijî pirsa Kurd hevkar û hevbîr bûn.

Ji ber zor û çewisandina dagirkeran bi milyonan Kurd ji ser xaka xwe sirgûn bûne.

Zindanên van dagirkeran timî ji jin û mêr û gernasên Kurd dagirtî bûn, bi hezaran dîlên Kurd di dest van dewlet û çeteyên wan de hebûn û hîn jî hene.

Gelek caran dagirkeran jin û mêr û zarokên Kurda di sînema û zindan û mal û şikeftan de şewitandine.

Gelek caran rejîma Tirk, Iraq, Iran û Sûriyeyê bi alîkariya hevalbendên xwe li dijî miletê Kurd çekên kîmawî û bombeyên napalmê bi kar anîne.

Gelek caran van rejîman bi alîkariya dewletên mezin, pîlan li miletê Kurd û pirsa wî kirine û hîn jî dikin.

Pirê serkirdeyên tekoşer yên şoreşên kurdî hatine sêdarkirin, û hin xebatkarên gernas di binê zindanên kûr de bi destê zebaniyên van dagirkeran hatine pakrewakirin, herweha hejmareke din jî bi destêt çeteyên dagirkeran di şevên reş de hatine pakrewankirin.

Van dagirkeran û beşekî pir mezin ji nezanên Kurda li hindur û derveyî welat nehiştine, ku tevgera kurdî pevre karekî baş û çê ji pirsa kurdî re bikin.

Saloxgerên van dewletên dagirker bi deha komele û partiyên biçûk û bêkêr di nav Kurdan de damezirandine, lê heger du Kurda dezgeheke rewşenbîrî, civakî, ya jî rêzanî damezirandana, ewlehiya van dagirkeran di rêka çeteyên xwe de, xwe dikirin endamên van dezgehan û ji hindur ve dest bi helweşandina wan dikirin, ji bo ku nema baweriya xort û keçên Kurd bi karê dezgeh û komelayetî û rêzanî werin.

Rejîma Tirk, Iraq, Iran, Sûriyeyê, hevalbend û saloxgerên wan weha digotin Kurda:” Pirsa kurdî li Tirkiyê, Îran û Sûriyeyê tuneye, ti mafên we li cem me tunene, pirsa we ne li Enqerê û Tehran û Şamê, û ne jî li Amed û Mehabad û Qamişlê tête çareserkirin, pirsa we tenê li Hewlêr û Silêmaniyê tête çareserkirin”. Mexabin, ku hinek ji Kurdan jî vê nerîne dipejirînin, lê ew nizanin, ku ev daxwaz û pîlan jî ji xefkên dijmin in, ku pê dixwazin pirsa kurd û mafên wî di van her sê dewletên dagirker de bin pê bikin, û van her sê perçeyên din jî mîna Kurdistana sor ji ser nexşeya Kurdistanê nebedî bikin.

Li dijî vê pîlanê, Kurdan her beşekî Kurdistanê weha bi nav kirin:” Kurdistana sor (Niha li bin destê Ermîniya û Ezerbeycanê ye), Kurdistana bakur (Kurdistana Tirkiyê), Kurdistanrana rojhilat (Kurdistana Îran),

Kurdistana başûr (Kurdistana Iraq), Kurdistana başûrê rojava (Kurdistana Sûriyê).

Sermayedarên cîhanê (Awropa û Emerîka…ûhd) bi betrol û xaz û pereyan sûnd xwarine, rejîmên Tirk bi serê Efresyab û rûmeta Toraniyan sûnd xwarine, rejîmên Iranê bi taca Isma,îlê Sefewî sûnd xawrine, rejîmên Iraqê û Sûriyeyê bi gora Mi,awiya û Hesen û Hisên sûnd xwarine, rejîma Yewnanê û Ermenistanê bi gora Qestantînopel û Tiridatesê III sûnd xwarine, Suriyan Aşûr û Kildanan bi gor Isa û Meryem û Mîşêl Efleq sûnd xwarine, ku heya yek ji wan li ser vê zemînê zindî bîmîne, ew ê ticarî rê nedin, ku dîmoqratî li van pênc dewletên Kurdistan dagirkirine, çêbibe, û nahêlin, ku Kurd serxwebûna dewleta Kurdistanê ragihînin û bi mafên xwe şad bibin.

Miletê Kurd di wan sed û yek sala de piştî ezmûneyên tal û dijwar gihiştin baweriyekê, ku “Ji bilî çiyan dost tunene”.

Di sala 1990 -1991 de bi alîkariya hevpeymaniya navdewletî di şerê kendavê de tenê hêviyeke Kurda di rizgarkirina Kurdistana başûr de çêbû, ku desthilatdariyê li xaka wî beşî bikin.

Helbet ti kesî ji bilî Xwedê jê xweş Mam celelê Talabanî û Helîmê Heso (Bavê Luqman) pêve bi vê pilanê nizanî bûn, bavê Luqman ev di civatan de jî tekez dikir û weha digot:”Corc Boş gotiye:”Bi sê telaqan ez ê vê carê bihêlim Kurdistan çêbibe”.

Berxwedana gelê Kurd:

Miletê Kurd di sed û yek salên bûrî de, ji bo ku mafên xwe bi dest bixin pir li ber xwe dida, lê ji sedî not û pênc ji wan bi ola islamê ve girêdayî bûn, û şerê milet û neteweya xwe dikirin, ji ber nezanî û oldariya xwe gelek caran piştgiriya dijminê Kurd jî dikirin.

Bi sed hezaran Kurdên nezan di ber rejîmên dagirker de bê sedem li qada şeran hatine kuştin.

Bi sed hezaran Kurdên berxwedêr ji şervan û pêşmergeyên qehreman ji bo pirsa kurdî hatin pakrewankirin.

Li dijî sitemkarî û çewisandina van dagirkeran, rêzanvan û şervanên Kurd bi gelek serhildan û şoreşan rabûne, mexabin, ku pirê wan ne serkeftî bûn.

Di sala 1923 -1929 a li Sofiyata berê Kurdistana sor ya desthilatdariya xweser hate ragihandin, mexabin, ku temenê wê şeş sal tenê bû.

Di sala 1945 a de serûk Qadî Mihemed komara Kurdistan li Mehabadê ragihandin, mexabin, ku temenê wê tenê yanzdeh meh bû.

Di sala 11.03.1970 î de peymana avdarê ya desthilatdariya xweser di nav şoreşa kurdî bi serûkatiya seydayê Mistefayê Barzanî û rejîma iraqê de hate ragihandin, mexabin, ku temenê wê jî çar sal tenê bû.

Di sed û yek sala bûrî de şoreşa kurdî ya serkeftî, tenê ya partiya yekîtî niştimanî Kurdistan bi serûkatiya Mam Celalê Talabanî li Kurdistana başûr bû, ji encamê wê, mam Celal Talabanî du cara bû serûkê komara Iraqê ya federal, herweha salekê bû serûkê komkara dewletên Erebî û cîgirê serûkê sozyalîzma navdewletî, û kek Mesûdê Barzanî bû serûkê herêma Kurdistana başûr.

Cara yekê bû, ku serûkekî Kurd “Mam Celal” di komkara netweyên yekbûyî û koçka sipî de li Emerîkayê bi zimanê Kurdî diaxive, û serûk “kek Mesûd” bi şal û şapikên kurdî li dewletan dihate pêşwazîkirin.

Gelek caran Kurda xwe bi xwe şerê hevdû dikirin.

Piştî sed û yek salê ji xebat û kêferat û berxwedana miletê Kurd, mexabin, ku hîn jî partiyên Kurd nikarin li ser rêveberiya gundekî û zeviyekî û bîreke betrolê li hev bikin.

Gelek ji Kurdan him ji tirsa û birçîbûnê û him jî ji pîsîtî û dexsokiyê bibûn saloxger û çete û nandoz ji van rejîmên dagirker.

Gelek caran dagirkerên Kurdistanê hejmareke pir hindik ji kurdan dikirin berpirs di dezgehên van dewletan de, mexabin, ku wan Kurdan nikarîbûn berdestiye ji milet û pirsa kurdî re bikin, di dawî de dagirkeran wek kole û nandozan li wan kesan dinerîn.

Rêxistin û partiyên Kurd nikarîbûn karên pêwîst ji bo pirsa kurdî li ser astê diplomasî li seranserî cîhanê bikirna, herweha nikarîbûn ragihandineke serkeftî damezirînin, tevî ku di van salên dawî de hinek derfet û delîvên baş bi dest wan ketin, sedem jî ew bû, ku destêt çepel û wêran û veşartî di nav wan de hebûn û hîn jî hene.

Ji ber xap û ne rastî û pîlanên hinek endamên serkirde di nav partiyên Kurd de li hindur û derveyî welat, nema baweriya xebatkarên resen jî, bi heval û malbatêt wan têtin, ji tirsa xapandinê nema wêrin karekî bispêrin kesî ji hevalên xwe.

Gelek endam partiyên kurdî de li hindur û derveyî welat rê nedidan hevalên xwe, ku li derveyî welat kar û xebatê ji bo pirsa kurdî bikin, lê wan timî rê didan keysbaz û ne xebatkaran, yên tevlihevî û bazirganiyê bi navê rêxistin û partî û pirsa miletê Kurd dikirin.

Pirê endamên partiyên kurdî ji dezgehên zanistî û rewşenbîrî û abûrî û komelayetî ditirsîn, ji lewra wan nikarîbûn ti dezgehan ji miletê xwe re ava bikin.

Rola dewlemendan di nav tevgera Kurd de pir lawaz bû, ji ber ku hejmara keysbazan di nav wan de pir bûn.

Rewşenbîrên Kurd bi hejmara xwe ya pir kêm dikarîbûn karên baştir pêşkêşî pirsa Kurd bikirna, ku alîkarî û piştgiriya wan bihata kirin.

Piştî sed û yek salê ji kar û xebata rêzanvan û bijarteyên Kurd, mexabin, ku bêşekî pir mezin ji wan bûne hevalbendên van dagirkeran û bi taybet biraderên Misilmanan (Elixwan Elmuslimîn) li cîhanê, bi wan re gund û bajarên Kurdistanê wêran dikin, mêr, jin, pîr, kal û zarokên Kurdan di bin siloganên “Alahû Akber” de dikujin, dar û zeviyên Kurdan wêran dikin, xaka welatê xwe ji destê dagirkerekî didin destê dagirkerekî din, û hîn jî ev nandoz û çeteyên Kurd dibêjin:”Em ji bo serxwebûna Kurdistanê xebatê dikin, û yên ne bi me re bin, ew hemû xiniz û noker in”.

Di dawî de ez dixwazim bibêjim, heger ku guhertinek di nav hişmendiya bijarte û rewşenbîr û dewlemendên Kurd de çênebe, û nebin pisporên di parastina hebûna miletê xwe de, û hemû hêza xwe bo yek armancê bikar neynin, wê di sed û yek sala li paş me de, careke din bidestxistina mafên wan û serxwebûna dewleta Kurdistanê badîlhewa herin.

Bawere-Omeri@hotmail.com

13-4-2018z

2630k

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

26 قتيلاً من داعش برصاص “قسد” خلال يوم واحد

كشفت قوات سوريا الديمقراطيّة المدعومة من التحالف الدولي، اليوم السبت، عن حصيلة عملياتها العسكرية ضدَّ ...