أخبار عاجلة

التقدمي والوحدة يحيون يوم اللغة الكردية بزيارة اضرحة الكتاب والشعراء الكرد

Share Button

بمناسبة يوم اللغة الكردية الذي يصادف يوم 15 ايار، وبدعوة  من Saziya Fêrkirin û Parastina  Zimanê Kurdî li Sûriyê –    – Desteya Zimanê Kurdî y   Partiya Pêşverû

زار وفد من منظمتي قامشلو لحزب الوحدة الديمقراطي الكردي في سوريا ” يكيتي  ” والحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا اضرحة الكتاب والشعراء  الكرد الذين كان لهم بصمة في احياء اللغة الكردية وتطويرها منهم

( حمزة بكي مكسي في قرية دوكر – رزو اوسي في قرية دكشورية – محمد زكي وملا احمد بالو و ملا احمد نامي ومحمد شيخو  والشاعر الكردي الكبير جكرخوين في قامشلو ).

والقيت كلمات بهذه المناسبة وتذكيرا بنضال هؤلاء الكتاب والشعراء في خدمة الادب واللغة الكردية.

ويحتفل الشعب الكردي بيوم اللغة الكردية في 15 ايار من كل عام، اليوم الذي اصدر فيه مير جلادت بدرخان مجلة ” هوار ” في العاصمة السورية دمشق وبالأحرف اللاتينية عام 1932.

نص الكلمة التي القيت باسم

Saziya Fêrkirin û Parastina  Zimanê Kurdî li Sûriyê –   Desteya Zimanê Kurdî y   Partiya Pêşverû

Roja zimanê Kurdî

   Mêvanên hêja ……

Bingehê nasnameya Gelek miletan ol, Mezheb yan jî dîrok e. Lê bingeha  nasnameya miletê me yê Kurd zimanê wî ye, wek em dizanin di nav kurdan de Êzîdî, Kakayî, Sunnî, Şîî û Elewî jî hene . lê xala hevbeş ya dinavbera wan de, Zimanê Kurdî ye, loma hemî weke Kurd têne naskirin.
Beşdarên bi rûmet…….

Diyar  e  bandora ziman di dîrok û jiyana kes û miletan de jî, ew – Ango ziman – hatiye naskirin weku hêmanê sereke di hebûna miletan de , bi zimana gel têne naskirin û bi çûna zimanan jî ew têk diçin,  ji wilo jî dagîrkerên ku gel û welat êxistine bin destên xwe, ewan di pêşî de şerê zimanê wa gelan kirine, da ku ji hêmanê hebûnê wan dûr bikin , hin bi hin ziman û çanda xwe jibîr bikin û dûr bibin ji çand ,pend û serpêhatiyên xwe, ji bo vê jî ronakbîrê Firensî BÎKON dibêjê (Eger tu bixwazê miletekî bindest bikê, pêdiviye tu nehêlê fêrî zimanê xwe bibê,û ne jî bikar bênê) .

Biryar û pilanên qirêj derbarê mafên Welatê me Kurdistan û herweha jî li seranserî dîroka gelê Kurd, hatine bikaranîn. Pîlanên herî tund, û hemî kiryarên xirab û hovan e, li ser zimanê Kurdî dihatin ristin, da ku miletê Kurd ji vî zimanê şêrîn dûrbixin. Lê digel vê jî miletê me û bi saya dê û bavên me, bi xebata ronakbîr, rewşenbîr û zimanhezên me, vî zimanî xwe ragirt û ma weke hêmanekî  sereke ji hebûna vî miletî re.  Loma jî zimanzan û zimanhezê kurd di ber de xwe westandine,  şîret li me kirine bo parastina vî zimanî.  Gelo emê gotina Mîr Celadet Bedirxan jibîr bikin ku dibêjê( Me zanî ku xweseriya me di zimanê me de ye, û bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û bi parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin ).

Di roja Zimanê Kurdî de ya ku bi boneya derçûna kovara Hawarê di 15ê Gulana 1932 ê de,  hatiye destnîşan kirin , em vê rojê li tevaya gelê Kurd , zimanhez û zimanzanên kurd pîroz dikin, nemazeli giyanê Mîr Celadet Bedir xan, Melayê Cezerî, Feqê teyran, Ehmedê Xanê, Erebê Şemo , Reşîdê Kurd û (……………..) yê ku îro me seredana gora wî kiriye, em ji wan re dibêjin: Ew ked û xebata we di ber zimanê Kurdî de, bê sûde neçûye , bi hezaran hînkerên dibistana we ne di fêrkirina zimanê kurdî de. Em sozê didin ku li ser şopa weberdewam bin, û di ber xizmet û hînkirina Zimanê Kurdî de, her û her berdewam bin.

Di dawiyê de silav li giyanên zimanzan û mamosteyên ku bi keda wan îro bi sedan pirtûk di nav destên me de hene . Û silavin gerim li hemî zimanzan û lêkulînerên roja îro ku xwe diwestênin di ber zimanê me yê şêrîn û fêrkirina wî de.

*Silav li her mamosteykî ku kesekî Kurd hînî zimanê wî kiriye
*Bijî  Zimanê Kurdî….

15ê/ Gulana/2630K/2018 Z

  • Desteya Zimanê Kurdî ya        –  Saziya Fêrkirin û Parastina
    Partiya Pêşverû                                        Zimanê Kurdî li Sûriyê

الديمقراطي

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

وفاة الروائي السوري حنا مينه

توفي الكاتب والروائي السوري حنا مينة الملقب “شيخ الرواية السورية” عن 94 عاماً إثر معاناة ...