أخبار عاجلة

Partiya Pêşverû Yekîtî Niştimanî Kurdistan pîroz dike

Share Button


Birayê xebatkar Kosret Resûl Elî cîgirê emîndarê giştî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan

Hevalên hêja Endamên Nivîsgeha Rêzanî û serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan

Bi navê xwe û bi navê serkirdayetî , Endam û dostên Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ez germtirîn pîrozbahiyan li we û li hemî endam , kadir û xebatkarên Yekîtî Niştimanî Kurdistan dikim , Herwiha li tevahî gelê Kurdistana Iraqê dikim bi serkeftina kandîdên Yekîtî Niştimanî Kurdistan bi baweriya cemawerê gelê Kurdistanê di hilbijartinên perlemanî yên Iraqî de.

Serkeftina partiya we bi vê rêjeyê xuyaye ku ji dengên cemawerê gelê Kurdistanê ye û ev serkeftin bi rastî serkeftina Azadî û Demoqratiyê ye li Kurdistanê.

Ev serkeftin ji keda xebatkarên Yekîtî Niştimanî hatiye ewên ku bi mêranî serkêşî û rêbertiya xebata gelê kurd kirine , û bi xêra kadirên wê lîsta demoqratî û jiyana Azad bi serket.

Serkeftina lîsteya kandîdên Mam Celal tekez dike ku rêbaza heval Mam Celal xêzkiriye hîn zindî û berdewame.

Bi vê serkeftina we tê xwestin ku peywendiyên we xweş bin bi hikometa navendî re da ku hûn çareyan ji pirsgirêkên di navber hikometa navendî û hikometa herêma Kurdistanê de bibînin ji bo berjewendiyên gelê Iraqî bi hemî pêkhateyên xwe ve , û divê têkilî û peywendiyên we yên xebatkarî xurtir bin bi Partiya Demoqrat a Kurdistanê re di rêya pêşxistina peymana istratîcî ya di navber we de ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê di vê qûnaxa hestiyar de ya ku li ser gelê kurd re derbas dibe.

Ji were ey hevalê Nazdar Kosret Resûl Elî û ji hemî serkirdeyên Yekîtî Niştimanî Kurdistan re û kadirên wê yên xebatkar re silavên hevalên we di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û pîrozbahiya wan bi vê serkeftinê.

Hûn her bijîn ji bo xebatê

Qamişlo 13 / 5 / 2018

Birayê we Ebdilhemîd Derwîş
Sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî: Hişmend Şêxo

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

وفاة الروائي السوري حنا مينه

توفي الكاتب والروائي السوري حنا مينة الملقب “شيخ الرواية السورية” عن 94 عاماً إثر معاناة ...