أخبار عاجلة

Bawerê Omerî: Rastî û vace di rawestgeheke dîrokî ya kurdî de

Share Button

Di destpêka sedsala bîst û yekê de, berê hemû miletan di warê rêzanî, abûrî, zanistî û civakî de li cîhanê li qûnaxên nû ne.

Di van salên paş de miletê kurd jî wek hemû miletên li cîhanê dixwaze rewşa wî baştir bibe, tevî ku kêşe û pirsa wî ne wek ya hemû miletên li cîhanê ne, ew hîn bindest e, bê dewlet e, bê maf û bê xwediyî ye jî.

Di çanda kurdî de hemû rastiyên xwezayî hene û ne veşartî ne, tenê ji bo xweparastinê û avakirina dewleta Kurdistanê pir rastiyên çewt û bêkêr jî hene.

Heger her Kurdek di roja îro de bixwaze wek berê xwe nexapîne, gerek e niha rastiya şaştî û lawazbûna karê xwe ji bo paşerojê bi xwendineke berfireh binirxîne û ji nifşên bê re tomar bike, da ku sûdeyê jê bigrin.

Ji wan rastiyan:

Nûnerên Tevgera kurdî ta niha ne li hev in, bê pirojeyên avakirina dewletekê ne li seranserî Kurdistanê, tevî ku hinek ji partiyên kurdî xebatên baş di parastina miletê kurd de kirine, û di çend gund û bajarên Kurdistanê de desthilatdar in .

Di her partiyekê de xebatkarên gernas û dilêr hene, lê li hemberî wan bi hezaran yên nezan û keysbaz û rewok û dexsok jî hene, yên ku nahêlin ew xebatkar karekî baş û çak ji bo pirsa kurdî û mafên wî li hindur û derveyî welat bikin.

Elên Kurda ta niha ne li hev in û belawela ne, pirên wan bi dagirkerên Kurdistanê re tenê berjewendiyên malbatên xwe diparêsin, ew hîn ji wê xeleka pir teng rizgar nebûne, weha diyar e, ku mezinên van êlan nikarin li ser astê avabûna dewleteke kurdî kar û xebatê bi hev re bikin.

Oldarên Kurda hîn di sedsala yekê û deha de dijîn û ne li hev in.

Bijarte û rewşenbîrên Kurd hîn jî bê xwedî ne, ji bo berhemekî xwe çap bikin hîn jî parsê dikin, ji ber ku ne ew û ne jî tevger û dewlemendên Kurd ta niha nikarin dezgehên abûrî û çandî û civakî damezirînin.

Dewlemendên Kurda di hemû waran de xwe li pêş nexistine, hîn têr xwarina savar û nanê tisî nebû ne, hîn jî nikarin têkevin nav rêza dewlemendên cîhanê û bi erkê xwe yên mirovatî û civakî û neteweyî rabin, herweha nikarin berhemên bav û bavpîrên xwe biparêsin û hîn jî di parastina paşmanên xwe de nankor in.

Belengazên Kurda wek bijarte û rewşenbîran bê xwedî ne, mexabin, ku ew jî li xwe nabin xwedî, ji ber wê lawazbûna wan hemû aliyê desthilatdar in parmendbûnê bi wan dikin, di bin pêlavên dost û dijminan de bûne mîna gogapê bi wan tête lîztin.

Dijminên miletê kurd bi sed hezaran çete û nandoz li xwe kom kirine, li ser pişta van nezanan pirojeyên xwe ava dikin û desthilat û mabûna xwe di rêka van re misoger dikin.

Dagirkerên Kurdistanê, bê pirs û bê fedî ji xwe re û mer re ji bo qirkirina miletê kurd sînorên hev derbas dikin, li ser sînorên xwe bi balafirên cengî û tanq û topan gund û bajarên Kurdistanê bombebaran dikin, ev dagirker bi hemû hêzên xwe yên ewlehî û abûrî, berê miletê kurd didin bi aliyê oldariyê de, ji devêla, ku dibistan û navendên rewşenbîrî û zanîngehan ava bikin, bi deh hezaran mizgefta li gund û bajarên Kurdistanê ava dikin, mexabin, ku gelek partiyên kurdî jî ketine bin wê bandorê de, di rêka van partiyan de bi zor û xap û rîp bi sed hezaran Kurd kirine hevalbendên „koma biraderên Misilmanan“ li cîhanê, ji bo ku Kurd dûrî mafên xwe yên neteweyî bibin.

Di vê rawestgeha dîrokî de hîn jî miletê kurd bê dost û heval û xwedî ye, çend hebên henê jî timî ji bo berjewendiyên xwe di şev û rojekê de bi xapan xwe dixin şûna dijminê miletê kurd de, hevaltiya wan jî mîna hevaltiya rovî û quling e.

Rastya herî giring jî ev e, ku encûmena ewlehiya navdewletî bi hemû dezgehên xwe ve û hemû dewletên cîhanê van rastiyan dizanin û dibînin, lê ew ta niha çav û guhên xwe digrin û ti berjewendiyên xwe di pirsa kurdî de nabînin.

Vêca ji bo ku çareyek ji pirsa vî miletî re were danîn, vace di vê rawestgeha dîrokî de çi ji me re dibêje?

Di hemû beşên tevger û civaka kurdî de xebatkarên dilsoz û mêrxas û dilêşên pirsa kurdî hene, ew dikarin li hev bigerin û dûrî keysbaz û nezan û nandozan bi hev re karên xwe bikin.

Heger hat û ev beşê pir giring bi erkên xwe rabûn, wê demê vaceya dîrokî wê bibêje:„ku miletê kurd niha ber bi avabûna dewleta xwe ve diçe“.

Bawere-Omeri@hotmail.com

13.06.2018z – 2630 k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

أكرم البني : لبنان وسوريا وسؤال السيادة الوطنية!

لم تهدأ التعليقات الساخرة على ما ذهب إليه سياسيون ومثقفون لبنانيون في قولهم إن التعاطي ...