أخبار عاجلة

Hişmend Şêxo: Pîroz Name

Share Button

Silav li bîranîna 61 saliya

Partiya Pêşverû

( Pîroz Name )

Hevalê xebatkar û cefakêş mamoste Hemîd Derwîş Damezrenêr û sekreterê patiya me

Hevalên hêja û xebatkar Endamên Desteya kargêrî û Nivîsgeha Rêzanî

Hevalên xebatkar Endamên Komîta Navendî

Silav li we hemiyan

Di çardehê Cehzerana sala 1957an de û Berî bi şêst û yek salan hejmarek ji pêşngên Kurd tevgera netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê damezrandin û rêya xebatê ji me re vekirin.

Bi hatina vê roja pîroz , roja bîranîna şêst û yek saliya damezrandina partiya me Ez germtirîn pîrozbahiyên xwe li Endezyarê Rêzaniya kurd , Mîrê diplomasiya kurdî heval Hemîd Derwîş dikim û li tevahî hevalên xwe yên komîta navendî , Herwiha ez li hemî kadir û xebatkarên vê dibistana hişmend pîroz dikim.

Ev dibistana xebatkar bi dirêjahiya salan ji rêveçûna xwe ya xebatkarî herdem bi hişmendî xebitiye û tekoşîneke bê hempa kiriye ji bo parastina miletê kurd û nasnameya netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û ji bo taybetmendiya doza kurdî li her parçeyekî kurdistanê û pêkanîna xewin û hêviyên miletê me di welayekî Azad û Demoqrat de.

Hevalên cefakêş

Ev heşt salin welatê me di rewşek zor xirab û aloz re derbas dibe ji kuştin , talankirin , koçberî û kavilkirinê û nemaze piştî dagîrkirina bajarê Efrînê herêmên kurdî li Sûriyê derbasî qûnaxeke din dibe , Lewre ji hemî aliyên tevgera me lêvegereke giştî û yekrêzî tê xwestin da ku karibin bi erka xwe rabin di vê dema metirsîdar û hestiyar de.

Bi helkefta vê bîranîna giranbuha ez hevalên damezrenêr û xebatkarên pêşîn silav dikim û ez bejina xwe li hember pakrewanên partiya me ditewînim ew hevalên qehreman ên ku her tiştê xwe erzan kirin ji bo parastina xaka xwe.

Li dawiyê careke din ez germtirîn silavan li we û li tevahî hilgirên al û rêbaza Partiya Pêşverû dikim , Bi hêviya jîneke şad ji bo we hemiyan û hûn tev bijîn di evîna welat û miletê xwe de.

Silav li giyanê serokê Partiya me Dr. Nûredîn Zaza

Silav li giyanê hevalên me yên damezrenêr

Hezar silav li giyanê pakrewanên partiya me û li hemî pakrewanên tevgera Azadîxwaza Kurdistanê

Bijî bîranîna 61 saliya damezrandina partiya me

Serkeftin ji doza kurdî re

14 / 6 / 2018

Efrîn

Hevalê we : Hişmend Şêxo
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

26 قتيلاً من داعش برصاص “قسد” خلال يوم واحد

كشفت قوات سوريا الديمقراطيّة المدعومة من التحالف الدولي، اليوم السبت، عن حصيلة عملياتها العسكرية ضدَّ ...