أخبار عاجلة

Ehmed Qasim: Destûr ne çoyê Mûsa ye ji çareserîya kirîza Sûrî re

Share Button

Gaveke pêlewanî ye birêz (Dîmistora) bi hûnerî avêt ku di ser tevayî qonaxên sînordar re yên bi biryara Encûmena navdewletî ve girêdayî bi biryara 2254 ve taybet bi kirîza sûrî û jêderin Cinêva1, wekî ku çoyekî remlê li Astana û Sotşî dît ji çêkirina ya da nîşan dan ku Destûr tenha ew rêyeke bo çareserkirina kirîza Sûrî ye.
Ka em bipirsin di çarçêweya diyalog û gumanan de, sedemin cewherî û egerin rasteqîne ji kirîzê re çi bûn, ya ku gel têveda ber bi xwepêşandan û serhildanê de li rarûyî dictatora her derî li ser xwe girti bû ya ku divabû di wan deran re rê li pêşîya ev êşkênc û bêtarin bi ser serê xelkê Sûrî de hatî bigirta.
Ku em hinekî vegerne bîranînin xwe û li ser qonaxa damezrandina (Raghandina Dîmeşqê) li iktobera2005 û li ser armancin wê rawestin, ka helwêsta rêjîmê li beramber wan armancin bi “Guhertinin demuqrasî ya aştîyane û pêl bi pêl bi seroketîya El Esed bi xwe li dûrî destêwerdanin ji derva ve” çibû? Bersiva Esed jê re ferman dabû bi girtina tevayî serkirdeyin Raghandina Dîmeşqê bi tûmeta pîlankarî li dijî welat û enîya berxwedanê bû….. Ne destûr daxwaza gelê Sûrî ya sereke bû, tenê azadî û vekirina teqeyên bîn kirina bayê wê û felatbûna ji bêhngirtina sergirtî li ser bêhna gel.
Fişar û guvaşa kujrew ji hêla rêjîmê de ewê kolan bir bi teqînê de ajot wekî ku vulqan di bin fişar û bêhn girtinê de diteqê, da ku gel teqîya bê serkirdeyeke serkêş, teqîneke ji xwe ber bê pirojeyeke siyasî û serkirdeyekî berdêl ji rêjîmê re, lomajî, pirojeya wê kurtegirtî bû li ser bidestxistina azadî û rûmetê bû, ne rûxandina rijêmê bû. Lê rijêmê li şûna vekirina dergehin azadî ji bo gelê xwe ew bîtir xistine bin xenqandinê bi amêrin kuştin û wêran kirina xanîyên bi ser serê xwepêşanderin aştîxwaz û sivîl de.
Baş li bîra mine me dixwest destûra ku Hafiz El Esed û Beşar bi dû ve afrandibû cîbicî bikin, ji ber rijêmê xwe di ser destûrê xwe re digirt, ew destûrê ku divabû parêzgerbe di navbera desthilat û gel de li alîkî, û sînordar be ji serwerîya dewletê re, lê ji bext xirabîyê tim û tim serok berztirbû ji dewletê û destûr, ew bû ê ku çawanîya jiyanê destnîşan dikir ji xelkê re di rîya bi karanîna amêrin xwe yên asayişî ya pispor di ferz kirina daxwazin xwe ku mirov kirne kole bi binpêkirina destûra welat û yasayin ragîhankirî. Yanî ” di rastî de divabê karpêdan di damezrandina sazûmanekî de bê ew bi destûr kar bike û di bin destûr re be ne sazûmanê ku xwe di ser destûr re bibîne “.
Lomajî, birêz (Dîmistora) di vebjartina xwe de dev ji gelê Sûrî berdayî û xwe dorpêç kirîye di navbera du vebjêrin bi vacayî hev de ” vebjêra Rûsî û ya Emerêkî “, ma dam Emerîka ta vê hewşê jî giringîya xwe daye ser nehîştina “Daiş” û derxistina milîsin Îranê ji Sûrî; birêz (Dîmistora) dibîne ku Emerîka ne li dijî her karpêdaneke bibe sedema “nêzîkbûna ji hev” di navbera rikberî û rijêmê de heta ku di riya nivîsandina destûrekî nuh re be pê rijêm û dezgeyên xwe bimînin bi hevparîya hindek rikberî ve wekî ku Rûsya dixwazê bi erê kirina Îranê di bin hindek “şert û merc” re. Ez dibêjim bi Şert û merc, ji ber Îran di rastîya xwe de ne razîye bi pirojeya Rûsî ji Sûrî ya diwaroj re, ew ne razîye li ser dozin cewherî piştî derçûna Emerîka ji Sûrî û Îraqê. Lê ji hemîyan giringtir ewe helwêsta gelê Sûrî çîye li beramberî van bûyerên rû didin di kolanin navdewletî de bê amadebûna nûnerin Sûrî yan, ango wê karibe xelkê Sûrî bi destûrê (Dîmistora) çavin xwe kil bidin ya helwestek din heye?
Bawer dikim ku ew rikberîya bi bez erê kir ser nivîsandina destûreke nuh yan guhertina destûra heyî li ba rijêmê ewî jî dev ji mafên gelê Sûrî di azadî û rûmetê de berda piştî hewqas qurbanî dan, loma jî ew nema nûnertîya rasteqîne ji gel û îradeya gelê Sûrî re dike, ew raghandina ku radigihînin ew nûnertîya armancên şoreşê dikin ewî bi xwe û ji xwe re xwe kiri bû nûner bi alîkarî hin ecîndeyên dewletan ji bercewendîyên wan re, ew şoreşa ku ew dibêjin ma ji duh re piştî perçebûn lêket û têveçandina ji alîyê tûnrew û hêldarin çekdar û hêzin di rastîya xwe de ava bûn bi armanca têkdana şoreşa aştîyane û belavkirina berdan-berdana bê sînor di laşê şoreş û nav welat de, ev yek kete xizmeta mayîna rêjîmê û her wehajî di xizmeta ew dewletin kar dikirin bo hilweşandina Sûrî di pêşîya hemîyan de di xizmeta Îsrayîl de bû. Lê şoreş ma û xwe nûjen dike bi nêrînin nûjen ew di rewşeke amadekarî de ye li ser pêngaveke nuh li dûrî her ecîndeyekî bi guman.
Tiştin di pêşî de hatî tekez dike ku destûr ne çoyê remlêye wê kirîza Sûrî bi dawî bîne, lê tiştê tînê ber hiş wê kirîzê ber bi girêkin bîtir de bide da ku Sûrî bixîne bin sîwaneke navdewletî ta heyameke bê sînor.

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

منظمة الدنمارك للتقدمي تعزي الرفيق عبد الحميد درويش برحيل ابن عمه “عبدالرزاق درويش”

الأستاذ الفاضل عبدالحميد حاج درويش، الأخ الدكتور صلاح حاج درويش، عموم آل حاج درويش المحترمون ...