أخبار عاجلة

Divê aliyên Rojavayê Kurdistanê bi bernameyek hevbeş tevbigerin

Share Button

Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîd Hecî Derwêş û wefda ligel wî, roja Şemiyê (01-07-2018), li bajarê Silêmanî, serdana polîtburoya YNKê kirin û ligel berpirsê desteya kargêriya polîtburoyê Mela Bextiyar, civiyan.
Di civînê de peywendiyên herdu partiyan, rewşa Sûriye û pêşkeftinên li Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û navçeyê hatin, nirxandin.
Mela Bextiyar, bal kişand li ser siyaseta YNKê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, çawanî çareserkirina pirsgirêkên nêvbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, pêkanîna mafên Rojavayê Kurdistanê û ragihand; helwestê YNKê li beramber Rojavayê Kurdistanê, ji destpêkê ve her wek xweye û neguhariye.
Mela Bextiyar, teqez kir ku çareserkirina pirsên navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û destpêkirina gotûbêjên ciddî ligel Opozîsyona Niştimanî a Sûriye, welatên Herêmê û welatên mezin, gellekî girîng e.
Mela Bextiyar, da zanîn ku YNKê bi berdewamî hewlên lihev nêzîkkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê daye û YNK bi çi awayekî ligel destwerdanê di karûbarên navxwe yên çi beşekî Kurdistanê de nebûye.
Mela Bextiyar, aşkere kir ku ji destpêkê ve YNK ligel pêkanîna hêzên cûrbicûr nebûye, jiber metirsiya durustbûna şerê navxwe li Rojavayê Kurdistanê dê mezintir bike.
Mela Bextiyar, daxuyand ku divê aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, siyaseta xwe ya raboriyê jiber çavan derbas bikin û bi programeke hevbeş di çarçoveya destûra guherî ya Sûriyê de kar ji bo bidestxistina mafên gelê kurd bikin.
Hemîd Hecî Derwêş jî ragihand ku YNK, hêzekî bi bandor e, seng û giraniya wê li hemû beşên Kurdistanê û Iraqê, liber çavan e.
puknow

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

انفلات أمني متجدد في إدلب.. اغتيالات وتصفيات

لا يزال الفلتان الأمني سيد المشهد في محافظة إدلب، حيث تشهد مناطق المحافظة بشكل متكرر ...