أخبار عاجلة

Ahmed Qasim: Hikûmeta Serokkomarî/Dewleta Nû Jî Nikare Pirsa Kurd Kurdistanê Çareser Bike

Share Button

Di 24ê Hezîranê de encama hilbijartina serokkomar û meclîsê, sîstema rêvebiriya serokkomarî hat pejirandin. Ew di heman dem dihat wê wêteyê ku dewlet jî dê jinûve ava bibe.

Loma jî gengeşiyên beriya hilbijartinê didomandin, piştî hilbijartinê dijwartir bûn. Mijarên bingehî bi wateyeke nû hatin gengeşî kirin. Ew gemgeşiyan hîn jî dom dikin.

Gengeşî di çend mijarên girîng de didomîne.

Mijara yekemîn, ew sîstema nû dê li Tirkiyeyê dîktatoriyeke ava bike, an nake?

Mijara duyemîn, eleqeya sîstema nû bi demokrasiyê re çi ye? Gelo dewleta nû dê bibe dewleteke demokratîk, an nabe?

Mijara seyemîn, ji bona dewleta nû makezagonek dê bê pejirandin? Ev makezagona dê demokrat be, an nebê?

Mijara çaremîn, ev sîstem û dewleta nû, wek tê îdia kirin, dê pirsgirêkên civakî, siyasî û malî çareser bike, an çareser neke?

Mijara pêncemîn, gelo ev sîstema û dewleta nû dê bikare pirsa kurd/kurdistanê çareser bike, an çareser neke?

Ev xal û mijara dawî gelek xwezayî ye, ku me kurdan eleqeder dike.

Loma jî girêdayî mijarên din, ez jî dê vê pirsa kurd/Kurdistanê bikim mijara stratejîk û navend. Li derûdora ev pirsa me ya girîng û stratejîk, sîstema û dewleta nû şirove bikim.

Lewra her kes û miletek ji bona berjewendiya xwe tevdigere û divê tevbigere. Em wek neteweya kurd jî divê gor berjewendiya xwe sîstema serokkomarî û dewleta nû şirove bikin. Nexşarêya xwe diyar bikin.

Wek tê zanîn û tê pejirandin, ku piştî Împeratoriya Osmanî Kurdistan bû çar parçe û zêdetir têk çû. Neteweya kurd, piştî ku dewleta nû ya Kemalîst/Jakoben/Bonapartîst ava bû, zêdetir ket rewşeke xeter. Pirsa Kurdistanê jî ehweleke kronîk qezenç kir.

Her çiqas di dema pêvajoya avakirina Komara Tirkiyeyê de M. Kemal û hevalên wî, ji bona ku piştgiriya kurdan bigrin, bi berpirsiyarên kurdan yên siyasî û civakî re damnûstandin kirin, teahhuda Kurdistaneke xweser pêşkêş kirin. Wan got, ku “ emê ji dema Osmaniyan zêdetir mafên kurdan firehtir bikin. Ji bona ku Kurdistaneke xweser ava bibe derfet bidin.”

Hezar mixabin dema ku Komara Tirkiyeyê ava bû û piştgiriya neteweyî û navneteweyî qezenç kir, dewlet li ser bingeha “dijkurdbûnê” ava kirin.

Dewleta Kemalîst ya Jakoben, sosyolojiya plûral ya civakî û neteweyî û etnikî neda berçav. Hebûna kurdan înkar kir. Hemû mafên neteweya kurd yên milî xesip kir. Ji bona tunekirina kurdan stratejiya helandinê (asîmîlsayonê) û jenosîdê meşand.

Li Tirkiyeê homojeniyeke, yekrengbûneke faşîst û otorîter ava kir.

Dewlet bes bû xwediyê îdeolojiyeke fermî. Hemû fikir û îdeolojiyên din jî qedexe bûn.

Dewletê, di esil de miletê Tirk jî ne, grûbeka burokrat ya siwîl û leşker temsîl kir.

Loma jî sîstema ku ji aliyê Kemalîstên Jakoben de avabû, sîstemeke plûral demokrat nebû.

Neteweya kurd, li hemberî vê stratejî û siyaseta dewletê serhildanên milî li dar xist, Di hemû serhildanan de şikest xwar. Derket holê ku Kemalîst û CHP tu wextekî nikare pirsa kurd/Kurdistanê çareser bike.

Loma jî Kurd di Komara Tirkiyeyê de di dema yekpartî de û di dema dîktatoriya Kemalîst de ji derveyî siyasetê man. Di siyasetê de navê kurdan û hewldana kurdan tune bû.

Dema di sala 1946an de siyaset bi awayekî hat guhertin, pêvajoya dema pirr partitî dest pê kir, kurd bi nasnameya xwe nebe jî bi awayekî beşdarî siyasetê bûn.

Loma kurdan ji derveyî Kemalîstan, her çiqas jî dizanîn û hêvî nedikirin ku partiyên din jî dê di pirsa neteweya kurd de gav bavêjin, mafên milî yên neteweya kurd bipejirînin; ji derveyî CHPê ji bona ku partiyên din wek partiyê dewletê ava nebibûn, ji wan partiyan re nêzikatî nîşan dan û piştgirî kirin.

Loma jî piştgiriya Partiya Demokrat, Partiya Adaletê, Partiya Refahê, Partiya ANAPê kirin. Heta demekê dîtin ku Ecewît ji dewletê dûr dikeve; nêzikî gel û qeda siwîl dibe, piştgiriya wî jî kirin.

Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎPê), piştî Darbeya Leşkerî ya 27ê Gulana 1960î ava bû. Bes vê partiyê di sala 1970yî de di Kongreya xwe ya 4emînde di derbarê kurdan de biryarek girt. Hebûna kurdan pejirand û qebûl kir ku mafên ziman û çanda kurd bê nas kirin. Lê ji bona ku desthilatdar û hikûmet nebû, biryara wê nekete jiyanê, di teoriyê de ma.

Di pirsa neteweya kurd de, her çiqas S. Demîrel, Erdal Înonu, Tansû Çîler, bi taybetî jî T. Ozal pirsa kurd anîbin rojevê jî, di maf û azdiyên kurdan yên milî de gavek neavêtin. Bes T. Ozal, bi Başûrê Kurdistanê re pêwendî çêkir. Îzin da, ku PDKê û YNKê li Tirkiyeyê buroyên xwe yên berpirsiyarî veke.

Lê piştî ku di sala 2002an de Partiya AKê hilbijartin qezenç kir û bû hikûmet, ji bona kurdan hêviyek çê bû ku di maf û azadiyên kurdan de dê gav bên avêtin. Ew hêviya kurdan di sala 2005an de bi awayekî bersîv bû. Serokwezîrê wê demê R. T. Erdoğan li Diyarbekîrê axevtinek kir. Di vê axevtina xwe de got ku “Li Tirkiyeyê pirsa kurd heye. Ev prisa pirsa min e. Dewletê li hemerî kurdan neheqî kiriye. Ezê dawî li vê neheqiyê bînim. Pirsa kurd çareser bikim. Mafên wan yên demokratîk bipejirînim.”

Di heman dem de diyar kir, ku li Dersîmê qetlîam bûye.

Wê demê di nav kurdan de hêviyek çêbû, ku dê di mafên kurdan de gav bên avêtin.

Lê piştî ev axevtina wî qerektera dewletê û hêzên burokratîk yên leşkerî û siwîl pêşiya wî girtin. Wî heta demekê gav neavêt. Piştî salên 2008 an dest pê kir gav avêt. Telewîzyona kurdî TRT Kurdî ava kir. Di dibistanan de fêrbûna kurdî pejirand. Fêrbûna zimanê kurdî wek dersa tercîhê qebûl kir. Li Zanîngeha beşa ziman û edebiyata kurdî ava kir. Rê li ber mamosteyî ya kurdî vekir. Ji telewîzyonên taybet yên kurdî re derfet çêkir. Li dadgehan parêzname bi kurdî pêşkêş kirin ket rojevê. Di hilbijartinan de bi kurdî qempenya meşandin hat erê kirin. Di hapisxanan de kurdî axevtin rizgar bû.

Di dema “pêvajoya çareserî” de hêvî çêbû ku dê gavên din yên mezin bên avêtin. Hezar mixabin eqsa wê bû. Piştî ku “pêvajoya çareserî” gor dilê Hikûmetê nemeşiya, PKKê jî ev pêvajoya provoke kir, Hikûmetê Partiya AKê dev ji kurdan berda. Siyaseta dewleta Kemalîst pejirand û meşand. Siyaseta ewlewiyê derî pêş xist.

Bi taybetî jî piştî operasyonên li Kurdistanê û Darbeya 15ê Tîrmehê bi hêzên Kemalîst û MHPê re tifaq çêkir, careke din ji mafên kurdan qal nekir. Gaveke paşva avêt û got, ku “li Tirkiyeyê pirsa kurd tune ye.”

Vê nerînê diyar kir ku Partiya AKê siyaseta xwe bi wateyeke stratejîk di derbarê kurdan de dê biguhere û wûsa jî bû. Loma jî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derket û ji dagirkirina Kerkuk û gelek bajerokên Kurdistanê re piştgirî kir.

Roj bi roj tifaqa Partiya AKê MHPê xûrttir bû. Baş tê zanîn ku MHPê partriyeke nîjadperest e. Her çiqas hebûna kurdan bi gotin bîne ser zimên jî, bi xûrtî û bi awayekî nîjadperestî dijminê neteweya kurd û mafên kurdan e.

Ew tifaqa herdu partiya (Partiya AKê û MHPê) xurttir bû. Herdu partiyan bi hev re ji bona ku di sîstema rêvebiriya dewletê de guhertin çêkin di makezagonê de gûhertin çêkirin. Di guhertina makezagonê de biryar hat girtin ku hikûmeta serokkomarî ava bibe.

Tifaqa Partiya AKê û MHPê di îşgala Efrîn, Cerablûs, Menbiçê, Başûrê Kurdistanê de gihîşt asta bilind.

Di navbeyna herdu partiyan de “Tifaqa Cumhur” hat ava kirin.

Di vê merheleyê de hilbijartinên 24ê Hezîranê kirin biryar.

Di Hezîranê de jî hilbijartina serokkomarî û meclîsê qezenç kirin. Pêvajoya avakirina Hikûmeta Serokkomarî dest pê kir. Hikûmet ji derveyî meclîsê bi destê serokkomar ava bû. Girêdayî sîstema nû ya rêvebiriyê, pêvajoya avakirina dewlet jî jinûve dest pê kir.

Ev pêvajoya dom dike.

Xwediyê ev sîstem û dewleta nû, partiya AKê û MHPê ye.

Demokratbûna vê sîstema xeyal e. Lewra eleqeya MHPê bi demokrasiyê qet nebûye û nabejî. AK Partiyê jî demeke dirêj e ku dest ji hêjayiyên demokrasiyê berdaye. Loma bi Yekîtiya Ewrûpayê re xwediyê pirsgirêk û nekokiyên mezin e.

Piştî ku Partiya AKê bû hikûmet ji bona wan makezagoneke “demokrat” girîng bû. Ji bona makezagonê gelek xebat jî kir. Heta demekê reşnivîseke lîberal ya makezagonê jî da amade kirin.

Piştî sîstema rêvebiriya nû û dewleta nû, hewcedariya wan bi makezagoneke nû jî tune ye. Ew bi xwe û bi çalakiyên dê makexzagona xwe çê bikin.

Dema em van hemû qewimandinan, qerektera partiyên xwediyê sîstema revebirî û dewleta nû bidin berçav, ev sîstem ya serokkomarî û dewleta nû, sîstema hikûmeta serokkomarî jî pirsa Kud/Kurdistanê nikare çareser bike. Mafên milî yên neteweya kurd napejirîne. Li Kurdistanê dagirkerî û kolonyalîzm dê bidomîne.

Xwediyê ev dewlet û hikûmeta serokkomarî MHPê ye jî. Ew jî dijiinê neteweya kurd e. Loma di vê sîstemê de pirsa Kurd/Kurdistanê çareser nabe.

Ev rêvebiriya nû û dewleta nû li ser bingeha pîvana unîter, yek dewlet, yek Milet, yek ziman yek al ava bûye. Ev yeka jî diyar dike ku bi tu awayî pirsa Kurd/Kurdistanê di vê sîstem û hikûmeta serokkomarî de çareser nabe.,

Xwediyê sıstem û dewleta nû, di protokola “Tifaga Cumhur” de, her partiyekê jî di manîfestoya xwe ya hilbijartinê de pirsa kurd û mafên neteweya kurd neanîn ser zimên. Ew jî nîşana ku ev sîstem û dewltea jî nikare pirsa kurd/Kurdistanê çareser bike.

Amed, 24. 07. 2018

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

انفلات أمني متجدد في إدلب.. اغتيالات وتصفيات

لا يزال الفلتان الأمني سيد المشهد في محافظة إدلب، حيث تشهد مناطق المحافظة بشكل متكرر ...