أخبار عاجلة

pêşverû topbarankirina Baregehên herdû baskêkn Hizba Demoqrata Kurdistana Îran li bajarê Koya, Pirotisto û şermezar dike

Share Button

Di sibiha (8.9.2018)`an de, baregehên herdû baskêkn Hizba Demoqrata Kurdistana Îran li bajarê Koya li Kurdistana Îraqê, ketin ber êrîşeke dijwar de ji aliyê firokên şer yên Îranê, di encam de jimareyek endamên serkirdayetî û kadirên wan şehîd bûne, û bi dihan jî birîndar bûne.

 Ev dest dirêjiya ser miletê kurd di nav xaka kurdistana Îraqê de, bê goman pêşîl kirineke eşkereye ji serweriya dewleta Îraqê re, her wiha bin pêkirinejî ji yasaya navdewletî re, wisa jî ev kiryarên bidarve kirinê ku her serê demekê xortên kurd li Îranê dikine armanc,  ev kiriyar bi xwe jî di wê çarçewa xurtkirina vê siyasetê de ye ku li dijî miletê kurd û tevgera wê ya siyasiye tê meşandin, û ev yek jî kêşeyên nava Îranê kûrtir dike, ev ji tenişt ku Îran bi xwe ji ber çendîn kirîzên dinê yên siyasî û aborî kûr dinalê.

Yê me di Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya de, em vê dest dirêjî ya ser baregehên tevgera kurdî li ser xaka kurdistana Îraqê şermezar û pirotisto dikin, û ev êrîş qet alîkariya xurtkirina asayiş û aramiyê ne li Îran û ne jî li navçeyê bi tevayî nake, û baştirîn çareser ji pirsa kurdî re li kurdistana Îran pena birine ber bi diyalogê ve, û  karkirine ji bo peydakirina çareseryekê ji vê pirsê re bi riyên siyasî û demoqratî

Qamişlo 8.9.2018

Mekteba Siyasî ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

دلاور زنكي : صفحات من سيرة الكاتب الكردي الراحل جمال نبز

جمال نبز “الكردي جمال نبز” المعروف الذي ذاعت شهرته عالماً لغوياً ولد عام 1933م في ...