أخبار عاجلة

Ahmea qasim: Xwendinek ji hilbijartina perlemana kurdistanê re

Share Button

Bê guman herêma Kurdistana Îraqê ezmûnekî dewlemend ji piroseya demuqrasîyê sûd wergirtîye.. û di warê hilbijartinê de jî gavin gelekî berû pêş avêtine. Lê tevî vî hawî jî bi xwe re gelek kêm û kurtî dihêle ku encamin hilbijartinan nebne pîvana di navbera rastî û ne rastî de ji ber şêwe û çonetîya civakê û asta ku li gor bercewendiya xwe dengê xwe didin.

Bê guman, wekî em civaka Kurdistana (başûr) dinasin ku bi siruşt û xwezayîna xwe ve du beşin, û li gor wan her du beşana hêzin wan yên siyasî hatine damezrandin.

Herêma Berzan ku Rihmetî Mele Mustefa jê ye herêmeke taybete bi kultûr û sênç û zanyarîyên xwe li gor sîstêma derebegî û êlî, ji wê bîtir, tabetmendîyeke xwe ya din jî heye ku xwedî sîstêmeke ji xwe re yî ye li dervayî sîstêma hikometa herêmê yanjî bi gîştî çonetîya kultûr û pêwendîyên civakî ya tevayî Kurdistana (başûr). Lomajî ew herêm xwe bi xwe dorpêç kirîye û li pişt seroketîya Berzanî bi hêz sekinî ye.

Li dora herêma Berzan Herêma Behdînane ku Duhok navende ji bo xelkê wê herêmê û ew jî di warê netewî û civakî û her weha bercwendî jî bi tevayî layengerê Berzanîne. Yanî tê wê wateyê ku parêzgeha Duhokê bi gîştî layengerê partîya Berzanîne bi her şêweyî. Lomajî ti partîyin din li wir nikanin jiyanê bikin. tenê (Yeketîya Niştîmana Kurdistan) ji ber xebata xwe ya dîrokî û pêvejoya xwe ya şoreşgerî dikare rêxistina xwe li wê herêmê bi şêwakî teng bi rê ve bibe, ew li çend navçeyan û li Zaxo, bo wêjî nikanê encamin mezin li bi dest xwe ve bîne di hilbijartinan de.

Em werin ser herêma Hewlêrê, em dibînin ji Duhokê vekirîtire û bêhna reng rengîyê jê tê. ewjî ji encama rengurengê civakê ye, di warê netewî û olî bi nivşên xwe yên reng û reng, lomajî encamin hilbijartinan li wir têne guhertin.

Bo vê yekê jî, Hewlêr bûye cîyê berûberî di navbera (PDK û YNK) de, yanî ew herêm dikanê di navbera wan de terazîyê bişkênîne, lomajî di 31 tirmehê de li sala 1994 (PDK) banga xwe kire Seda Husên bo Hewlêrê ji bin hikumdarîya (YNK) derîne û bixîne bin desthilatdarîya xwe. Têye bîra min li hilbijartina 2005 an, (YNK) di hindirî şarê Hewlêrê de rêjeya ji %65 bi dest xwe ve anî, wê demê rihmetî Mam Celal got encamin Hewlêrê ramegihînin ji tirsa torebûna (PDK) re. û encamê Hewlêrê mane di çekmecê de û rêjeye ne rast hate ragihandin.
Rojekê bi amadebûna min û Ebdulah Muhtedî û Muhemed Muhtedî û du navin din naxwazim bi nav bikim ji ber hin sedeman, E.Muhtedî ev pirs ji Mam Celal kir: Sedema ne raghandina encama rêjeya Hilbijartinê ya şarê Hewlêr?
Mam Cela got: Ez dixwazim tiştekî giring bo we bibêjim û ev yek dibe wusabe: Nebe rojekê ji rojan encama rêjeya hilbijartinan li Kurdistan ne li gor bercewendî (PDK) heger (YNK) du pare dengî dengdêran jî bibe.. Li pêş hîştinî (PDK) û vêre li hevkirin li ser damezrandinî hikometê tiştekî istîratîcîye ji bo yekrêzî û birêvabirinî Kurdistanê wek hikumet…, û ez tim û tim tekezî li vê yekê dikim bi hevalan re..

Em werin ser Silêmanî, serok Berzanî dibêje ( şarê hilmet û qurbanî ). Ji bilî ku Soranin di zargotinin xwe de, xelkekî cûdaye bi sênş û çand û zanyarîyên xwe. Nayê dorpêçkirin, Sedam Husên nav lê kiribû ” serê Mar ” eger ew neyê kuştin şoreşa kurdan nayê vemrandin. serî li beranberî şaşîyan natewîne, lê di rikberîya xwe de tûndrewe. rêjeya rewşenbîrî gelekî bilindtire ji herêmin din, zanistyare di bîr û bawerî de, lomajî hate hilbijartin bi payîtexta rewşenbîrî.. Partîyek bê muxalefet nikanê berdewam bike, ji bîr û boçonî reng û reng lê jîndare, her wehajî heta rêjeyekê herêma germîyan û Kerkûk û Pencewîn jî, yanî ev herêm wekî daristanekî pir nifşe, û her nifşek li gor meyweyin xwe dikanê xwe ragirê. Lomajî em dibînin rêjeya hilbijartinan li vê herêmê cûda ji herêma Duhokê bi şêwakî fireh û ji Hewlêrê jî bi şêwakî tengtir.

Pêwîste em zanibin çima rikberî li herêma Sulêmanî peyda dibe, xwepêşandan li Sulêmanî rû didin, Partî reng û reng li wê herêmê têne damezrandin bi azadîyane???
Partî li wirjî perçe dibin bi azadîyane. çima (PDK) perçebûn di nav de mehale? pêwîste bi şêwakî zanyarî li ser vekolîn bibe..

Encamin van hilbijartinan bersiva piranî pirsan dide. Li herêma Duhokê ji sedî re 90 PDK ye ewên din tunene, li hewlêrê tozekî baştire.. Ynî em li hemberî du nifşe civakîne, civakeke xwe girtî û dorpêçkirî û yek reng û deng û bîr û bawerî, li beramberî civakeke vekirî û rengurng di bîr û bawerî û xwedî pîvaneke nûjen û demuqrat û berûpêş.. li gor van pîvanan hilbijartina encaman didin:. Tevgera goran di hilbijartina xûlî çaran de 25 kursî bi dest xwe ve anîn, YNK 18 kursî bûn.. Di vê hilbijartinê de, YNK bû xwedî 24 kursîyan li gor encamin ne fermî û Goran 14 kursî, lê PDK bîtirî 40 kursî bi dest xwe ve anî, ji encama rîfrandoma ko li ser asta herêmî û navdewletî û Îraqê zirareke mezin gîhande Kurdistanê, lê li hember wê zirarê PDK sûdekî mezin jê wergirt dema ku xwe kire xwedî biryara rîfrandoma serxwebûna Kurdistanê û hêlin din bi îxanetê ve girê didan bi encamdana bûyera li Kerkûkê dayî, rêjeya layingirin PDK di nav xelkên gelêrî de bilind bû ku çend kursî zêdetir bi dest xwe ve anîn, lê di nava rewşenbîr û sîyasetmedar û bijarteyan de gelekî dabezî, bê guman ev nifş ji civakê bandorê nadne ser dengdêrin bi dil mijûl dibin ne bi hiş û haqil.

Li paşî, di bawerîya min de, piştî vê nêrîn û xwendinê ez digême bawerîyekê:
Hikumdarî li Kurdistanê bi baskekî nabê ew baskjî çendîn bi hêz be; Lomajî ji bo bi hêmenî û aramî û yekgirtîya herêmê pêwîste tim û tim lihevkirin di navbera (PDK û YNK) de hebê ku herdu jî xwedî hêz û darayî û aborîyin mezinin. Wusa çêbûye, pêwîste em li ber rawestin û sûdê jê bigrin.. zanibin, ne (PDK) bi tenha dikanê hikumdarî li Sulêmanî û Helebçe û Kerkûkê bike, nejî (YNK) dikanê hikumdarî bi tenê li Hewlêr û Duhokê bike. Ev şîretê Mam Celal bû ji wan re

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

عفرين.. الفصائل الموالية لتركيا تفرض “الأتاوات” على مزارعي الزيتون وتهددهم بالاستيلاء على المحاصيل

يستمر مسلحو الفصائل السورية التابعة لتركيا بارتكاب الانتهاكات بحق أهالي عفرين المحتلة شمالي سوريا. ومع ...