أخبار عاجلة

Daxuyaniya dawî ji kongirê pazdemîn ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ” Kongira Efrînê “

Share Button

Di dîroka15 – 16 Çiriya paşîn 2018 de Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê kongirê xwe yê pazdemîn di bin van siloxanan li darxist :

Demoqratî ji Sûriyê re û mafên netewî ji gelê kurd re.

Ber bi Sûriyak Demoqrat û yekgirtî dûrî tund û terorê.

Giftûgo û çareseriya rêzanî di navber sûriyan de şêweyê herî li pêşe ji çareserkirina qeyrana welêt re.

Diyalog û lihevkirina di navber partiyên kurdî de ew gerentiye ji bo pêkanîna mafên gelê kurd û parastina biryara wî ya rêzanî û niştimanî ye.

Yekîtiya vîn , raman û rêxistinê gerentiye ji bo pêşxistin û yekîtiya partiyê.

Ji bo xurtkirina rola jinê û ciwanan di jiyana partîzanî û civakê de.

Bi rawestandina xulekeke bê deng li ser giyanê pakrewanên gelê kurd û Sûriyê kongir dest bi karê xwe kir piştre komîtek ji rêveberiya karê kongir re hate hilbijartin piştre rapora rêzanî ya komîta navendî ji kongir re hate xwendin di Raporê de hatibû : pêşketinên rewşa rêzanî di Sûriyê û herêmê de û berdewamiya destwerdanên herêmî û navdewletî di mijara Sûrî de ya ku kelem û girêkên zêdetir xistine meydan
a rêzanî di welêt de , ji ber ku ew destwerdan astengiyên zêdetir dike rêya çareserkirina qeyrana Sûrî.

Di vê derbarê de nerîna partiya me ewe ku tu rê li hember sûriyan nînin ji bilî dan û stanê û rûniştina li ser maseya diyalogê bê merc û peydakirina heyameke alîkar ji wê gavê re , û danîna berjewendiya niştimanî di ser her tiştî re , û raporê tekez kir li ser helwesta partiya me ji bo li darxistina kongirekî niştimanî giştî ji bo peydakirina çareseriyên rêzanî ji qeyrana Sûrî re ، herwiha raporê balkişand ser rola neyênî ya ku dewleta Tirk di qeyrana Sûrî de dilîze û dagîrkeriya wê ji hin parçeyên xaknîgariya Sûrî re wek ku çawa li bajarên Bab , Ezaz , Cerabilis û li vê dawiyê dagîrkeriya wê ji Efrînê re bi alîkarî û tevkariya hêzên tunderew û Karin xirab kirin di talankirin û diziya mal û milkên xelkê Kurd û berdewamiya gefên wê ji herêmên kurdî yên din re , Herwiha raporê bang li tevgera kurdî kir ku helwesteke yekgirtî bistîne da ku gelê me û herêmên kurdî ji van metirsiyên heyî were parastin û guherîneke di siyasetên PYD ê were kirin di van herêman de , Herwiha kongir hebûna dewleta tirk di Sûriyê de şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li ser Tirkiyê bike da ku ew li gor zagonên navdewletî bi erkên xwe rabe di beramberî van herêmên dagîrkirine de û divê ew di zûtirîn dem de ji xaka Sûriyê bi derkeve.

Li ser asta Niştimanî ya Sûrî

Bi dirêjahî rewşa welêt hate gotobêjkirin û kongir tekez kir ku tu piroje û nerîneke zelal ji çareseriya rêzanî Sûrî re li cem hikometê tune ne û ne tu piroje ji çareserkirina doza kurdî re heye , Di heman demê de tu piroje çareseriyê li cem rikberiyê jî tune ye û roj ji rojê zêdetir helwestin şovînî di derbarî doza kurdî de distîne.
Di vê çarçewê de kongir bang li rêjîm û rikberiyê dike ku guherînan di helwestên xwe de bikin da ku bighên çareseriyeke siyasî ji qeyrana Sûrî re , û çareserkirina doza netewî ya kurdî ji ber ku ew dozeke niştimanî ye û cihê guhdana hemî gelê Sûrî ye û bi çareserkirina wê dozê gaveke ber bi aştî û aramiyê ye di welêt de.

Li ser asta netewî ya kurdî

Di derbarî rewşa kurdî ya xirab de ji encama perçebûna di hundir mala kurdî de , Kongirê pazdemîn bang li hemî aliyên tevgera kurdî kir ku diyalog danûstan , yekrêzî û lihevkirina li ser raweyeke yekgirtî ji daxwazên kurd re , û berjewendiya netewî ya kurdî di ser berjewendiyên partîtî re û di qser her tiştî re were girtin , û Kar ji bo parastina serbixwebûna biryara rêzaniya kurdî li Sûriyê, û di vê çarçewê de kongir bang li xweseriya Demoqrat dike ku lêvegerekê ji siyaseta xwe re bikin , û van gef û dûjinan bi rastî û bi berpirsiyartî lê binêrin û ji siyaset û kiryarên ku ziyanê dighînin berjewendiya kurdî bi dûrkevin , Di heman demê de divê ew li siyaseta xwe yê hundirî vegerin û bi taybetî di derbarî siyasetên fêrkirinê yên çewt ya ku rêveberî di herêmên kurdî de dimeşîne.

Herwiha kongir bal kişand li ser girîngiya lêvegereke giştî ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û bi taybetî mana wan di nav hemahengiya Sûrî de, û divê bi hevre kar were kirin ji bo pêkanîna nêzîkbûneke kurdî kurdî ji ber ku ew nêzîkbûn peyda nebe tu carî em nikarin xewin û hêviyên miletê xwe pêkbînin di Sûriya pêşerojê de.
Herwiha divê kar û xebat bi hêzên kurdistanî re bibe ji bo li darxistina kongira netewî ya Kurdistanî ya giştî Armanc ji vê kongirî ewe rawestaneke berfireh li ser rewşa gelê kurd re di her çarparçeyên Kurdistanê de.

Kongir alîkarî û piştgiriya xwe nîşan da ji xebata gelê kurd li Kurdistana Tirkiyê û Îranê , û bang li herdu dewletan kir ji bo peydakirina çareseriyên rêzanî ji doza netewî ya kurdî re di van parçeyan de.
Di derbarî kurdistana Iraqê de kongir tekez kir li ser girîngiya parastina deskeftiyên netewî li wir û sazkirina ezmûna federaliyê di rêya pêbendbûna bi hevpeymana istratîjî di navber herdu partiyên sereke de Yekîtî Niştimanî Kurdistan û Partiya Demoqrat a Kurdistanê û pêşxistina peywendiyan bi navendê re û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî bi hevre di rêya destûrê de.
Ji ber girîngiya Efrînê ji gelê kurd re û rewşa xirab a ku li wir di ser miletê me re derbas dibe kongir biryar da ku navê kongirê pazdemîn bikin kongira Efrînê , û hola kongiran bi navê helbestvanê mezin hevalê Cegerxwîn hate bi nav kirin.

Li ser asta rêxistinî û ragihandinî û cemawerî hevalan bi dirêjahî ev xal giftûgo kirin û di vê çarçewê de gelek biryar hatin standin ji bo pêşxistina karê partîzanî.

Li dawiyê careke din tevahî hevalên kongir heval Hemîd Derwîş hilbijartin sekreter ji partiyê re , Herwiha komîtek navendî ya nuh û komîta çavdêriya partîzanî hatin hilbijartin.

Bi vê babetê gelek pîroz name ji aliyê partiyên kurdî û kurdistanî ji kongira partiya me re hatibûn şandin :

Kak Kosret Resûl Elî ( Cîgirê emîndarê giştî yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan)

Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Kurdistan – Iraqê.

Partiya Karkerên Kurdistan PKK

Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Kurdistan – Îran / Mistefa Hicrî.

Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Kurdistan / Mistefa Mewlûdî.

Mamoste Xefûr Mexmorî ( sekreterê Yekîtiya Netewî ya Demoqrat a Kurdistanê )

Nivîsgeha Rêzanî ya Komela Şoreşgerî Zehmetkêşanî Kurdistanî Îran.
Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Komonîst a Kurdistan a Iraqê.

Bijî kongira pazdemîn ya partiya me
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Qamişlo 17 / 11 / 2018

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن peshveru


Warning: Division by zero in /mounted-storage/home162/sub014/sc79066-SGIU/dimoqrati.info/wp-includes/comment-template.php on line 1382
x

‎قد يُعجبك أيضاً

قوات سوريا الديمقراطيّة تحرّر نصف بلدة هجين بدير الزور

أفادت مصادر عسكرية كردية بأن قوات سوريا الديمقراطيّة أحرزت تقدماً جديداً في بلدة “هجين” أبرز ...