أخبار عاجلة

Kongirê Rojnamevanî yê heval Ebdilhemîd Derwîş li Qamişlo

Share Button

Di roja Yekşemê 16 / 12 / 2018an de bi beşdarbûna hejmareke mezin ji rojnamevan û alavên ragihandina kurdî heval Ebdilhemîd Derwîş sekreterê partiya me Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û heval Ehmed Silêman endamê nivîsgeha rêzanî ya partiyê kongirekî rojnamevanî li hola Diktor Nûreldîn Zaza li bajarê Qamişlo li darxist.

Piştî xêrhatina li nûnerên alavên ragihandinê heval Ebdilhemîd Derwîş li ser armanca vê hevdîtinê axivî û kongirê rojnamevanî di sê xalan de kurtkir.

Yekem : Daxwaza alîkariyê ji alavên ragihandina kurdî kir di vê qûnaxa hestiyar de ji dîroka gelê kurd li Sûriyê. Û kar ji bo serkeftina destpêşxeriya li darxistina hevdîtina kurdî li hember gefên Tirkiyê.
Xala duwem : Vexwendina Rewşenbîr û Akedemisyonên kurd bikin ji bo bi rola xwe rabin û fişarê li ser tevgera kurdî bikin da ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û ber bi helwesteke yekgirtî herin di vê qûnaxê de.
Xala sêyem : Vexwendina hemî partiyên kurdî çûk û mezin ji bo civîneke lezgîn û awarte da ku got û bêjan di derbarî gefên Tirkiyê de bikin û helwesteke pêwîst bistînin da ku bi kêmtirîn zirar rê li hember van gefan bigrin.

Piştre derî ji pirsan re hate vekirin û herdu hevalan Ebdilhemîd Derwîş û Ehmed Silêman bersiva pirsên rojnamevan û medyekaran dan.

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

وليد شقير: دور أوروبي في سورية بعد انسحاب اميركا

بعد ما كشفته صحيفة “واشنطن بوست” أول من أمس عن أن أقرب حلفاء واشنطن الأوروبيين ...