أخبار عاجلة

(DAXWIYANIYA CIVÎNA HEVBEŞ YA ( PSK) û (PDPKS

Share Button


Di roja (14.01.2019)’an şanda Partiya Semoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya (PDPKS), ku pêk hatibû ji endamên Polît Bîro ya vê partiyê (Ehmed Silêman, Elî Şemdîn, Newaf Hesen û Mustafa Henîfê), li Hewlêr pêşwaziya şanda Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) kir, ku pêk hatibû ji Serokê Giştî (Mesud Tek), cigîrên Serokê Giştî (Tayyip Kizilyildiz, Celal Yildiz, Kurbanî Demir), û endamê Meclîsa Partiyê (Mehmed Baydar), û nunerê PSK li Herêma Kurdistanê (Velî Koparan).
Ew hevditîna herdu partiyan, ku di atmosfereke gerim û pozetîv de bi rêva çû, behs li ser bûyer û pêşhatiyên navçeyê û Kurdistanê hat kirin.
Mesud Tek bîr û boçun û halwestên partiya xwe li ser bûyêrên siyasî yên Tirkiyê û Kurdistanê ji şanda Partiya Pêşverû re da xwiyakirin. Tek her wisa li ser pêvajoye hilbijartina herêmî û rêkeftina (PSK) û (PAK) agadarî da şanda (PDPKS).
Ehmed silêman jî bi dirêjayî behsa bûyerên Suriyê û Kurdistana Rojava kir û agadariyek berfîreh li ser halwesta Partiya Pêşverû di derbarê bûyerên siyasî de, pêşkêşî şanda (PSK) kir, herwiha bal kişande ser damezrandina (Destpêşxeriya Partiyên Welatparêz yên Kurdî li Sûriya), ku di (11.1.2019)`an de li bajarê Qamişlo hatiye ragihandin ji alî (12) partiyan ve.
Hewlêr 14.1.2019
– Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK)
– Partiya Semoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya (PDPKS)

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

بدرخان علي: الطيب تيزيني ..المفكر السوري الطيّب والمخلص.. يودع سورياه المُدمّرة والمُلوّثة طائفياً و” التي أصبحت على الأرض”

كأقراني من جيل الشباب والذين عاشوا أجواء “ربيع دمشق ” بعد تسلم بشار الأسد السلطة ...