PSK Û PDPKS-(PÊŞVERÛ) HEVDÎTİNEKÎ PÊKANÎN

Share Button

Îro (08.03.2019) heyetekî PSK û PDPKS li Almanya li hev rûniştin. Heyetên herdu Partîyên bira, derbarê buyerên navçê, Kurdistanê xasma jî derbarê rewşa Surîyê û hilbijartinên herêmî yên kû di 31 Adarê de li Kurdistanê û li Tirkîyê pêk werin mijara serete bûn.

Hevalên Pêşverû, derbarê rewşa şer û pevçûnên kû bi salane li Suryê tê meşandin her weha derbarê pêşeroja suriye dahatî û rewşa kurdên Rojavayê Kurdistanê bîr û raya xwe,sîyaseta kû partîya wan daye pêş xwe berfirehî anîn ziman.

Hevalên PSK jî , heyeta Partîya bira derbarê rewşa Kürdistan’a Bakur, siyaseta dewleta tirk derbarê pirsa kurd û navçe û bîr û boçûnê Partîya xwe ji heyeta birayên xwe yên Pêşverû re bahs kirin.
Her weha derbarê Tifaka Welatperwer û Demokrat ku di nabeyna PSK, PAK û hîn şexsîyetên welaparezde ji bo hilbijartinên herêmî pêk hatîye û kar û xebata tê kirin hat bahs kirin. Derbarê doza daxistina PSK û 3 Partîyên din yên Kurdistani her weha helwesta ku ji hêla PSKê were nişandan, Heyeta Partîya bira hat agahdarkirin.

Heyetên herdu Partîyan bi vê hevdîtinê xweşhalîya xwe anîn ziman. Jivir şûnde jî pêvistîya hevdîtinên bi vî rengî
hat destnîşan kirin.
Li ser navê heyeta PDPKS endamên rêberatîya rêxistina Europa Birêz Selman Heso û Birêz Kek Brusk , li ser navê heyeta PSK jî, endamên desteya meclîse a dervayê welat , Bekir Topgider, Mazlum Deli û Serhad Amedi beşdar bûn.

Hevdîtin serkeftî di nav atmosferekî gelek dostane û germ de derbas bû.

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

قوات سوريا الديموقراطية تعلن القضاء على “خلافة” داعش “.

أعلنت قوات سوريا الديموقراطية السبت 23-3-2019، القضاء التام على “خلافة” تنظيم ” داعش ” التي اطلقت على ...