Ahinga Newrozê li Köln ê darket

Share Button

Bi coşek mezin revenda kurd li Almaniya ahingek girs ya newrozê di 17.Adarê li bajarê Köln li Almaniya darxist. Ahing bi serperştiya komkar û bi alîkariya komek ji rêxistênên partiyên Kurd û Kurdistanî li Almaniya rêçû.

Rêxistina Almaniya ya partiya Dîmoqratî ya Pêşverû Kurd li Sûriya bi amdebûna komek mezin ji hevalên wê û her weha bi amedebûna Birûsk Necar endamê komîta navendî û endamê desteya rêvebir ya rêxistinên Pêşverû li Ewrupa û Farhat Miro endamê desteya rêvebir ya rêxistina Almaniya ya Pêşverû.

Birûsk Necar gotinek kurt di ahingê de pêşkêşkir, di gotina xwe de newroz li hemû gelê Kurd li ser xaka Kurdistanê û li tevaya cîhanê pîroz kir, di heman demê de têkbirina terorê li kurdistana Sûriya û rojhilatê Ferat li gelê Kurd û li hemû pêkhatinên Sûrî pîroz kir, Necar got: em piştî têkçûna Daiş tên li hember çareserkirina siyasî ji bo krîza Sûriya û pêdiviya me bi helwestek kurdî hevbeş heye ji bo çareserkirinek rasteqîne ji pirsgirêkên gelê Kurd  yên siyasî û netewî li Sûriya encam bide . Di heman demê de Necar rola revenda kurd li Almaniya anî ziman û tekez li ser wê kir ku pêwîstî heye, ku Kurd xwedî li zimanê xwe yê dayîkê derkevên û zarokên xwe rêkin dersên zimanê kurdî, di heman mijarê de giringiya rola xizanê anî ziman û parstina kultûr û nasnameya kurd li dervayî welat. di dawiya axaftina xwe de Necar hêvî kir ku Kurd di helbijartinên şaredariyan li Tûrkiya di 31 Adarê bi serkeftinek mezin encam bi din.

Hêjaya gotinê ku Ahing bi beşdarbûna du honermendên hêja û qedir buha ji kurdistana Sûriya xemilî , Honermendê bi nav û deng  Xêro Abas û Honermendê deng nazik Şeyda û komek ji honermendên din yên hêja .

Desteya ragihandê ya rêxistina Almaniya Partiya Dîmoqratî ya Pêşverû Kurd Li Sûriya

18.03.2019

 

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

ندوة سياسية جماهيرية لحزبنا التقدمي في قامشلو

  قامت منظمات قامشلو لحزبنا الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا بتنظيم ندوة سياسية في قاعة ...