Newroza we pîroz be : Pîroz Name

Share Button

Di sala 1960 de serkirdayetiya partiya me biryarek stand bi vêxistina agirê Newrozê li sêsid û şêst gundî Kurdaxê da ku istxbaratên Ebdilhemîd Serac zanibin kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye lê belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî, û ji wê rojê de hişyarbûna netewî di nav gelê me de li Kurdistana Sûriyê dest pêkir.

Bi helkefta vê roja pîroz Em germtirîn silav û pîrozbahiyên xwe li demezrenêrê tevgera netewî ya kurd mîrê diplomasiya kurdî sekreterê Partiya me heval Hemîd Derwîş û li Nivîsgeha rêzanî û Komîta Navendî û li hemî heval û xebatkarên partiya me û li tevahî miletê xwe dikin û dibêjin Newroza we pîroz be bi hêviya jîneke şad ji bo we û heyamek Demoqrat li vî welatî.
Li dawiyê bi qasî hejmarên zêtûnên Efrîna birîndar em Newroza we pîroz dikin û em bang li we dikin û dibêjin ber bi xebateke zêdetir ji bo pêkanîna xewn û hêviyên miletê me di welatekî Azad û Demoqrat de.

Bijî Newroz nîşana Azadiyê
Bijî xebata gelê kurd
Silav li giyanên pakrewanên Partiya Pêşverû û li hemî pakrewanên Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê
Serkeftin ji doza kurdî re

Efrîna dagîrkirî / 20 / 3 / 2019

Rêxistina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

ندوة سياسية جماهيرية لحزبنا التقدمي في قامشلو

  قامت منظمات قامشلو لحزبنا الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا بتنظيم ندوة سياسية في قاعة ...