AHmed Qasim: Ey hawar Helebçe ji bîr nabe

Share Button

 Birano
Helebçe ji bîr nabe
Kezeb carake din
Derman nabe
Dil bi vê jiyanê
Şa nabe
Helebçe ji bîr nabe
Filêketeke
Bêtare
Xişmeke
Li rûyê mirovetî
Di bêguhîya cîhanê de
Bê dengîya mirovetîyê de
Roja hovetîya însanan
Beloq bû
Mirovetî istîxar bû
Dadwerî şerm kir
Mêranî fedî kir
Wekhevî reş reş girê da
Dilovanî barkir
Cîhan kete reş û tarî
Olan xwe avête ciyên riswa
Pergende bi guman ketin
Li beramberî nemirovetî
Derew derket biratîya gelan
Pêkenîn bû mirovayetî
Şermê xwe avête wundabûnê
Helebçe…. Helebçe….
Helebçe sîleya dîrokê ye
Li rûyê setemkarî
Necadperestî
Bê ujdanî
Helebçe qonaxa naye
Ji bîrkirinê.
Da ku mirov ji ber xwe ve
Şerm bike
Ji ber hebûna xwe ve
Fedî bike.
Helebçe ji bîr nab

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

ممثل حزبنا في إقليم كردستان يلتقي الأستاذ صلاح الدين بهاء الدين

  قام اليوم الأربعاء المصادف (٢٤/٤/٢٠١٨)، الرفيق علي شمدين ( عضو المكتب السياسي للحزب، وممثله ...