أخبار عاجلة

Daxuyanî ji civîna Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

Daxuyanî

Di 23 / 5 / 2019an de Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê civîna xwe li darxist , di civînê de hejmarek ji mijaran rêzanî hatin gotobêj kirin û herî zêde mijarên di derbarî qeyrana Sûrî de ya aloz û berdewam û ya ku heya niha tu çare jêre nehatine dîtin da ku çareyekê ji êşa Sûriyan re bibîne. Û Herwiha parçebûna aliyên kurdî bêtir rewşa miletê me aloz kiriye ji ber tunebûna nerîneke hevbeş di navber aliyên tevgera kurdî de, Tevî ku nêzîkbûn di navber aliyên tevgera me de zor pêwîst û girînge ji bo xurtkirina helwesta kurdî , Herwiha wê derfetekê peyda bike ji rola kurdî re di pêşeroja Sûriyê de , û di çespandina mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re, û di vê çarçewê de nivîsgeha rêzanî hevpeymana karê hevpar di navber partiya me û Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê ( Yekîtî ) de bilind nirxand û nivîsgeha rêzanî vê hevpeymanê girîng dibîne ji ber ku ew gaveke ber bi yekîtiya helwesta kurdî de ye di vê qûnaxa girîng û çarenûsî ji dîroka gelê kurd.

Di derbarî rewşa Efrînê de civîn bi dirêjahî li ser talan û binpêkirinên hêzên tunderew û çolaxên girêdayî bi artêşa turkî ve rawestî ji kiryarên revandin û kuştina rojane , Lewre nivîsgeha rêzanî bang li civata navdewletî dike ku fişarê li Turkiyê bike da ku ev kiryarên hovane di dermafê gelê me de li Efrîna dagîrkirî werin rawestandin.

Herwiha civat bi dirêjahî li ser li ser biryara Rêveberiya xweser rawestî bi kirîna zadên demsala vê salê bi buha û temenekî kêmtir ji a Hikometa Sûriyê , nivîsgeha rêzanî dibîne ku ev destkarî ne bi xwendinbare ji ber ku wê cotkaran xizan bike û ji ber vê yekê welatî xemsar û bê hêvî mane , û nivîsgeha rêzanî bang li rêveberiya xweser kir da ku ji vê biryarê vegere di dermafê cotkar û xelkê herêmê de û divê rêdanê bide xelkê herêmê bi firotina zadên xwe ji aliyê ku ew ji xwe re hilbijêrin.

Qamişlo : 23 / 5 / 2019

Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

هل بقي وقت لوحدة الموقف الكردي في روز افايي كردستان

من المعروف ان غالبية اطراف الحركة السياسية الكردية في سوريا وبالرغم من نضالها الطويل والحفاظ ...