أخبار عاجلة

Mamoste Ebdilhemîd Derwîş 44 saliya damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan pîroz dike

Share Button

Birayê hêja : Kosret Resûl Elî ( Cîgirê emîndarê giştî yê Yekîtî NiştimanîKurdistan).

Birayên hêja : Endamên Nivîsgeha Rêzanî û Endamên Encûmena serkirdayetî ya partiya bira.

Silaveke Rastgo :

Bi babeta bîranîna ( 44 ) saliya damezrandina partiya we ya bira ( Yekîtî Niştimanî Kurdistan ) , û bîranîna ( 43 ) saliya rêketina şoreşa kurdî ya nûjen bi rêbertiya serokê koçkirî heval Mam Celal, Bi navê xwe û bi navê serkirdayetiya partiya me ( Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ), û bi navê hemî endam , kadir û xebatkarên Partiya Pêşverû Ez germtirîn pîrozbahiyan li we dikim..

Bê gûman herêm bi giştî û Kurdistan bi taybetî di rewşeke zor hestiyar re derbas dibe, Di dema ku hêzên kurdî û Kurdistanî rewşeke ji parçebûn û belavbûnê jiyan dikin , ji ber vê yekê helwesteke kurdî yekgirtî tê xwestin da ku bi yek dengî li hember van astengiyan raweste.

Em di wê baweriyê de ne ku Yekîtî Niştimanî Kurdistan wek partiyeke Kurdistanî bi binyad , Erkên xwe yên netewî û niştimanî baş zane , û dikare li hember van astengiyên ku li pêş bi derketine raweste li vir û li wir bi tunebûna serokê koçkirî Mam Celal ê ku serbendê ewlehiyê bû , û bel ku di nêzîktirîn dem de kongirê xwe yê çarem li darxe da ku van astengiyan derbas bike..

Di dawiyê de , Ey birayên xoşewîst Em kêfxweşin bi vê bîranînê û em tekez dikin li ser wan peywendiyên du alî di navber herdu partiyên me yên bira de , yên ku li ser dîrokek hevbeş dighên hev , û peywendiyên xebatkarî yên balkêş di xizmet gelê me û doza netewî ya rewa de , û Em pîrozbahiyên xwe dubare dikin û em pêşketin û serkeftinê ji were dixwazin di parastina ezmûna federalî de ya ku bi xwîna pakrewanan pêkhatiye , û pêkanînên zêdetir ji destkeftiyên netewî , Herwiha bi dan û standin û hevkariya bi hêzên Kurdistanî re.

– Silav li bîranîna ( 44 ) saliya damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan.

– Silav li giyanê wan pakrewanên dilêr ên ku bi rewanê xwe yên pak şoreşa kurdî ya nûjen pêxistin.

Qamişlo 30 / 5 / 2019

Ebdilhemîd Derwîş
Sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

موسم الفناء… بقلم: خالد ديريك

نيران تغلى وتستعير في بطون الجوعى  تلتهم سنابل التعب نهما بلا رحمة! تجتاح حتى ذاكرة ...