أخبار عاجلة

Elî Şemdîn: Pirsa Kurdî li Sûriya ber bi paşve diçe

Share Button

Di 15.3.2011’an de, xwepîşandanan li dijî rêjîma Sûriya bi berfirehî destpêkir û miletê Kurd jî wek hemî pêkhatiyên welêt bi germî beşdarî wan xwepêşandanan bû û tevgara wî ya siyasî jî xwe wek beşekî giring ji oposiyona Sûrî da nîşandan, û bi xurtî beşdarî hemî civîn û konfiransan bû, ku li ser kirîza Sûrî hatin li darxistin. Yek helwêstiya Kurdî jî ta astekî baş hatibû bi dest xistin di çarçewê Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriya (ENKS)’de, ku di (26.10.2011)’an de hatibû damezirandin û hemî hêz û rêxistin û kesayetiyên Kurdî li Sûriya ji bilî PYD, di bin sîwana vê Encûmenê de kom bûbûn. Evê yêkê derfeteke zêrîn ji pirsa Kurdî re li Sûriya da peyda kirin, û hebûna miletê Kurd li Sûriya wek netewa duwem xiste bin roniyê de.

Lê mixabin ev derfeta zêrîn nehate bi dest xistin û qazanc weke pêwîst jê nehate kirin. Ew jî bi sedema nakokiyên Kurdî-Kurdî û dabeş bûna tevgera Kurdî li ser dû bereyên şer ku li Sûriya bi rêve diçû, bereya rêjîmê û hevbendên wê û bereya bi nav opozisyon û hevbendên wê. Şerê herdû bereyan li navçeyên Kurdî li Sûriya bi destê PYD û ENKS dihate bi rêve birin, di encam de yek rêzî û yek helwîsta Kurdî ji dest çû û her yek ji van herdû aliyên Kurdî pirsa Kurdî ya Sûrî pişt guh xistin û dane ji bîr kirin û taybetmendiyên xebata miletê Kurd li Sûriya winda kirin. Di bin bandora siloganên Kurdistanî de û şerê xwe jî di bin siya al û simbolên Kurdistanî de germ û gurtir dikirin û hêdî hêdî herdû aliyan biryara xwe ya serbixwe winda kirin û dane destê hêzên derekî yên Kurdistanî û navçeyeyî û li gor bercewendiyên wan aliyan karê xwe bi rêve birin.

Dagîr kirina Efrînê ji aliyên rêjîma Turkiyê ve, nimûneyeke tal û dilêş e di vî warî de, ku vê rêjîmê bi tang û topên xwe hat ev bajarê Kurdî bi alîkariya opozisyona Sûrî û hêzên çekdar û tûndrew yên bi navê “Supayê Azad” û li jêr çavdêrî û bê dengiya dewletên zilhêz de ev bajar talan û wêran kirin. Vê opozisyona nijadperest, ku ENKS, ta vê kêlîkê jî hîna beşek e jê, bi zelalî da nîşandan ku gelekî xerabtir û dijwartir e ji rêjîma BAAS, derbarê hebûna Kurd û mafên wî yên netewî da.

Îro jî vaye Rûsiya û Emerîka, dixwazin şerê çekdarî li Sûriya bidin rawestan li qazanca bercewendiyên xwe û dest bi qonaxa çareseriya siyasî bikin li ser bingeha mana Beşar El-Esed. Kurd jî ji vê pêvajoyê dûr in û ji destkeftiyên wê bê par in, ew hemî qurbanî û şehîdên ku di şerê DAIŞ’de hatin pêşkêş kirin, mixabin li ser erdê hîç qazancek bo Kurd bi dest neanî, û miletê Kurd jî di nava du kevirên aş de, bi tenê êş û azara penaberî û talanî û kuştin û şewata dexil û danê xwe dikişînê.

Kevirê dagîrkirina Efrîn û hereşê wê yên berdewam li ser navçeyên Kobanê û Cezîrê û kevirê rêjîma Sûrî ku roj bi roj xurttir dibê û bi hemî hêza xwe dixwazê navçeyên Kurdî vegerinê jêr desthilata xwe, miletê me yê Kurdî jî li bendî herdû aliyan e, ku ENKS û PYD dawî bi şerê xwe yê “Mehmûdkî û Etmankî” ’bînin, û guh li banga yêk rêzî û yek helwîstiyê bikin, û dev ji van nakokiyên bê encam berdin.
——————————–
*Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya û Nûnerê Partiyê li Herêma Kurdistana

Iraqê.
.ji:  Rojawelat

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

منظمة رايتس ووتش: أردوغان جمّد الديمقراطية في تركيا بإبعاد رؤساء البلديات الكرد

وصفت منظمة ‹هيومن رايتس ووتش›، المعنية بالدفاع عن حقوق الإنسان، قرار الحكومة التركية باستبعاد رؤساء ...