أخبار عاجلة

Hesen seyfedin : Kurtejiyana Hevala Şehnaz Abas

Share Button

Hevala me Şehnaz, di sala 1960, li bajarê Qamişlo, di malbata rêzdar Abasê Hecî Silêman ya welatparêz û kurdperwer de çavê xwe li jiyanê vekirin. Abas bavê Şehnaz endamekî çalak û mirovhez û hişmend ê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bû, mala wî û dilê wî herdem li ber hevalên wî û tevaya mirovên welatparêz vekirî bû.
Ji encama perwerdeya saxlem û hezkirina kar û xizmeta gelê xwe, Şehnaza 20 salî di Sala 1980ê de tevlî refê Partîya Pêşverû dibe, û paş re tevlî Koma Newroz a filiklorî dibe, ne tenê ew, xuşkên wê Hozan û Mahî jî tevlî komê bûn, di demekê de ku civaka me ya kurdî gelek li paş bû û karê bi vî rengî sebaret jinê nedihat pejirandin.
Piştî kongirê me yê 5emîn, di sala 1982an de, Şehnaz tevlî rêxistina jinê li bajarê Qamişlo dibe.
Di sala 1981 dibe hevjîna havalê me mamosta Selman Heso , endamê komîta navendî ya partiya Pêşverû, û xebata xwe ya welatparêzî bi dilsozî û bêhedan li kêleka hevserê xwe berdewam dike, karekî bê westan ji miletê xwe re di dema xebata nehînî ya zor û dijwar de kir, di sala 1992an de bû endama kongirê 7emîn ê Partîya xwe, wek nûnera rêxistina jinê. Û piştî kongirê 9emîn sala 1997, bû endama rêxostina herêmî wek berpirsyara rêxistina jinê li Qamişlo ta sala 2015.
Di dawîya sala 2016an de berê xwe da Almanya, lê mixabin piştî demek ne dirêj bi nexweşîya penceşêrê dikeve, û piştî kêferateke dijwar li gel nexweşiyê, roja duşembê 12 heyva tebaxa 2019an, koça dawî li nexwşxana Dortmond dike.
Û 14 heyvê roja çarşembê 2019an, li bajarê Hagin, bi beşdarbûnek balkêş ji dost û hevalan û malbata Heso û ya Hecî Silêman û hejmarek ji nûnerên Partîyên kurdî û kurdistanî yên bira, laşê hevala me Şehnaz bidilekî xemgîn bi xakê hat sipartin.
Hevala Şehnaz jineke çalak û dilovan bû, di warê civakî de jinek mêvanperwer bû. Diya sê zarokan bû ( Sîlva, Mava û Mihemed), û bibû dayika Laleş jî, kurê xweha wê Mahî ya çûbû ber dilovaniya xwedê.
Şehnaz li kêleka xebata xwe wek endama komîta herêmî, dayikek dilovan û serkeftî bû, û piransîbên welatparêzî û mirovperweriyê di kesatiya zarokên xwe de çandin. Di heman demê de bi xwertî û bê dudilî piştgirîya hevjînê xwe mamoste Selman Heso dikir, di karê wî de wek serkirdeyekî Partîya Pêşverû.
Di vê derbarê de mamosta Hemîd Derwîş, sekertêrê Partîya me, di nama sersaxî û behîdariya hevala me ya nemir de weha dibêje: “Min di xebata dûr û dirêj de bi hevala Şehnaz re, ticarî nebihîst ku kesekî gazin jê kirin yan jî rexne lê kirin,…..rojekê min nedît wê got ez vî karê nakim yan jî nikarim bikin”.
Koça dawî ya xebatkara dilsoz wek hevala Şehnaz, ne tenê valahiyek mezin li cem Partîya me PDPKS û malbata wê hişt, lê belê ziyanek mezin e ji tevgera netwî ya kurd re, ji ber jinên ku cihê xwe di rêzên pêşî de di nav tevgerê de digirin kêm in.
Di dawî de tenê em Karin bêjin, xweda hevala me Şehnaz diya Mihemed bi buhişta xwe şad bike ,û sebir û semaxê bide birayê hêja Selman, û malbata Heso û ya Hacî Silêman, û hemî dost û hevalan.

Hesen seyfedin

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

عبد المجيد محمد خلف: مأساة الكتّاب الروس لجودت هوشيار… أدبٌ عصيٌّ على الموت

يبقى مفهوم الظلم في النهاية وبالمحصلة واحداً، وتختلف معه الطريقة التي تتم فيها ممارسة العنف، ...