أخبار عاجلة

Taha Hisên : Bûme pêximber

Share Button

 

Bûme pêximber

Dîkê perîk sor di nav komika mirîşkan de li dora textê havînî singa xwe bilind dike û xwe di nepixîne
Û bi dengekî zîz bang da û hemo ji xew şiyar dike
Çavê xwe vekir
Hîn ronahiyê cenga xwe bi tariyêre bi dawî nekir bû
Û bûka sibê ji hêla rojhilatê fedya xwe ne avêt bû
Hemo li ser textê havînî li dora xwe digeriya ta firek av daqurtîne
Wa nerî wa nêrî lê çavê wî li xaka reş ket
Reş bûna bê dawî ta reşka çavê wî di kşîne
Bi qûn kişikê xwe gihand ber degehê textê hesin
Jê peya bû bi dilekî melûl û hêdî hêdî berê xwe da zeviyê xwe
Li hêla çepê nerî çavê wî li textê fato ket
Fato jin biye diya sê zaroka ye di çax û dema xwede Fatima salih axa av li destê wê dikir
Lê piştî mêrê wê di teqînekêde ji teqînên li roj ava çêdibin hat kuştin ev jinik
mîna miraran li kolanan di gere di xwaze pariya nên ji zarokên xwe re peyda bike
Destê xwe ji kesên maldar re vedikir ta xêrekê bi wê û zarokên wê bi kin û hemo jî yekî ji wan kesan bû ên ko fato pirsa malê xwedê ji wan dikir
Her ew rastî hemo dihat di buharê de
Jêre di got xwedê xêrê bi şîne mala xwedê sed carî ava baran ji serê zivistanê de ne sekinye
ti me ji zikka wî bê par nahêle ta ez karibim sêwiyên xwe bi nan û cil berg bi kim
Lê hemo tim lê vedigerand
Yadê ezê ne bes zikkê bi dim te
te di vê ezê xanîkî jî li ser nave te û zarokên te tapo bikim
lê cira te ne xweşe te xwe daye A xerab
Ji ber hemo axa tema xwe li fato xera kirbû
Lê fato weke gura li ser cewrikan bû ti kesî nekarî bû ne bi helalî ne bi heramî nêzîkî wê bi be
Li hêla destê rastê nerî
Barûtê ber qitika tembelê bexdê
li ser bermîlên vala razaye
Tew doza jinan li min dike
Na te dî
tê bimre û ti Ê sor li ber serê xwe na bîne
Xayiz di bû lawkê bi çûk doza pisklêtekî jê di kir
Diya wan doza guhar û gerdenyan di kir
Keça wî doza kiras û xeftanê kurdî dikir
Goşt firoş û sewzfiroş û yê cil û caw doza deynên xwe dikin
Ew tev li alîkî û perên ser zadê şîn li alîkî
Mobayla xwe ji tirsa van xwîn mija nema vedike
ji ber dilovanî di dilê wan de peyda na be karin zarokê wî jê bistînin
Giha ser sînorê zeviyê xwe
Û bi tilîkên lingê rastê li komek sinbilên şewitî xist
Û go : we çi bi serê min kir
Lê ji nişka ve sinbilek tewyaî mina kevankî rizyayî liviya û xwe rast kir û toz û xaka reş ji xwe hilweşand û bilind bû û axivî
Çi!
ma me bi te kir yan te anî serê xwe
çav li hemo zirdoq bûn laşê wî kete tayeke hin germ û hin qefilî
Û bazda xwe avêt ser textê xwe û ban jina xwe kir
Min bi nixumîn min bi nixumîn
yan ez dîn bûme yan ez bûme Pêximber
jina reben nivîn avêt ser sere wî û bi tirs banker . wa weylê merik dîn nebe
Lê sinbila reş mîna kuliyekî firya û bi dû ket
Û çit li ser balgeha wî rawestya û got
Rab ser xwe cilê bê namûsiyê navêje ser sere xwe
Ji roja mirovan ez dîtibûm me soz û peyman bi hevre dabû ko ez wan sê caran bi nan Kim lê di vê ewjî êrîşê li min û rehê min ranekin
lê mirov bê ûjdane bext û soz jêre tine
Ka te çi kir ji bo ti min bi parêze
Te li ser hesabê min payebûna xwe di nav xelkê de xuya dikir
Ma te nezanî ko qesela min pîşoye
Çend cara te nobet kirye jibo ti min bi parêze yan ti ê haziryê ye
Qajwaja sinbila genim di guhê hemo de her bilind û zîz di bû
Lê hemo destê xwe ji bin lihêfê derxist û bi tilîka xwe tepizkek li sinbila reş da ew çar pênc mitran dûr xist
Gerînokek bi toz û dûman rabû
Termê sinbila bext reş bin ax kir
Û hemo axa pix kir xewê

Taha hisen amûdê 16-5-2019

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

الأميركيون يلاحقون أردوغان بالتظاهرات ويتهمونه برعاية الإرهاب

لاقت زيارة الرئيس التركي رجب طيب أردوغان إلى الولايات المتحدة، معارضة واحتجاجات شعبية حاشدة، وصفته ...