أخبار عاجلة

Bawerê Omerî : Çepka bikut! Baba hat çû Helebê vala hat

Share Button

Ev malik cara pêşî kengî hatiye gotin? Kê gotiye? Li kîjan herêmê hatiye gotin? Bûyera wê çibû? Li cem min ne pir zelal e. Tenê ji zaravê wê diyar e, ku li herêmên Kurdistana bakur û başûrê rojava hatiye gotin.

Ji ber ku bajarê Helebê cihê bazirganiyê bû- û beşek ji xaknîgariya Kurdsitanê bû- û gelek caran Kurda li wir desthilatdarî jî kirine.

Ji wateya wê jî diyar dibe, ku mêrek çûbû bajarê Helebê û destevala bi ser zarok û malbata xwe de hatiye.

Ev malik ya bi zimanê dayika wan zarok hatiye lorandin û gotin, ya jî kurek / keçekê ji bira / xuşka xwe ya biçûk re gotiye.

Gelek caran min didît û guhdar dikir, dema dayika min bi zarokên xwe re şa dibû, herdu destê birayên min yên biçûk digirt- û bi destê wî li çepka dida û digot:“

Çepka bikut! Baba hat,

çû Helebê vala hat.“

Bi rastî, min li gelek malan dîtiye, dema dayikên Kurd ev malik ji zarokên xwe re digotin û dilorandin.

Di dîroka dûr û nêzîk de xebatkarên Kurd yên Kurdistana başûrê rojava, ne tenê çûne Heleb, Himis, Şam, Beyrût, Orşelîm, Hicaz û Yemenê. Lê belê, ew li nav gund û bajar û çiyayên Kurdistanê yek bi yek geriyane.

Di xebata neteweyî ya miletê Kurd de, kedeke wan ya pir bi nirx di nav tevgera Kurd de li hemû beşên Kurdistanê hebû û ta niha jî heye- û bi taybet li Kurdistana başûr.

Wan bi dehên salan di nav tevgera rêzanî û leşkerî de li bakur û başûr û rojhilat xebat û çalakî kirine, bi hezaran ji wan di ber beşên din de pakrewan bûne.

Dema mirovek xebatê û karekî ji xwe û neteweya xwe re bike, gerek e bi kêmanî di nav civatê de nirxekî wî yê taybet hebe. Hima bi kêmanî posteke bilind di nav partî û dezgehên desthilatdariya wan de bi dest bixin.

Tevî ku gelek ji wan xebatkaran bûne hevwelatiyê Kurdsiatnê û Iraqê jî.

Dema mirov dibe hevwelatiyê dewleteke din, gerek e ew ustûbarî û mafên xwe biparêze, lewra ji mafê wî yê xwezayî ye, ku postekê di desthilatdariya wê dewletê de bi dest bixe.

Pir mexabin, ku hemû kadirên Kurdsitana başûrê rojava, yên ku di nav tevgera kurdî de li Kurdistana başûr xebatê dikin, yek post jî li wir nexistine destêd xwe de. Ne di dezgehên desthilatdariyê de, ne di civata nûneran de û ne jî di nav supah û serkirdayetiya partiyan de…..ûhd.

Helbet, ev jî gunehê wan berpirsa ne, yên li wir desthilatdar in.

Diyar e, ku ked û qurbanî û xebata netewî ya Kurdên Kurdistana başûrê rojava ta roja îro jî ti nirxî li cem berpirsên Kurdistana başûr nake.

Cihê heyfê ye, ku mirov dibîne, yekî xebatkar piştî xebateke dûr û dirêj, ji nav wê tevgerê destevala derdikeve û dawiya jiyê xwe nikaribe xwe û zarokên xwe xwedî bike.

Ji xwe mebesta wan û malbatên wan ji wê xebata dûr û dirêj, ew bû, ku mêr û jin û xort û keçên wan bi wan xebatên xwe di paşerojê de bi serxwebûna Kurdistanê şad bibin, û her yek ji wan di şûn û posteke desthilatdariya wê de bi ustûbariya xwe rabe- û berdestiyê ji miletê xwe re bikin, û dawî bi destên xwe vî welatî biparêsin.

Heger berpirsên Kurdistana başûr li wan bibana xwedî û nirxên van xebatkaran bidane ber çavên xwe, wê demê tenê dayik û xuşk û bira dikarîbûn van malikan li ser çûna hevjîn û bavên xwe bi vî şêweyî bibêjin:

Çepka bikut! Baş biner,

baba l, Hewlêr bû rêveber.

Çepka bikut! Her û wer,

baba l, Hewlêr bû parêzer.

Çepka bikut! Şar bi şar,

baba l, Hewlêr bû şahyar.

Çepka bikut! Çîq û çûk,

baba l, Hewlêr bû serûk.

Bawere-Omeri@hotmail.com

13.09.2019z – 2631k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

التقدمي والوحدة والبارتي: تقدم مذكرة إلى وزراء خارجية دول الاتحاد الاوربي في لوكسمبورغ لسادة وزراء خارجيّة دول الاتّحاد الأوربي :

بعد الاحتلال العسكري لمدينة عفرين الكرديّة قبل أكثر من عام . أعطى الرئيس التركي أردوغان لنفسه ...