أخبار عاجلة

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji bo metirsiyên Dewleta Turkiyê daxwaza tevgereke Diplomasî dike

Share Button

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji bo metirsiyên Dewleta Turkiyê daxwaza tevgereke Diplomasî dike

Daxuyanî

Komîta Navendî ya Partiya me Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê civîneke awarte li darxist , civîn ji bo rewşa rêzanî û qeyranên li pêş herêmên kurdî di siya gefên Turkiyê de bi dagîrkeriya van herêman bi taybetî piştî Turkiyê erêkirina serokê Amerîka Donald Tiramp stand bi avakirina herêmên ewle li ser sînorê Sûriyê bi behaneya şerê terorê re , Di vê derbarê de jiyan bi seranser baş Zane ku rola kurdan lîstiye di şikestina Daiş û tunekirina rêxistinên din yên terorî.

Komîta Navendî tu mehnedîtiyê nabîne ji van behaneyên Turkiyê re.
Gelê Kurd li Sûriyê tu metirsiyê li ser ewlehiya netewî ya Tirkî peyda nake , û berjewendiyên Turkiyê jî nade ber gefan , Lê belê ew dinêre li darxistina xweştirîn peywendiyan bi Turkiyê re li ser bingeha cîraniyê û berjewendiyên hevbeş di navber herdu welatan Sûriyê û Turkiyê de , Lewre komîta navendî daxwazê ji Turkiyê dike ku van gefan rawestîne , û dest bi diyalogê bike ji bo çareserkirina pirsgirêk û guhdanên hevpar.

Ji encama vê metirsiyê komîta navendî tekez dike li ser destpêkirina tevgereke rêzanî û diplomasî bi hêzên navdewletî û herêmî re yên çalak û bi bandor di mijara Sûrî de da ku metirsiyên turkî li herêmên kurdî rawestîne , Herwiha danûstan bi PYDê re were kirin da ku bighên encamekê di derbarî bi dûrxistina metirsiyên vî şerî de , û bi hevre kar were kirin ji bo vekirina diyalogê bi hikometa Şamê re û vexwendina artêşa Sûrî da ku li ser dirêjahiya sînorê Turkî – Sûrî belav bibe , Herwiha dest bi diyalogeke rasteqîn were kirin ji bo çareserkirina doza kurdî li Sûriyê di çarçewa Niştimanî ya Sûrî de.

Di heman demê de Komîta Navendî ji hemî pêkhateyên herêmê daxwaza hişyarbûnê kir û got guh nedin gotin û kiryarên xirab.

Di vê çarçewê de Komîta Navendî bang û daxwazê ji gelê me dike ku gund û bajarên xwe bernedin.

Herwiha Komîta Navendî ji hemî hêzên rêzanî û civakî yên kurdî dixwaze ku bi rola xwe rabin di nêzîkirina aliyên tevgera me de di vê dema girîng û çarenûsî de ji dîroka gelê me û welatê me Sûriyê.
8-10-2019

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

بعد مقتل هفرين خلف .. درون أميركية تسجل فيديو لانتهاكات “فصائل أنقرة” في سوريا

أفادت صحيفة وول ستريت جورنال بأن مسؤولين عسكريين أميركيين شاهدوا لقطات حية صورتها طائرة مسيرة ...