أخبار عاجلة

Mamosteyê min Sed Silav li giyanê te ey Endezyarê Rêzaniya kurdî

Share Button

Mamosteyê min
Sed Silav li giyanê te ey Endezyarê Rêzaniya kurdî

Hevalên hêja û xebatkar Endamên Nivîsgeha Rêzanî û Komîta Navendî ya partiya me
Hevala hêja û dilovan Leyle Hesen
Herdu xuhên min Delav û Rewşen

Silav li we hemiyan

Bi dilekî xemgîn û nerîneke melûl ez bi were li termê mamosteyê xwe temaşe dikim ku çawa mamosteyê min vê carê bi bê dengî pêşwaziya dost û hevalan dike , û bê gotin tenê ew Ala rengîn û sembola Partiya Pêşverû nîşanî partîzanan û gelê xwe dike.

Di 24 / 10 / 2019an de gelê kurd û Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê xebatkar û serkirdeyekî mezin oxirkirin ew jî xebatkar û mamosteyê hêja damezrenêr û sekreterê partiya me heval Ebdilhemîd Derwîş e.

Mamoste Ebdilhemîd Derwîş hevalekî xebatkar , cefakêş û Hişmend bû , siyasetmedarekî navdar bû di nav gel û tevgera rêzaniya Sûrî û Kurdistanî de , Herwiha ew serkirdeyekî çalak û
bîrbir bû di çareserkirina pirsgirêk û qeyranên
rêzanî de.
Mamoste Hemîd jiyana xwe terxî gelê xwe kir û di rêveçûna xwe de karî bû kûrtirîn peywendiyên diplo-
masî li ser astên Sûrî , Kurdistanî , Herêmî û nav-
dewletî peyda bike û ma pabend di tekoşîn û xebata xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe.

Heval Ebdilhemîd Derwîş Xebatkarekî Kurdistanî bû , bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî xebat û tekoşîna wî herdem ji bo xizmet berjewendiyên gelê kurd û doza netewî ya kurdî de bû.

Hevalên xebatkar

Koça dawî ya mamoste Hemîd ne tenê zirara partiya me û gelê Kurdistana Sûriyê ye , Lê belê mezintirîn zirare ji her çar parçeyên welatê me re û ji hemî aliyên tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re.

Bi vê bûyera xemgîn ez serê we hemiyan sax dikim û dibêjim: Bila serê we û serê hemî heval , kadir û xebatkarên partiya Pêşverû xweş be.

Ey hevalê hêja :
Dil şad raze Erê te ji nav me barkir lê te Dibistaneke xebatkarî li pey xwe peyda kir û te xebatkar gihandin.

Ey mamosteyê min :

Bi navê Kurd û Kurdistan û bi navê Partiya Pêşverû Em soz didin ku emê li pey Hişmendiya te bin û Emê berdewam bin di xebata xwe ya netewî û karê partîzanî de heya ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.

Bavê Axtî namire wê herdem di hiş û dilê me de dijî

Sed silav li giyanê te ey Endezyarê Rêzaniya kurdî

Bila serê gelê Kurd xweş be

Sersaxî ji malbatê re û ji hemî hezkiriyên mamoste Ebdilhemîd Derwîş re.

Bimînin di xêr û xweşiyê de

25 / 10 / 2019

Birayê we Hişmend Şêxo
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

بعد مقتل هفرين خلف .. درون أميركية تسجل فيديو لانتهاكات “فصائل أنقرة” في سوريا

أفادت صحيفة وول ستريت جورنال بأن مسؤولين عسكريين أميركيين شاهدوا لقطات حية صورتها طائرة مسيرة ...